La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Helwest, n°1


Auteurs : | | | | | | | | |
Éditeur : Çanda nûjen Date & Lieu : 1995, Spånga
Préface : Pages : 52
Traduction : ISBN : 1400–9404
Langue : KurdeFormat : 145x225 mm
Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Helwest, n°1

Helwest, n°1

Kovara Helwest bi hejmara xwe ya yekemîn ji we re rojbaş dibêje. Rûpelên kovara Helwestê ji nivîs û nameyên xwendevanan re vekiriye. Di van rûpelên kovara Helwestê de bi nameyên xwe dîtin rexneyên xwe bînin ziman. hûn li ser kîjan babetî dixwazin, dikarin mineqeşe bikin.

Kovara Helwestê bîr û bawerîya xwe bi azadîya fikirî, ramanî hanîye. Her mirov azad e ku ji bo her tiştî fikirê xwe bibêje, helwesta xwe eşkere bike. Çawan ku di pirsên sîyasî û civakî de her mirov xwedîyê helwestek e, di pirs û babetên çandî edebî de jî divê helwestekî mirov hebe. Bi nameyên xwe, hûn dê kovarê dewlemend bikin.


Xwendevanên hêja!

Kovara çand û edebîyata Kurdî Helwest, dê li ser bingeha mineqeşeyên çandî û edebî û rexnegirîya zanîstî û edebî weşana xwe bimeşîne. Di nav weşanên Kurdî yên heyî de beşa herî qels tûnebûn an jî nekirina rexne û mineqeşeyên edebî ye. Di nav Kurdan de rexnegiriya edebî qet pêş neketiye. Li ser cure, cure babetên çandî û edebî mineqeşe nayê kirin. Di nav weşanên Kurdî yên heyî de valahîya herî mezin tûnebûna mineqeşe û rexneyan e. Kovara helwest bi bawerîya ku piçek be jî, vê valahiyê tijî bike û di vê babetê de helwestek rexnegiriyê bixe jîyanê, dest bi weşana xwe dike.

Kovarên Kurdî yên heyî, hemû jî li gor xwe rolekî dileyizin. Kovara Helwest alternatîfa van kovarên heyî nîne. Naveroka kovara Helwestê ji van kovarên heyî dê cîhê be. Pêwîstiya bi her awayî cure cure kovarên Kurdî heye. Neteweyên cîhanê, herkê bi zimanê xwe bi sedan kovar derdixin. Kovarên xwerû Kurdî - Latînî hemû li ser hev ji dehî nabûre. Di her babetî de kovarên li gor şaxên xwe yên taybetî hebe baş e. Çawan ku kovara "Şano û Sînema" kovara "Berhem" û kovara "Nûdem" li gor şaxên xwe kovarên taybetî ne, kovara Helwestê jî dê li gor xwe kovarek li ser hîmên rexnegiriyê û mineqeşê kovarek taybetî be.

Di nav nivîskar û rewşenbîrên Kurdan de rexnegirî baş nehatiye fêmkirin. Pîvana rexneyên edebî divê li nav Kurdan bê rûniştandin. Li gor metoda rexnegiriya edebî divê li berhemên edebî rexne bê kirin.

Kovara Helwest, dê rûpelên xwe ji mineqeşe û rexneyên îlmî - zanîstî re vebike. Li gor metoda rexnegiriya zanîstî dê berhemên çandî û edebî binirxînê.

Kovara Helwest hejmara yekemîn dê ji bo tûnebûna mineqeşe û rexneyan gazinek be. Lê, hejmara duyemîn dê bi naverokekî xurt û hemû jî bi nivîsên rexne û mineqeşeyê bê dagirtin. Li ser her babetên cuda, li ser problemên edebîyatê û nivîskarîyê, dê gelek nivîsên mineqeşê bê weşandinê. Li benda hejmara duyemîn bin.

Kovara Helwest ji hemû nivîskarên Kurd re vekirîye. Ew xwe pozbilind nabîne û qîmetê dide hemû nivîsan. Nivîsên ku ji kovara Helwestê re bê rêkirin, ew nivîs dê bêne weşandin. Kovara Helwest ji bo naveroka nivîsan helwestek negatîf nîşan nade û van nivîsan li gor pîvanên xwe li mêzînê naxe. Ji bo naveroka nivîsan bila xwendevan biryara xwe bidin. xwedîyên eslî yên kovaran xwendevan bi xwe ne.

Kovara Helwest, ji bo ku bi naveroka xwe dewlemend be, ji babetên cuda cuda, dê nivîs biweşîne. Dê beşên helwestên çandî û edebî, helwestên muzîkî, helwestên zimanî û helwestên dîrokî hebin. Di van beşan de, dê nivîsên cure bên weşandin e. Di her hejmara kovara Helwestê de, dê beşa "Cîhana nivîskarên kurd" hebe. Di vê beşê de em dê li ser portreyên nivîskaran, li ser kar û xebatên wan yên edebî û li ser berhemên wan yên edebî û lêkolînî rawestin. Di vê hejmarê de em bi nivîskarê Kurd yê navdar birêz M. Emîn Bozarslan dest pê dikin. Di hejmara bê de, Gabbar Çîyan, Medenî Ferho  û herwiha dê bi yên din berdewam bike.

Kovara Helwest, helwesta naecibandinê nîşan nade. Di her nivîsê, di her berhemê de kedek heye. Kovara Helwest ji vê keda mejî re hûrmet nîşan dide. Her berhemek edebî li gor xwe xwedîyê qîmet û rûmetê ye. Kovara Helwest, dê helwesta rexneyên ku kêmanîyan bibîne, rexneyên ku rê nîşan bide, rexneyên çêkirinê ji xwe re bike bingeh. Rexneyên xirabkirinê, yên hesûdîyê, yên naecibandinê û pozbilindiyê dûrê kovara Helwest in. Rexneyên weha tu feydeyek ji çand û edebîyata Kurdî re nayine.

Kovara Helwest, dê di hêla mineqeşe û rexnegiriyê de bibe çirîskek, bibe meşaleyek. Kovara Helwest bi naveroka xwe ya mineqeşan û rexneyan dê ji bo pêşveçûna çand û edebîyata Kurdî xizmetek bike. Jîyan bi mineqeşe, rexne û helwestên rast pêşve diçe.

Ji bo hejmara duyemîn em li benda pêşniyaz û rexneyên we ne. Ji me re nivîsên mineqeşe û rexneyan bişeynin. Nivîskarên Kurd yên nûh ku xwerû bi zimanê Kurdî dinivîsînin, kovara Helwest ji bo we firsendek e, îmkanek e. Berhemên xwe yên nûh, nivîsên xwe yên pak ji kovara Helwestê re bişeynin. Vê tiştî jibîr nekin; Nîvîs ji bo weşandinê, ji bo ku bê xwendin tê nivîsandin.

Kovara Helwest, dê berhemên nivîskarên Kurd yên nûh derketî ji xwendevanan re bide danasînê. Di beşa "Cîhana Pirtûkan" de, dê bi giranî li ser berhemên nivîskarên Kurd yên nûh bisekine. Bi rexneyên çêkirî yên dostanî van berheman şîrove bike, xeta û kêmanîyan bi dostanî raxe holê ku ew nivîskarên nûh di afirandinên xwe yên din de xwe ji van xeta û kêmanîyan rizgar bikin. Aligirê wan yê herî mezin bi rexneyên xwe yên dostane û çêkirî, bi helwesta xwe ya rast ya îlmî - zanîstî, dê kovara Helwest be.

Hetanî hejmara duyemîn hûn bimînin di xweşîyê de xwendevanên ezîz û delal.

Kovara Helwest




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues