Çîroka dirêj
I
Wê sibehê li mala Xelîl Beg te ax biavêta li erdê nediket. Bi zarokên xwe re keç, law, bûk û zavayên wî; tevî keç, law, bûk, zava û torinên xwe xwişk û birayên wî; bi malî jin û mêrên ji aliyê malbata xwesû û xwezûrê wî, bi gewrbûna serê sibehê re giş hatibûn mala wî. Bi bilindbûna rojê re hatina merivan, nas û dostan her ku diçû zêde dibû. Li ber derî londerek sol çêbûbû. Ne rûniştî ne jî li ser niga di mal de cîkî vala nemabû. Ji wê saetê û bi şûn de yên ku hatin pîreka Xelîl Beg Berfê, ew li ser gîhaşînka bergiya malê û li ber dîwarên xênî bi cî kirin.
Berfê wê rojê li tev emrê wê yî derbasbûyî, wê hilmekê nig di bin xwe de venekir û xwe neda erdê. Ew îro bûbû sivika malê. Nigekî wê li hundir yê dinê li derve bû. Tej û xalîçên hilandî yên ku hê naylonên wan venebûbûn dibir li ber dîwarên xênî radixist, kulavên neşuxulandî derdixist ser mêrgê, balîf û yastuxên rûyên wan bi motîfên gul û teyrikan nexşkirî, ... |