La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Auteur :
Éditeur : Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê Date & Lieu : 2008-01-01, Diyarbekir
Préface : | Pages : 128
Traduction : ISBN : 978-975-94847-4-3
Langue : KurdeFormat : 160x225 mm
Code FIKP : Jeu. Ku. 139Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Baxçeyê zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Serdema zarokî, destpêka hînbûna hemû tiştî ye. Li pêşberî dê û bavan, mamoste û perwerdekaran jîndarek birçî, birçiyê hemû tiştên derdora xwe heye. Bê westan meraq dike, pirs dike û bersîvan dixwaze. Her bersivek dibe wêneyek di serê wî/wê de û pirsek nû peyda dike. Ango li pêşberî me mêjiyek neprogramkirî heye û divê perwerdekarên zarokan çanda me, jiyana me ya civakî, sîstema jiyanê û çalakiyên însan bi gelek şêweyan (metodan) di mêjiyê zarokan da bi cî bikin û wan ji pêşerojê re amade bikin.
Di perwerdekirina zarokan da muzîk cihek sereke digre û di vî warî da rol û bandora muzîkê bi dehan car hatiye îspatkirin. Werçerxînên ku bi riya muzîkê di zarokan de peyda dibin çi ne?

- Berî her tiştî zarok fêrî bixwebawerbûnê dibin, lewra muzîk metodeke efektîv e û bi hêsanî şerma zarokan direvîne.
- Zarok bi riya muzîkê, ji hemû şêweyên perwerdekirinê hêsantir karin hestên dilê xwe yên hepiskirî derxînin derve.
- Bi aşkerakirina hestan, gevilên wan dertê meydanê û wêneyek zelaltir radixe pêş çavê perwerdekaran da ku ew karibin zarokan ber bi pêşerojek serketî ve bibin.
- Bi riya muzîkê zarok, karin hêsantir beşdarî xebatên civakî û yên hevpar bibin û di wê xebatê da karin keda xwe bibînin û bibin xwedî tecrûbe.
- Bi vê şêweyê fêrî bikaranîn û kontrolkirina dengê xwe dibin.
- Bi vê riyê gelek stranan hîn dibin û bi her stranekê re fêrî hin tiştan dibin.
- Bi riya muzîkê pirdengiyê nas dikin û jê hez dikin.
- Muzîk li ser tevgera zarokan bandoreke baş çêdike da ku karibin bi rîtm û pîvan bilivin, ango kontrola motorî pêş bixin.
- Muzîk gevilên afirandêriyê bi pêş dixe.
- Xusûsiyetên guhdarîkirinê pêş ve dibe, baldayînê xurt dike, riya lêhûrbûnê fêr dike.
- Zîrekiya mêjî pê vedibe û fam û ferasetê peyda dike.
- Komunîkasyona navbera însanan hêsantir dike.
- Komînîkasyona navbera kulturên dinyayê hêsantir dike.
- Alîkariya fêrbûna zimanek an jî hin zimanên din dike.
- Dilnermî û dilpakiyê xurt dike, li hember pirsgirêkan û çareseriya wan bêhnfirehî peyda dike, zarokan ji êrîşkariyê û karên bi xesar dûr dixe.
- Hestên neteweyî pêş va dibe û mecala nasîna kultura xwe, urf û adetên xwe peyda dike û hwd....

PÊŞGOTIN

- Hestên neteweyî pêş va dibe û mecala nasîna kultura xwe, urf û adetên xwe peyda dike û hwd.

Bêguman hêj gelek taybetmendiyên bikêr ên muzîkê hene ku roleke mezin li ser pêşketin û perwerdekirina zarokan dilîzin, lê kurtehevoka dagirtî ya Friedrich Wilhelm Nietzsche bersîva gelek tiştan dide : "Bê muzîk, jiyan qusûrek e."
Em bawer in ku ev pirtûk wê bibe materyaleke bingehîn bo mamosteyên muzîkê û her wisa bibe alîkarê perwerde û pêşketina zarokan.

Wek rêbernameya bikaranîna pirtûkê, pêwîstî bi destnîşankirina çend agahiyan jî heye. Bi kurtî ev in:
1- Ji bo her stranek û notaya wê rûpelek hatiye veqetandin. Li quncê jorîn ê çepê ya Allegro yan jî Moderato hatiye nivîsandin. Allegro: Ji bo muzîk û stranên lezgîn e. Moderato: Ji bo muzîk û stranên giran e.
2- Li serê rûpelê navê stranê hatiye nivisandin. Wek mînak, Rojbaş an jî Bebe bebe.
3- Li quncê jorîn ê rastê navê afirandêrê stran û awaza wê hatiye pêşkêşkirin. Wek mînak: "peyv û awaz: Aram Gernas " yan jî "peyv: Aram gernas ", "awaz: Enwer Qeredaxî" û her
wisa daxuyanî di naverokê da jî, ji bo her stranek hatiye nivîsandin.
4- Gotinên stranan ya digel hev yan jî li kêleka hev hatine beşkirin.
5- Her stranek li gor guherîna muzîkê bi tîpên A, B - A, B, C - A, B, C, D - A, B, C, D, E hatine nîşankirin. Ev nîşan him li ser beşên notayan him jî li ser peyvên stranan hatine bi cîh kirin. Wek mînak:
A Bebe be biçûko
   Megrî megrî berxiko
B Destê dayê girtiye
   Ez li ba te biçûko

Wateya van îşaretan ew e ku gotinên stranê wek muzîka beşa A tê strandin an jî xwendin; beşa B jî wek B tê strandin...
6- Wêneyên ku di pirtûkê de cîh girtine bê reng in. Zarok dikarin van wêneyan bi kêfa xwe boyax bikin an ji reng bidinê.
7- Wêneyên ku nimroyên rûpelên wan hatine nivîsîn ji alî wênesaz Arîf Sevînç ve hatine çêkirin. Wêne û nimroyên wan ev in: 12, 16, 20, 26, 30, 32, 34, 36, 46, 48, 54, 56, 70, 84, 86, 88, 90, 92, 94, 96, 104, 106, 112, 116, 118.
8- Wêneyên din ji aliyê Lennart Asp va hatine çêkirin.

AXAFTINA ŞAREDAR

Wezîfeya me ne tenê çêkirina park û rê û der û doran e. Wezîfeya me ya herî girîng ew e ku em ji bo pêşeroja vî gelî, ji bo çand û hunera vî gelî jî bixebitin, li ser navê vî gelî tiştên baş û rind bikin.

Wekî me got pêşeroja vî gelî berê her tiştî zarok dikevin bîra me. Ku em qala pêşeroja xwe bikin divê em zarokan bi bîr bînin. Gava ku em ji bo zarokên vî welatî kar û bar bikin em di heman demê de ji bo pêşeroja xwe jî dikin.

Gava ku mijar zarok bin mirov ji bo wan çi jî bike têr nake, ku ev zarok zarokên kurdan bin ev girîngtir dibe. Zarokên kurdan zaroktiya xwe najîn, di nava şer û pevçûnê de mezin dibin. Zarokên kurdan wekî zarokên dinyayê najîn.

Zarokên kurdan wekî kulîlkên ber devên kaniyên avzelal in, lê ji wê ava zelal têr avê venaxwin. Zarokên kurdan tî û birçiyê aştiyê, azadiyê, xweşiyê, dilşadiyê ne. Zarokên kurdan bi hesreta lîstikên zaroka ne, yên bi muzîk û şahiyê ne.

Ez di wê baweriyê de me ku heta niha ji bo zarokan zêde tişt nehatine kirin. Bi taybetî jî muzîka zarokan a kurdî gelek kêm e. Stranên zarokan gelek hindik in. Hema bêje tune ne. Gava ku em binihêrin ji her derê dinyayê bêtir îhtiyaca zarokên kurdan bi stranên lîstikê, bi stranên rojê, navên rojên hefteyê, meh û demsalan heye.

Mafê zarokên me jî heye ku bi stranên zarokatiyê serê sibeyan ji xew rabin û bi stranên zarokatiyê êvaran herin nava ciyê xwe û rakevin. Wê demê ew ê bikaribin xewnên aştî û xweşiyê bibînin.

Ji bo ku zarokên me bi hev re bi stranên xweşiyê, stranên lîstikê bilîzin me berhemeke bi tenê ji bo zarokan amade kir û em pêşkêşî zarokên xwe, pêşeroja xwe dikin.

Pirtûk ji serî heta binî tev stranên zarokan ên ku dinyaya zarokan geş dikin pêk tê. Ez di wê baweriyê de me ku ev stran ew ê ji ser zimanê zarokan nekeve. Li malê, li kuçeyê, li dibistanê, li parkê, li her derên ku ciyê lîstika zarokan e ew ê ev stran bêne gotin. Êdî zarok ew ê bi van stranan bi hev re bilîzin.

Di pirtûkê de stran ligel notayan hene. Ev pirtûk dikare bibe çavkaniya dersên muzîkê jî.

Pirtûk bi pêveka CD'yekê dertê. Ji nav pirtûkê beşek stran ji aliyê Koroya Zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin hilbijartin. Koroya me bi deng û rengê xwe ev stranên hilbijartî gotin û di CD'yê de hatin bicîkirin. Em di wê heviyê de ne ku ew ê bi dilê zarokên me, kulîlkên ber ava kaniyên zelal be.

Ji bo ku em berhemeke bi vî rengî çap dikin em bextewar û dilgeş in.

Me ev xebat bi hevkariya Komeleya Nivîskarên Kurd pêk anî. Di amadekirin û çapkirina vê berhema giranbuha de keda gelek kesan heye. Ez ji tevan re spas dikim û dibêjim em ê her tim xizmetên bi vî rengî bikin û zarokên xwe ji berhemên wiha bêpar nehêlin.

Prz. Osman Baydemir
Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues