La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd


Auteur :
Éditeur : COC Date & Lieu : 2002, Wien
Préface : Pages : 195
Traduction : ISBN : 3-902185-02-3
Langue : KurdeFormat : 145x205 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1007Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd

13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd

Kurdnasê Sovêta berê Celîlê Celîl, xudanê gele lêkolînane. Pirtûkên wîli ser dîrok, zargotin (folklor), lîtêratûra kurdî bi zimanên rûsî, ermenî,kurdî (kurmancî, soranî), erebî, tirkî û almanî çap bûne.

Ew ji Yêrêvanê (Komara Ermenistanê) warguhêzî Wîênayê bûye û liAkadêmîya Zanistî karê lêkolîna li ser gelê kurd û Kurdistanê berdewamdike. Pêra jî li Ûnîvêrsîtêta Wîênayê wek pisporê dîrok, êtnologîya,ziman û kûltûra kurdî dersê dide. Pirtûka "13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd" li ser sêzde wûtarên wî,yên ku dema berê bi zimanên rûsî, ermenî û kurdî çap bûne bingeh digre.Her wûtarek ser çavkanîkê ava bûye.

Bahaya vê berevokê mezine, jiber ku çavkanîyên nenas û balkêş ber xwendevana vedibin. Bervedanavan çavkanîya ya zanistî hêjatîya pirtûkê hê zêde dikie.


DU GOTIN

Demeke dirêj, dora çil sala min li bajarên Moskvayê, Lênîngradê (naka Pêtêrsbûrg), Tibîlîsîyê û Yerêvane, ji bona lêkolîna dîrok û çanda gelê kurd, di arxîvada xebateke dûr û dirêj kirye. Li berhemê min li ser gelê kurd û Kurdistanê bi hezaran rûper dokûmênt civandine ser hey. Ji wan dokûmênta payê pire li ser serhildanên kurdane. Hinek ji wana li ser eşîrên kurda, jîyana wane sosyal-abûrîyê, hêza wane leşkerîyêdane. Hene dokûmênt, ku li ser dîyanet û parastina kurda, çand û xeysetê kurdane. Bi nirxin dokûmêntên, ku bi destê serokên serhildanên kurda hatine nivîsandin. Giringîya van dokûmênta bi giştî nayê qîyaskirin, ji ber ku ewana bingehîne ji bona lêkolîna dîroka salên buhurî.

Evan dokûmêntana dîroka gelé kurd ya zêdeyî sed sala nav xweda civandine, salên ji destpêka sedsalîya XIX, heta destpêka sedsalîya XX.

Lêgerînên min li hine arxîvên şexsî (prîvat) alî kirin, ku ez dokûmêntên ji sedsalîya XX, piştî şerê cihanêyî pêşin û ya duda jî peyda bikin.

13 wûtarên (miqaleyên) min, ku li vê berevokê cî girtine, hîmlî li ser dokümêntên, ku cara pêşin dihatin vekirin, ava bûne. Bi lêkolîna wan çavkanîya çend rûpelên ser dîrok û çanda gelê kurde kêm naskirî û nenas hatine ronakkirin.

Wûtarana min di demên cuda-cudada li Sovêta berê û li Yêvropayê li koyar û rojnameyên kurdî çap kirine. Wûtarên ku li Sovêtê çap bûne bi zimanê ermenî û rûsî bûne û ji ber dijwarîya ziman wextêda negihîştine destê hemû xwandevanên kurd. Ji ber wê çend hey ji wan nivîsara min wergerandin ser zimanê kurdî û di vê berevokêda cî kirine.

be, wekî xwandewan çêtir têbigîje. Bervedana têrmîna, navên kesa û cî‑wara min li dawîya her wûtarekê danye. Navê çavkanîyên rûsî, ermenî ji ber zehmetîya herfa ji bona çapê min bi tîpên latînî nivîsîye.

Emê dilxwaş bin, heger ev berevok bi dilê xwandevana be û ew ji bona zanîna çend rûpelên dîrok û çanda gelê kurd xizmeta xwe bike.

Celîlê Celîl




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues