La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kilamên cimeta Kurda


Auteur :
Éditeur : Weşanxana Lîmûş Date & Lieu : 2008-01-01, Yerêvan
Préface : | | Pages : 248
Traduction : ISBN : 978-9939-805-29-0
Langue : KurdeFormat : 145x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 2593Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kilamên cimeta Kurda

Kilamên cimeta Kurda

Têxstên kilama

Ahmedo

Ahmedo, zyaretvanê me çûne ber zyaretê,
Terezo, zyaretvanê me çûne ber zyaretê,
Temî bike pezka qurbanê, wê mî dû li me tê,
Ez ê nedame Ahmedî axê, xarzyê Bedûl begê,
Heft salyê vir da dilê me hevdû da hebû,
Gundo, malîno, hûn şede ne, wey,
Ez ê dame Temongî Mistereşkê,
Çîmî ser kulekê, arkolkê ber tendûrê,
Çar jinê wî terezê terezbav hene,
Hey novete şeva çara dora min e,
Heta sivê ser sîngê minî kewe wê xirav dike gîlêzê wê belxemê.
Ha Ahmedo, Ahmedo, Ahmedo,
Bextê te û xudê te dame,
Ez ê nazik bûm, nazelî bûm,
Nazikê xwe li kê kim
Ne dê ye, li dê kim,
Ne bav e, li bavê kim...
Ahmedo: Besrayê, bextê te û xudê tedame,
Orta herdu derya min ê tu dîtî,
Min ê dareke zenda te morî mircan daye,
Tê nikarî qe rîşyê şerê ber enya kever qolê zêra çêkî.

.....



MEZINAYÊ XUDANÊ KEDA MEZIN
BI MÛNESEBETA 100 SALIYA JI DAYÎKBÛNA HECÎYÊ CINDÎ

Her carekê, gava ez ji nû va pênûsê digirim destê xwe û dixwezim gotarekê ser jîyan û kar û barê wî mezinê me, Hecîyê Cindî bi cî bînim-tirs û xofek li min digire. Sebebê wê yekê yê bingehîn ew e, rasttir femandina wê yekê ye, ku ne mûmkûn e meriv di gotareke rojnamê, yanê jî kovarê da, her çiqasî jî ew berfireh be, temamya kar û barê wî raxe ber çevan û bi ser da jî bi hêjatî binirxîne. Lê çi jî hebe, ezê hewil bidim xwe, ku vê gotara xwe da, çiqasî ew tiştê bûyînê be, bi kurtayî û bi hev da û bi xetên giştî kar û barê wî ronakbîrê gelê meyî xudanê keda mezin raxim ber çevên xwendevanên îroyîn yê wî zaniyarî, yê ku sed sala berê di mala gundîkî nexwendî û rêncber da, li gundekî ji dinyayê qutbûyî hate dine, lê gava gihîşt û destê wî qelemê girt cihan ne ku bi tenê bi xwe û wê malbatê hesand, lê bi ser da jî bi çanda gelê xwe ya ruhî û bi teyîbetî bi zargotina kurdî.

Hîvîdarim, ku ev gotara min wê bibe wek pêşkilam, pirolojeke wê kitêba min, ya lêkolîna ya ser berhemên Hecîyê Cindî û her wa ya beşeke bîranînên min yên ser wî, ku min merem daniye dûyerojê da nivîsandin û weşandina wan bi cî bînim.

Zargotinberevkir û zargotinzan, zaneyê edebyeta nivîskî, pirosayîs û şayîr, diramatûrg, rojnamevan, wergervan, pêdagoj (mamosta), bi ser da jî karkirê civakî. Awa navên wan warên kurdzaniyê, edebyeta kurdî ya bi zar û nivîskî û bi giştî-çanda kurdî yen ne temam, ku em dikarin bi hêjatî bidin ser xizmetkarekî çanda kurdî yê bi nav û deng, yê mezin li Ermenîstanê û Yekîtiya sovêtiyê ya berê Hecîyê Cindî.

Hecîyê Cindî Cewarî 18-ê adara sala 1908-a li gundê qeza Qersê ya navça Dîgorê-Emençayîrê ji dayîka xwe bûye.

Dawiya şerê cîhanî yê yekemîn (sala 1918-a), gava artêşên Tirkiyayê êrîşê tînin ser herêma Qersê, ku beriya hingê nava sînorê Împêratorîya Rûsîyayê da bû û bi pêra jî ser komara Ermenîstanê, ku bahara sala 1918-a ser erdê Ermenîstana îroyîn û Herêma Qersê bi pê ra wek dewleteke serbixwe çê bûbû, kurdên êzdî yen 16 gundên navça Dîgorê cîhil dibin ji ber tirsa bi cîhatina zor û zulma Roma Reş û wê rewşa giran da Hecîyê tifal dê û bavê xwe unda dike û ber wê yekê jî ewî dixin sêwîxanên Qersê, pişt ra Gumrîyê. Piştî derketine ji sêwîxanê ew dibe xwendkarê Xwendinxana bajarê Gumrîyê ya pêdagojiyê. Lê gava ewê temam dike, di salên 1929-1930-î da dibistana gundekî kurda yê Qundaxsazêda (niha Rya teze) mamostatiyê dike. Paşê fakûltêta (beşa) Fîlolojiyê ya zanîngeha payîtextê Ermenîstanê -Yêrêvanê da tê qebûl kirinê û di sala 1933 da ewê temam dike. Pişt ra Hecîyê Cindî di instîtûta tarîxa çanda madî da dest bi karê amadakirina têza doktoriyê dike.

Gava sala 1937-a rêjîma Stalîn ya dîktatoriyê li pirr kesên welêt tê xezevê û ewana bi motîvên polîtîkî davêje hebsxanan, pişt ra nefî (sirgûn), yanê jî gulle dike, Hecîyê Cindî ji ber vê zor û zulmê nafitile. Ewî sala 1938-a bi ronakbîrên kurd Cerdoyê Gênco û Ahmedê Mîrazî ra davêjin zindana îstîxbarata sovyêtiyê ya KGB û ew di wir da rast salekê tê zêrandinê û îşkencekirinê.

Sûcê wî û Cerdoyê Gênco yê herî giran wê yekê dihesibînin, ku ew bi Celadêt Bedirxan ra hatibûn girêdanê, yê ku li Sûriyayê û Libananê seroketî li partiya kurdî ya Hoyîbûnê dikir. Lê sovêt jî ji wê partiyayê aciz bû, ber ku dihesivand, ku ew dijminên wê- Daşnakên ermeniya û împêriyalîstên Înglîsê ra hevkariyê dike.Lê gava Hecîyê Cindî li ber îşkencên here giran jî naşkê û nikarin sûcê karkirina wî dijî Yekîtiya sovêtiyê îzbat bikin, ewî aza dikin.

Salên 1936-1959 da Hecîyê Cindî karê xwe yê lêkolînên zaniyariyê înstîtûta zimên û lîtêratûrayê da (edebyetê) ya Akadêmîya Ermenîstanê ya zaniyariyê da berdewan dike. Sala 1959-a, gava di nava goveka wê Akadêmiyayê da beşa kurdzaniyê weke ya Sêktora Rojhilatzaniyê (pişt ra ew sêktor bû înstîtût) vedibe, Hecîyê Cindî dibe serokê wê beşê yê yekemîn, bingehdar, hetanî sala 1967-a. Lê di vê beşê da weke karkirê zaniyarî yê sereke ew xebata xwe ya lêkolîneriyê berdewan dike hetanî dawiya jîyana xwe ya sala 1990-î li Yêrêvanê. Bi daxweza wî ew li gundekî navça Aragasê yê Sîpanê (berê-Pampa kurda) binax kirin.

Ji rojên danîna bingeha edebyet û çanda kurdî yên yekemîn da li Ermenîstanê Hecîyê Cindî bi heyacan di ware perwerdekirina zimanê kurdî û her wa pêşvabirina edebyet û çanda kurdî da kar dike. Ew salên 30-î dibe mamostakî Xwendinxana kurdî ya pêdagojiyê li Yêrêvanê, endemê kollêgiya redaksiyon ya rojnama kurdî ya Rya teze, lê di salên 1955-1957 da, cigîrê berpirsiyarê wê rojnamê. Salên 50-î dîsa dibe mamostakî beşa kurdî ya Xwendinxana ermenî ya pêdagojiyê. Lê di salên 60-î û 70-î da mamostatiyê dike beşa kurdzaniyê da ya fakûltêta Zanîngeha Yêrêvanê ya Rojhilatzaniyê wek mamostê zimên, lîtêratûra û zargotina kurdî.

Hecîyê Cindî ser binaxa tiranskrîpsiya Elfeba kîrîlî (rûsî) sala 1944 a (eva yeka bi daxweza dewleta sovêtiyê bû) Elfebakê kurdî ya nû amade kir.

Hecîyê Cindî bi giranî deng daye wek kurdzan, bi taybetî wek zargotinvan, edebyetzan, nivîskar.

Hê di sala 1940-î da ewî bi têma "Beyt-serhatiya kurdî ya" "Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî" têza xwe ya berendamtiya (kandîdatiya) zaniyariyê bi cî anî û bû berendamê zanînên fîlolojiyê. Bi vê yekê Hecîyê Cindî bû zaniyarê kurdî yekemîn temamya sovêtiyêda di ware kurdzaniyê da. Lê sala 1964-a ji ber keda mezin di nava kurdzaniyê da bê parastina têzê bi awayê konkirêt, fermî (ew yek li sovêtistanê degime çê dibû) nave doktorê zanînên filolojiyê û pişt ra jî yê pirofêsoriyê danîn ser wî.

Hecîyê Cindî bi dehan antolojiya, berevokên hemû janrên zargotina kurdî bi pêşgotinên xwe yên lêkolîneriyê-zaniyariyê yên kûr û bi naverok dagirtî, bi têkstolojiya folkiloriyê piştî bergirtina ji her zarê zarbêjan dane weşandinê û di nava wan da bi zimanê berhemên zargotinê yê eslî yê kurdî û wergera ser ermenkî evên hanê: "Folkilora kurmanca" (tevî Emînê Evdal, ji 650 rûpêlan 570 rûpêl Hecîyê Cindî nivîsîne,) sala 1936-a, "Kilamên kurdî yen gelerî", tevî kompozîtor Karo Zakaryan" (sala1936-a), "Hikyatên kurdî yên gelerî" (s.1940-î, bi ermenkî), "Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî", lêkolîn û têkst (sala 1941-ê, bi kurdî û ermenkî), "Folkilora kurdî" (s.1947-a, bi ermenkî), "Şaxên êposa" "Koroxlîye kurdî", lêkolîn û têkst (sala 1953, bi ermenkî), "Memê û Zînê", lêkolîn û têkst, (sala 1956-a, bi ermenkî), "Folkilora kurdî" (s.1957-a), "Beyt-serhatiyê kurdî" (sala 1962-a, bi wergera ser rûsî ya bi destî nivîskar û zanyarên cuda-cuda, bi amadakirin û pêşgotina Hecîyê Cindî, Moskova), "Kilamê cimeta kurdaye lîrîkiyê" (sala 1975 a), "Şaxên êposa" "Rostemê Zale kurdî", tekst û lêkolîn, (cilda 1-ê sala 1977-a), şeş cildên "Hikyatên cimeta kurda", pêşgotin, nivîsarnasî û têkst (salên cuda-cuda), "Ûsiv û Zelixe", lêkolîn û tekst (sala 2003), "Dimdim", lêkolîn û têkst (Yêrêvan, sala 2005 û Êrbîl, sala 2007), "Şaxên êposa "Rostemê zale kurdî", (cilda nû, ya 2-a, Duhok, sala 2006) û hwd. Li vê tangê pêwişte em bidin kifşkirinê, ku hemû wergerên ji kurdî yên ser ermenkî Hecîyê Cindî bi xwe bi cî anîn.

Bûyareke kifş nava kurdzaniya sovêtiyê da bi giştî û nava zargotinêda bi taybetî tê hesibandinê çapbûna berevoka "Mesele û xeberokêd cimeta kurda" sala 1985-a, ku Hecîyê Cindî ew ji nava gel berev kirine û bi pêşgotin û pê nasînan dane weşandinê. Ew berevok ji bêtirî 800 rûpêlan pêk hatiye.

Zanyarê kurdî welatparêz ew barxana zargotina gelê xwe hemûşk bi desta, bi qelemê ji ber zarê zarbêjan girtiye û ser kaxez mor kiriye. Wî zemanî da kolektîva înstîtûteke zanyariyê ya tam û temam belkî nikaribûya ev karê mezin bi cî baniya.

Hecîyê Cindî lêkolîneke kûr û belkêş ser binaxa zargotina kurdî bi cî aniye û ew bi sernavê "Dîharbûna dostaniya gelên ermenî û kurd nava zargotinê da" bi zimanê ermenkî sala 1965-a daye weşandinê.

Weke edebyetzan Hecîyê Cindî du kitêb bi zimanê ermenkî çapkirine: "Lîtêratûra (edebyeta) kurdî ya Ermenîstana sovêtiyê" (sala 1954-a) û "Nivîsên ser litêratûra kurdî ya Ermenîstana sovêtiyê" (sala 1970-î).

Keda Hecîyê Cindî di ware amadekirina kitêbên perwerdekirinê, fêrkirinê da jî yên ziman û edebyeta kurdî geleke, çawa yên bona merivên bi temenê mezin û nexwendî û her wa ji bona şagirtên dibistanan ji. Ewî ew kitêb ji despêka salên 30-î amade kirine, lê yên ji bona sinifên yekemîn û sêyemîn — hetanî dawiya jîyana xwe. "Elîfba" Hecîyê Cindî ji bona zarokên kurda deh cara û her carekê bi werguhastinên pêwîst va di nava zemanê bêtirî nîv sedsaliyê da hatiye weşandin.

Hecîyê Cindî dihesibe wek bingehdarekî edebyeta kurdî li Ermenîstanê û Yekîtiya Sovêtiyê ya berê. Wek endamê Yekîtiya nivîskarên Ermenîstanê, wek endamê Seroketî, rêvebiriya wê yekîtiyê bi temamî yê pir salan, ewî ji sala 1930-î hetanî ya 1966-a seroketî li sêksiyon, beşa nivîskarên kurd kiriye nava goveka wê yekîtiyê da.

Berhemên Hecîyê Cindî yên edebyeta bedew yên bi şiklê helbestan, destanan û novêlan (çîrokan) bawer bikî di hemû berevok, antolojiyayên nivîskarên kurd da hatine bi cîkirinê û weşandinê ji despêka salên 30-î sedsala 20-î da. Ewî sala 1947-a novel, kurteçîrokên xwe bi kitêbeke cuda bi sernavê "Siba teze" da weşandinê. Sertaca berhemên Hecîyê Cindî yên edebyeta bedew tê hesibandinê romana wî "Hewarî", ku di sala 1967 da li Yêrêvanê hate weşandin.

Gelek berhemên Hecîyê Cindî hatine wergerandinê ser zimanên gelên Yekîtiya sovêtiyê ya berê û bi tayîbetî yên rûsî û ermenkî. Romana wî ya "Hewarî" bi sernavê "Û bahar hat" bi wergera ser zimanên rûsî û ermenî li Moskovayê û Yêrêvanê hatiye çapkirinê. Lê bi destî ronakbîr, zaniyarê kurd yê bi nav Îsmayîl Hessaf "Hewarî" hatiye wergerandinê ser zimanê erebî û li Damişqê hatiye weşandin.

Hecîyê Cindî şano û şanogiriya kurdî jî bîr nedikir. Hê di sala 1932 da piyêsa wîya bi sernavê "Qutiya dû-dermana" hate weşandinê, lê piyêsa bi sernavê "Miraz" ser sehna Têatira Elegezê ya kurdî ya dewletê hat nîşandanê.

Hecîyê Cindî bi veçêkirina nimûnên zargotina kurdî va jî gîro, mijûl bûye. Bi veçêkirina wî bi zimanê ermenkî ev kitêb hatine çap kirin: "Çîrokên kurdî" (sala 1949-a), beyt-serhatiyên kurdî (sala 1960-î), "Karxezal" (sala 1982-a), "Bahar" bi zimanê kurdî (sala1988-a)...

Hecîyê Cindî di ware wergerandina berhemên edebiyeta bedew ji zimanên biyanî ser kurdî kedeke hêja kirîye. Bi wergerên wî pir berhemên şayîr û nivîskarên ermenî, bi giranî yên ser jîyana kurdan, ser pêrsonaj, qehremanên kurd bûne mal û milkê xwendewanên kurd. Ewî gelek berhemên nivîskarên cîhanê yên mezin û navdar jî wergerandine ser kurdî.

Berhemên Hecîyê Cindî yê kurdzan û nivîskar bere-bere dibin mal û milkê xwendevan, zaniyarên kurd dervayî Ermenîstanê û Yekîtiya sovêtiyê ya berê jî. Romana wî ya "Hewarî" bi destî weşanên "Roja nû" bi tîpên latînî sala 1999-a hate çapkirinê. Me dixwest, ku hemû berhem, lêkolînên zanyar û nivîskarê mezin zûtirîn bibûna mal û milkê xwendewanên kurd li temamya Kurdistanê û beşên diyaspora kurdî bi wergera ji tîpên kîrîlîk, ber ku ewî ew ked ji bona temamya gelê xwe daye ser hev.

Keda Hecîyê Cindî di ware pêşvabirina kurdzaniyê û edebyeta kurdî da bi hêjatî hatiye nirxandin û şêkirandinê. Sala 1974-a hukumeta Ermenîstanê navê Karkirê zaniyariyê yê Emekdar yê bilind da ser wî. Ew bi rûmetname, bi ordên û mêdalên dewletê va hatiye pêşkêşkirinê-rewakirinê. Lê navê herî hêja û tam gorî keda wî doktor Çerkezê Reş danîye ser wî: "Bavê zargotina Kurdî".

Ji bona rast, bi temamî û bi giştî nirxandina kar û bare Hecîyê Cindî wek ronakbîrekî kurd yê yekemîn li Ermenîstanê û Yekîtiya sovêtiyê ya berê em dikarin wa jî bêjin: ewî ji ber kêmaniya jimara kadroyên kurd despêka hilperîn, şorişa çanda kurdî da li Ermenîstanê ne ku bi tenê ew kar û bar di ware perwerde, edebyet û çanda kurdî da bi cî danîn, di nava kîjan da ew pispor, spêsiyalîst bû, lê ew hemû kar û barên wan waran jî yên ku hewcê û benda hêlkirinê, çarêserkirinê bûn. Lê ber ku ew ronakbîrekî xudanê kemal, talanta mezin û êrûdîsiya, hereketê bê sînor bû — nava zemanekî kin da di van hemû waran da bû pispor.

Û ji ber vê yekê bû, ku hê di despêka salên 30-î rojnama Rya teze da Hecîyê Cindî bi nav kirin wek mezmezkê pişta canda kurdî. Eva jî şûna xwe da. Ya here belkêş û mûhîm ew e, ku vê nirxandinê hêz û rastiya xwe pir salan pişt ra jî unda nekir, gava artêşeke ronakbîrên kurd ya giran li Ermenîstanê hev girt, çê bû.

Ronakbîrên wek Hecîyê Cindî degimene û ne ku bi tenê nava gelê kurd da.

Lê nîgara Hecîyê Cindî wê ne temam be, eger em bi cîanîna berpirsiyariya wî weke alîkar û piştgirê merivan û bi teyîbetî yên kurd, wek mêrekî kurd yê dilsoz, bi rehm, mêvandar û li dawiyê wek malxwê mala kurdî, wek bav ranexin ber çevan.

Mêvan ji mala Hecîyê Cindî xalî nedibûn: bilî qewim û pismamên nêzîk, ku bi giranî ji ber hisret, kovana dîtina wî ji gundên dûrî Yêrêvanê dihatin, merivên xerîb jî qesta mala wî dikirin, yên ku di nava jîyanê da diketin tengasîyê, hewcê alîkariyê, piştgiriyê bûn. Û kesek ji wana bê dil ji mala xwe verê nedikir: wek zilamekî çardeh salî dida pêşya wan û bi mesrefkîrina nav û rûmeta xwe ya bilind û mezin pirsên hemûşka dezgehên hukumetê, dewletê da çareser, hel dikirin.

Lê çîqas keç û zilamên kurd bi alîkarya wî zanîngeh û înstîtûtên xwendina bilind da hatin qebûl kirinê, ji kîjan çend kes pişt ra bûn ronakbîrên bi nav û deng. Îdî ez wê yekê nabêjim, ku bê acizbûn, bi dilfirehî û rûgeşî gelek ji wana mala xwe da dihewandin, gava ew hi xwe bi malbata xwe va heft nefer bûn, lê her bi tenê du odên wî hebûn, ji wana yek jî pir teng bû.

Bilî alîkarya di ware amadekirina kitêbên wî da weke serrastkira tîpan (korrêktor) ji bona çapxana, ku wî zemanê berê da karekî pir giran û bi zehmet bû, xem û xerêqa qebûlkirin û verêkirina wan hemû mêvanan jî bi giranî ser mile hogira wî ya jiyanê, kulfeta wî Zeyineva Îvo bû. Wê bi ser da jî pênc keç bi mêre xwe ra tevayî mezin kirin û dane ber xwendinê, ji kîjana dudu bûn doktorên zanînên doxtiriyê û hunermendiyê, lê hersên dine pêşekzan û mamostên navdar. Lê ya here mûhîm ne ku bi tenê bi zar û zimanê xwe va, lê bi ruhê xwe va nava dor û berên biyaniyan da ne ku bi tenê kurd man, lê bi ser da jî bûn kurdên welatparêz. Wan her pênc keçan jî sirya xwe da bingeha malbatên esil kurdî danîn bi malxwên mala xwe yên kurdên milet perwar va û bi ser da jî yên ronakbîr, zanyarên bi nav û deng va.

Wezîrê Eşo
10.01.2008



Du gotin

Di nava arşîva Hecîyê Cindîda me hinek destnivîsarên têkistên kilamên gelêrî yên neweşandî dîtin. Min qirar kir wan têkstan wek pirtûkekê ji bo weşendinê amade bikim.

Mixabin, navê zarbêjan li ser hinek têkstan tunebûn, yan jî bi kurtî hatibûn nivisar...

Ez vê pirsêda gunekarim. Sedem ew e, wekî dema min arşîva mala bavê xwe da arşîvxana dewleta Armênyayê, kaxaz cîguhezî bûn hinek kaxaz li hev ketin... Bavê minî rehmetî di wî warî da pirr bi texmîn bû, cîyê her kaxezekî wî başqe bû, ewî bi xemxurî ew xweyî dikirin...

Ez nizanim bavê min ji bo wan kilaman nivîsarnasî nivîsî bû, dema tesmîlkirina arşîvê ew kaxaz unda bû, yan wê paşê binvîsya pêra negîhand?...

Di nava wan kilaman da çend kilam hatibûn başqekirin û bavê min li ser kaxezekî nivîsî bu: "Pêşkêş". Min ji dîya xwe pirsî, gelo ev çi kilamin? (Dayka min par, sala 2007-a, 93 salya xwe da, çû ser dilovanya Xwedê).

Wê min ra gilî kir, go: "Nayê bîra te, Hecî û remetyê Xelîl Mûradovê hogirê xwe, car cara ser girê pêjberî mala me: Sîsêrnakabêrdê (Kela dûmeqeskê) rastî hev dihatin, tev digeryan...Xelîl wî çaxî serokê radîoya Yêrevanê ya beşa xeberdanên kurdî bû. Cama Hecî pesinê kilamên, ku bi radioyê dibhîst, yên bi sitirana Reşîdê Baso, Mehmedê Mûsa û hineke din (nav bîra min nayên), dida... Du-sê cara Xelîl têkistên wan sitranan, wak pêşkêş Hecî ra anî... Bîra min tê, dengbêj Efoyê Esed jî careke ser Hecî da hatibû, wî jî 2 tekstên kilama anî bû. Ahmedê Gogê, zevê me, carekê 2-3 têksteken kilama anî da Hecî çawa pêşkêş... De Hecî dawiya emirê xwe da saxlem nîn bû, ida folkilor nikarbu binvîsya.

Ew çend kilam in Hecî bi şabûn, şêkirdarî ji wan camera hilda ne..."

Firîda Hecî Cewarî
2008.



Çend Gilî Derheqa Kilamêd Cimeta Kurdada

Kilamên cimetê, nava beyt-serhatiya, hikyata, mesela, herçê zargotina kurdaye din têne cuda kirinê. Efrandina wan jî bi qewmandina ra têne girêdanê, her cûrek bi tiştekî ra. Evana têne efrandinê û sitiranê şayada, şîna da, oda da, derva-nava tebyetê da, wexta lûrî-lûrkirina zara, wexta xebatê, şêrr da pêşberî dijmin...

Heye çapa wan.. A ji wan in, besa xeberê, kilamêd govendê, yêd dewata. Ciyê efrandina kilamên curê usa govend in, dewat, lîstik. Wextê wa xeber û lîstik bi hev ra diefirin, efrandina nenivîsar ser zarê dengbêje...

Kilam, vê derecê da, kilamêd reqasê, yên govendê, tu hew zanî mina gul û çîçekê li hevdu zêde dibin. Qîrrînya xort û qîzan e, û ew çi ku nikarbûne wextê da hev ra bigotana, aşkere kirana, niha, li orta govendê bi xeberên alavgurr, gelek cara alêgorîk hevdû didine fem kirinê, caba hevdu didin...

Kilam yekî tîne halê rayê, yê dinê ruhdar dike. Kilam, sitran li vêderê sertacê şayê û şoyê ne. Û di vê derecê da çîya û banîyê aza, tebîyeta aza gelekî alî efrandinêd zargotinê dikin, bi xwe jî dibin nexş û nimûn di nava wan her zargotineke ji ber xwe efrandî.

Kilamên vî teherî, wekî durêz, sêrêz, çarrêz û carna zêdene, wekî gelekî bi çap, bi rîfmin, hang û bangin, cîbicî-ha hanga diefirin.

Meriv şabûna xwe bi kilam-reqasê didin kivş kirinê û xilaz bûn, kuta bûna lîstik-reqasêra tevayî kilamên usa diha degime têne gotinê.

Firqîke van kilama jî ew e, wekî bi kom diefirin, yanê ji tenê weklandinê. Yek, yanê çend nefer xanekê dibêjin, yek, yanê çend nefer jî lê vedigerînin. Xenji wê, wextê kilamêd wa mêr jî distirên, jin jî, yan kom-kom, yanê yek-yek. Nava kilamêd wa da gelek cara pirs û cab tê hene.

Wexta dewata kilamên dewata ra tevayî, usa jî gelek qeyde (miqam) pê def û zurnê, meyê û hacetêd sazbendîyê dinê têne lêxistinê, efrandinê.

Lê wextê syarkirina bûkê xên ji kilam û qeydêd lîstika, usa jî "Qeydê syara" tê lêxistinê, yanê jî "Cirîd". Wexta usa her syarek ling dide hespa xwe, dest bi cirîdê dibe.

Cawa hate gotinê, kilam tenê bona roja şaya nînin, ew usa jî bona rojêd oxirmê giran in. Şerr û dew gelek cara orta kurda û dewletên tirk, fariz û ereba da pêş da dihatin, usa jî di orta qebîlêd kurda da. Wexta wa jî, hema nava şêr da diefrînin kilamêd teze, wekî eyanin bi nave "Kilamêd mêra". Kilamêd usa, femdarîye, hîmlî mêr diefirînin û ewana derheqa şerê wan, mêrxasya wan da nin.

Û seheta hecp jî qeydê şên -dibhê, ya hînbûyî- îda nayê zevtê û syarê xwe usa difrrîne, çawa teyrek ji nava teyra... tê dikeve nava şêrr, çawa bobelîsk şêrr gurr dike, hêja dest bi şerê syara dibe. Syar û hesp dibin yek, yekruh û yekmerem. Û eva gişk, ew hewar û gazî, ew roja oxirmê giran, ew rev û bez gişk li derva têne kirinê û cîbicî bilqîn li dil dikeve, dil distirê, him pesnê yên saxî zor dide, him pesnê wî (yan wan) syarî (syara) dide, yê ku bi mêrkîmî ji deşta şêrr nereviye (nerevîne) û hatiye (hatine) birindarkirinê, yanê jî kuştinê. Kilam li deşta şêr mirova ber bi mêrxasiyê dibe.

Ne xwezil wî evdî, wî îsanî be, wekî xwe şaş bike, tirsonek be û ji nava şêrr dil bike pişta xwe bide, ber bi malê bireve. Dewsa gulla, kilamêd tezeefirî wî tînin hale kuştinê, ji mirinê hê xirabtir. Şervan çiqas bi kilamê ruhdar dibe, pêşda diçe, wekî dijminê xwe alt bike, raqetîne, berîdê, awqasî jî hefsa xwe dike, wekî navê revê neyne ser xwe, nebe "benîştê devê êl-eşîretê". Qîz û jin ser yêd usa da kilama derdixin, nav-nûçika lê dikin û ew kilam pêra-pêra bela dibe...

Vêderê pirs ne ku tenê derheqa şêrdane, lê pirs usa jî derheqa hevanîna kilamadane: dengbêjê kê zef bin, dengê kîjana bilind bê bihîstinê, zîz be, ew jî bi moralî ruhdar dibe, alt dike.

Di nava vê sîklê da tê xanêkirinê mêrxasî, torinî, ruhbilindî, ruhmezinî, ew çi ku layîqî cimeteke çîyêye... Kilamên wa ji meydana şên tên dikevine nava cimetê, dengbêj hê ser wana da zêde dikin û li her dera dibêjin. Sîkila "Kilamêd mêra", yanê jî ya sîyara - gelekî qedir e nava cimetê da, başqe gotî, wextê mêr li cîkî civya bin.

Kilamêd mêra -merivek distirê, tomerî gotî- çapa wane himlî tune: kêderê fikir kuta dibe, wêderê jî yekxane xilaz dibe û xana teze dîsa bi "lo-lo", yanê jî bi "hey lo-lo", "de lo-lo" û bi cure xeberê dinê destpê dibe. Kilamêd wî cûreyî dûmka wana dirêje û dikarin gelek sala hey teze bin...

Tebyet nexş û nîgara kilamêd cimeta kurda ye. Bi wê va meriv dile xwe vedike û çi ku dilê wî da heye bi xeberê bedewiyê dinitirîne. Tebyet mîna kilîtekê ye, ku dilê wî vedike, dide xeberdanê û bi xwe jî dil ra bibe yek. Ew bi sêwirdarya xwe va pê ra dikêlime û bi xwe jî dibe ruhberek. Çîya, gelî û geboz, gêdûk û zera, zinar û qeya, ba û bager, berf û baran, teyrok û lêyî, cew, kanî, leme-lema çema, ewir, mij û dûman, siteyrêd rû ezmîn, hîv û ro, gul û gîha, kulîlkêd hezar navî... ew gişk xuber-xuber di nava kilamada cîwar dibin.

Herçê çîya ew ruhê dengbêjê kurd e, cî-miskenê hezkirina wî, bi wî ra tevayî kul û derdê xwe ro dike, bi wî ra tevayî şa dibe û bi wî ra tevayî dijminê xwe alt dike. Çîya piştovanê wî ye, warê miraza, dilketîya...

Nava zargotina me da kilamêd hizkirinê (bengîtiyê), çawa wekî dine carna têne navkirinê kilamêd keçika, gelek in... Ev curê kilama himlî derva hatine gotinê, dil nava azayê da vebûye, di çil û çîya. Wextê wa ne ku tenê zar, lê eynî dila deng dane hev, dilê hizkirî zarî hev bûne. Vî wextî em du meriva dibînin; qîzê û xortê ber bi miraza, du dila, wekî ji herdu alîya hev dipesin in, besa hezkirina xwe dikin û bi kilama halê dilê xwe hev ra dibêjin.

Wextê wa dil dibe kilam, kanîk, her dera xwe dide hesandinê. Xort û qîzê bengî li çolê û kewşen, çîyê, li zozana, li deştê, li bindarûka kake-kaka wane, û tu hew zanî bûne Şarûr û bilbil...

Nava kilamêd usa da bedewiya qîzên çevbelek, bejina wane tarihane bilind, "navkêlka wane ziravî", "sûretê wana sore xal-xalî", "diranê wane sedefî", "çevê wane reşe leglegî", "xeberdana wane şîrin"... têne pesinandinê: "Meriv mala xwe bide, serê xwe bide, yeke usa xwera bîne...".

Kilamada derheqa mirazê eynî bi dil têne sitiranê:
Mirazê bê dil usa ne,
Nolî bax û baxçê bê gul...

Nava kilamêd hizkirinê da hene kilamêd derheqa xerîbiyêda. Xeribî dupa girêdayî bûye tunebûnê ra, ji destî tunebûn cahil çûne cîyê dûr, wekî bona parî nan bixebitin... Xerîbî usa jî bi eskeryê ra, girtin û sirgûnkirinê ra girêdayî bûye...

Qîzaêd berbimiraz bi kûraya dilê xwe nelîyane û vê pirsê da gelek kilamêd agiralav hev anîne:
Zewal gede, diçî welatê xerîba min bîr neke,
Min sêveke xelatîke berya xwe ke,
Wexta diçî welatê xerîbiyê,
Bîna te teng dibe, derxe,
Eşqa min û xwe ra qasekê lê mêzeke...

Heciyê Cindî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues