La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Kamêran


Auteur :
Éditeur : Spîrêz سپیرێز Date & Lieu : 2006, Duhok
Préface : Pages : 778
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 160x224 mm
Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferhenga Kamêran

Ferhenga Kamêran (kurdî – kurdî)

Ferhenga kurdî-kurdî latînî jibo kê?

Mebest ji çêkirina vê ferhengê ew e ko bi dîtina min zimanê kurdî gencîyeka mizin ya pirî peyv û pend e, lê mixabin em ne karîne weke pêwîst bi kar bihînin, lewra li dîv şiyanên xwe min di xwast karekî bi kem ji bo hînbûna pîtên latînî bi zimanekê xurî dako xelkê me mifayî jê biwergire. Ev ferhenge ji zimanekê xurî û bijavtî pêk hatîye, hemû kes û di hemû pileyên xwandinê dikarin mifayî jê bibînin, çunke bi kurdîyeka sade û hêsan e. Min gelek pêkol kirîye ko peyvên biyanî û çewt ne êxim nav da, lê gelek peyv heye, renge ne kurdî bin, lê ji ber yên kevtîn nav zimanê me da kurd rojane bi kar dihînin, herwesa zarava û peyvên navneteweyî û cîhanî wek xwe hatîne û ez bi pêdivî na bînin bihên wergerandin wek: kompiyoter, televizyon, radyo, faks û htd.

Kesên ji nû fêrî xwendin û nivêsînê dibin, di karin bi hêsanî mifay ji vê ferhengê wergirin, çunko peyv ya hatî nivêsîn kanê çewa dê hînî nivîsandina wê bin, riste bi awayekê sade hatiîne darijtin, gelek pendên pêşînan û mamik têda hene, şirovekirina peyvê û çewatîya lêvkirina wê û bi kar anînê di risteyan da.

Dîsan kesên zimanê kurdî bi rênvîsa pîtên erebî xwandine dikarin zû û hêsanî fêrî latînî bibin, herwesa biyanîyên hez diken zimanê kurdî fêr bibin, kurt û kurmancî kesên di her ast û qonaxên xwandinê da dikarin mifayî jê biwergirin.

Ramana her peyveka kurdî her bi kurdî ye û piranî peyv hatîne şirovekirin, çewanîya bi kar anînê di nav hevokan da, enca çi hevokeka asayî yan gotineka mezinan, herwesa hemberî wê peyveka dî ko heman wate heye, hatî ye danan gelek caran berdijê (berevajî) hember hatîye danan.

a - Li berahîkê çewanîya lêvkirina peyvê, kanê çewa bi diristayî dê hêt xwandin, heger peyv ji du birgehan û pêtir pêkhatibe, bilinddek di kevit çi alê peyvê, peyva ji yek birgeh pakhatî bi êk selîqe dihêt lêvkirin, mîna peyva Ez, Tu, Dar, Ber, Can û htd.

Lê peyva ji yek birgehê pitir dê bilinddek kevit di alekê wê da ; minak çewayîya lêvkirina peyva Kurdistan bilinddek di keve dawîya peyvê, ango; deng (selîq) dê li dawîyê bilind bi be û xîçek li bin wî cihî hatîye kişandin wek; Kurdistan . ango deng li paşpirta tan bilind dibe. Hejî gotinê ye piranîya peyvan bilinddek di keve dawîya peyvê, lê hinek peyv hene dikeve berahîya wê, wek:Bevil. Bivir, çima (boçî), dehil, gelek û htd.


Pêşgotin

Her ji zarokînîyê, min pir hez ji zimanê xwe yê zikmakî dikir û hêjta ez ne çûbûm çi xandingehan, li mala me gelek kitêbên helbest, çîrok, zanistî hebûn. Dema birayên min yên mezin bo me di xwandin û wêne nîşa me didan, min gelek keyf pê dihat û bawer nedikir kanê kengî dê rojekê biçim qutabxanê ez jî mîna wan dê çîrok û helbestan bixwînim.

Li destpêka jiyana xwe ya xandinê dema me wane bi zimanê kurdî diwrgirtin û mamostayî bo me şirove dikir û navên giyandar, mirov, ber, dar û çiya bi kurdî digotin, me hest bi xweşî û dilgermîyê dikir.

Dema ez fêrî zimanên dî dikirim, min diviya hember her peyveka biyanî, yeka kurdî danim, gelek caran heger ew peyv min ne zaniba da pisyara êkê şareza kem, yan jî şirovekirinekê dabo darêjim.

Li qonaxên navincî û amadeyî, dema rijêmê pêkol dikir li xandingehan êdî zimanê kurdî nemîne, pitir gêwilê min kevt ser, min pitir pûte dida waneyên bi kurdî ji yên erebî, ji ber girev û dijwestana qutabîyan, rijîm neçar bû dubare wan waneyên kirin erebî bike kurdî ve.

Herdem dixwast peyvên kurdî kom kem û zimanê xwe bi hêz bikem. Gelek caran li xandingehê (Birayetî) qutabîyan ber kana peyv û bijavtina zimanê kurdî dikirin û li ber hev di rawesta bûn kanê kî dê peyvên biyanî, nemaze erebî di nav gotinên xo da bi kar bînit da pêkeve berdenê û tiranan pê ken.

Li gund û dîwanxanan min gelek guhdarîya pîrejin û pîremêran dikir, dema mamik, pend û stiran digotin û peyvên nû demildest min li ser kaxezê di nivîsandin dako ji bîra min neçin.

Herwesa gelek guhdarîya bernameyên îzgeha kurdî ya Bexda dikir.

Li çend salên pişmergatîyê min bi hizaran peyvên şirîn yên kurdî li gundan û deverên cuda yên Kurdistanê ji zardevê gundîyan diwergirtin û li salnameyên xwe yên berîkê dinivîsan û xirve dikirin û hingî hirve min rênivîsa latînî dest pikir, jiber ko min ne dixwast têbinî û nivîsên min kes bixwîne, evi çendê ez paldam ko êdî rênivîsa bi pîtên latînî ez ji xwe ra bikim bingeh.

Serdemê xwandina zanîgehê li derve, nemaze li Sovyetî û Holenda tiştê herî nexweş û ez pi diherişîm dema qutabîyên kurd ji Kurdistana Iraq û Suryê ferheng û zimanê erebî bikar dihînan, yên Îranê bi farisî û yin Turkya bi turkî, gelek caran tirane jî bi me dikirin dema me digo, em bi kurdî hosa dibêjin yan ev peyve kurdîye!. Min dixwast mîna her kesekê biyanî, mina ereb û gelên din ferhengeka zimanê kurdî heba, lê mixabin, nebûn, jiber hindê heger her ferhengek min ji bêgavî bi kar bianîba, min pêkol dikir û hizira xwe di kurdîkirina wan zaravayan dikir û bi zimanê kurdî hemberê zimanên biyanî ramana peyvan dinivîsî û nîşa hevalên xwe dida ko me jî ziman û çanda xwe heye ji çi zimanên dî kêmtir nîne, eger zengîntir jî nebit û rênivîsa me ne pîtên erebî yan silavî ne, li latînî û taybetîye û xweserîya kurdî ye, zimanê me ne bermayê zimanên turkî, erebî û farisî!.

Piştî serhiladana biharê û azadbûna pişkeka mezin ji Kurdistanê, pûtekê mezin bi zimanê kurdî hat dan bi kurdîkirina xandina piranîya xandingeh, peymandgeh û zanîngehan, avakirin û danana hijmareka mezin ya radyo û kenalên telvizyonî ko di xizmeta pêşvebirina çand, dîrok û zimanî da ne, danana çendîn zandorên zimanî li bajêrên Kurdistanê.

Lê bi hizira min hêjta wek pêdvî giringî bi vî warî ne hatîye dan wek warên dî, mîna avedanî tenahîyê. Ji ber ko ziman bingehê her tiştî ye, pêwîste pûtekê gelek mezintir pê bi hêt dan, li dezgeh û rivebirîyan bi awayekê rast û dirist bi hêt bi kar anîn, heger bi vî destûdarî bi rê ve biçit, dê zimanê kurdî wek zimanê farisî leng bibe.

Mixabin nxweşîyek kevin di nav çîna rewşenbîr da belave, ewjî bi kar hînana peyv û zaravayên biyanî nemaze erebî, gelek caran dema mirov guhdarîya werzişvanekî li kenalên televizyonî yan îzgehan diket, yan jî fermanberê rêvebirîyekî, axivtina wî nîvnîve ye ji peyvên erebî eger pitir jî nebe, lê her ew kes rengê nizane bi erebî bipeyve, eve jî ji egera giringî nedana bi zarava û zimanî, çunkî kes xemê jê naxot û xo mandî naket , ji ber ko çi dezgeh nînin zêrevanîyê lê biket. Lê eger berpirs li cihê karî wek biryareka bi xurtî pêgirîyê biket bi danana nav û zaravayan, karmend û xelik jî dê hînî wan peyvan bin û rojane û asayî dê bi kar hînin. Hindek nav û zaravên nû, evca bizanebûn yan ne, hatin danan û wekî wan hatin gotin kevtin ser zimanê gelî, xelikê sade jî bi kar dihînin bêy hizira xwe di wergerana wê yan hemberê wê bi erebî û hestê bi kêmanîyê biken, ev zarava jî bo mînak: pêşmerge, sopa, asayîş, tozûba, bale, fermande, û htd ango heger ronakbîr û karbidest bi kar bihîne, xwelik jî dê bi kar hînin. Ji bo vê çendê jî pêdivîye pêngavên mezin bi hên havên jibo xurtkirina zimanê kurdî, rizgarbûn ji vê nexweşîyê.

Jibo çi ferhenga kurdî- kurdî û bi rênivîsa latînî?

Zimanê kurdî êk ji zengîntir n zimanên cîhanê ye, lê jiber rewşa siyasî û parçebûna Kudistanê, ziman jî parçe bû û gelek zarav û devok peyda bûn û dûratî keft di nav van devokan da, herweha çend rênivîs di zimanî da egereka neyînî heye, çunkî kurdên bi pîtên erebî di nivîsin û dixwînin nikarin mifayî ji nivîs û kitêbên bi latînî hatîn nivîsîn wer bi girin û dîsan piranîya kurdên li ewropa, bakûr û rojavayê Kurdistanê nikarin rênivîsa pîtên erebî bi xwîn û mifa jê biwergirin.

Rênivîsa latîna zimanê kurdî dirist û ciwantir pê di hên nivîsîn, wek nav, kiryar û corên kiryaran (xurî, darijttî, lêkadayî), herwesa bi pîtên erebî hendek pît û deng hinda dibin, bi şaşî di hên nivîsîn yan jî cihgurkî dibin, wek pîtên y ;yarî , î; înan, ko du pîtên cudane lê di rênivîsa erebî da dibin yek.

Hinde peyvên resen yên kurdî hene, ji ber ko xelik hizir û nivîsîn wek ya erebî diken, lewra lêvkirina wan wek erebî lê dihêt, herçende ew pît di zimanê kurdî da nînin. Wek: Erd, Esman, lê bi ya latînî ciwan û dirist di hên nivîsan û xandin.

Nav û kiryarên darijtî û lêkayî bi latînî pir zelal û ciwan xuya dikin, mîna karkirin, berhevbûn, mêrçak, sermezin û htd, lê dema bi pîtên erebî di nivêsin mirov nizane kanê yek peyve yan çend peyvekin.

Jibo piranî jî di rênivîsa latînî gelek ciwan diyare, wek. Gul =gulan, Gule = guleyan, dehbe= dehbeyan û hw. lê bi erebî wek dehban û gulan di nivîsin û ev çende renge hinde caran ramana peyvê bi gihore.

Cihê dilxweşîyê ye noke li Kurdistana azad giringîyeka baş bi nivîsîna latînî di hêt dan , xasim çendîn govar û belavokên bilatînî di hên weşandin û li kanalê K TV û vê dawîyê li kurdsad, sererayî kenalên din, nivêsîn bi pîtên latînî ye, û hêdî hêdî xelik xwe hînî vê rênivîsê diken. Herçende gelek şaşîyên nivêsî û rêzmanê hene, lê pêngaveka gelek pîroze ku kurd li hemû dera di karin bi xwînin û di hevdu bigehin.

Ji ber vê yekê min divîya li gor karînên xwe vê ferhengê ji bo xwendevan û xemxwerên zimanê kurdî, bi taybetî pîtên latî danim. Piştire ji panzde salan ez mijîlî vî karî me, ji xirvekirina peyv, pend, rêzaman û htd. Li van çar salên dawîyê min dest bi nivîsîna ferhengê kir û êxit ser kompiyoterî.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues