La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Adetên Kurdîstan


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1979-01-01, Den Haag
Préface : | | Pages : 66
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x205 mm
Code FIKP : Br. Ku. 1936Thème : Sociologie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Adetên Kurdîstan

Versions

Adetên Kurdîstan

Ew pirtûg 5 - 7 - 1963 an de ji destê "Yekitiya niviskarên tarîxî li rex akademiya zanistî a yeketî Sowyet" derbaz bûye. Ewê komelê bo derketina vê pirtûgê destûr dane. Pirtûg çapxana a rojhelat li Moskowa de hatiye kirin. Çapa dawî de 1050 heb der ketiye.

Rast kirin û hûrnêrîn a wê a dawî de Mst. Qanadê Kurdo arîkarî kiriye.


... Û ehlê Eqrad eger xwecih eger Kurd û eger Rewend, qewî zêde hakimperest û axaperest in. Zêde îtaat a hakiman û mîr û axan dikin. Bilanê hakimêd wan Fileyek jî bibitin êdî zêde îtaat dikin, lakîn ji hemcinsêd xwe dexsê dikin. Bi înad û kîn û qederet in. Eger ji cinsê wan yekî jê re bibine hakim û axayêd wan îcarî ewî qebûl nakin û îtaat a wî nakin. Elbette fesadiyekê peyda dikin...

M. Mahmût Beyazîdî


PÊŞGOTIN

Di nava koleksiyona A. Caba de kitêbek destnvîsî heye ko navê wê "Adet û rusûmatêna meê Eqradiye" Nvîsarê wê M. M. Beyazîdî ye ko le bajarê Beyazêdê de bi miliyet a Kurd ji sala 1797 an de hatiye dinyaê. Beyazîdî di nav muhîtekî zana û gelperest de buye û jiya ye. Gelek baş hînî Erebî û Farisî û Tirkî buye kultur /çande / û edebiyata / wîje / wan baş nas dikir.

Beyazîdî çêtir tefsîr Qur'an û Quran xwande bû.

Ew xortaniya xwe de li medresa Beyazîd de dîxwîne, û paşê diçe nîva alîmên derve. Piştî ko tehsîla xwe temam dike dîsa vedigere Beyazîd û li wê derê ders dide. Gelek mewzûanda tişt nvîsandine, qismek li ser edebî û gramer in. Lê bê guman xebata wî a enteresan li ser folklor û adetên Kurd in. Xebata wî a giringtir li ser gramatîka zmanê Kurdî e. Ko navê wê jî bi nîv Erebî û nîv Kurdî ye. "Rîsale î texfehtû nexlan fî zimanî Kurdan. "Ji wê gramatîkê de ji karên Elî Teremaxî îstifade dike ko ew jî li ser zarava Hekarî û Rawendiya ye...

Kitêbê de fehm dibe ko Şerefname jî xwendiye û bi dîtina nvîskar û etnografekî adetên xelkê xwe , baweriya wanî dînî, urf û tradîsiya wan ber hev dike û dide berçav.

Konsolosê Rûsan Aleksandir Caba li Erzurumê M. Beyazîdî  dîtiye. Lewra ko ser zanistiya Kurdî Beyazîdî gelek alîkarî ji wî re kiriye . Bo ko Caba koleksiyona xwe dewlemend bike. Beyazîdî bi xwe ji kitêbxana xwe gelek kitêb boy Caba verîkirine û eserên xwe ê şexsî jî gelek pêşkêşî Caba kirine. Eger Caba Beyazîdî ew xebat nekiribûna niha ew eser li dinê tune bû û winda bûbû...

Wê eserê de jiyana Kurdên Misilman, cemiyeta sîstema esasên hakimlyeta feodalan ser kultura materiyala Kurdan, malavakirina wan rabûn û rûniştina wan nvîsiye. Weko dinê dest xetî û senata wan, zewac û jin anîn, bawerî bi şêx seyidan, û baweriyên xurafe dane berçav...

Li nîva eşîrên kurdan da gelek buyer henin ko bê sebeb in. Berberî û dijminahî bi yekûdu re pir dikin û hevûdu dikujin. Lêbelê xelkêre ne wisane, biyaniyan re zehf serî xwar dikin. O pasf in. Tenê eşîrî a wan daîmiye, her eşîr bawer e ko ew bi eşîrên din çêtir in. Xwe herweha bilind dibînin û kêmaniyê qebûl nakin, pirên caran ew jî ko ûşt a şerên wan dibe...

Zana Stîg Wîkander kitêbek nvîsiye ko navê wî "Eîn fest bei den Kurden ûnd îm avesta” ko bi zimanê Almani ye. Tiştên ko Beyazîdî. nvîsîne û tiştên ko heta niha mayîne tiştên ko Wîkander gotine ne zêde ji dûrî hev in. Mesela bila ko wê pirtûgê de behsa cejna "Varişnî Harezana" dike ko Ew cejn meha 9 û10 an de çêdibû. Ew cejn heta niha jî bi awakî din li nav Kurdên Tirkiyê, û Îran û Yezidiyan ên QafQas de henin...

Li ser Kurdên Îranê binêr A. A. Arekeliyan K. Xaçeturof, O. L. Wilçevskî, T. F. Arîstof û li ser Kurdên yezîdiyê Qafqas jî xebatê S. A. Egîzerof heyin...

Beyazîdî bi xwe li ser Kurdên misilman û tirkiyê nvîsiye. Rûdonko dibêje "Ew adetên weha ne tenê bi nav Kurdên Misilman da ne. Lê min bi xwe li nav Kurdên din de û derve jî dîtine...

Ew kitêb du destnvîsên xwe li kitbxana Leningradê de henin. Yek bi dest hatiye nvîsîn Hicrî 1274 û Miladî 1858-59 hatiye nvîsîn. Bi herfê Erebiye. Cih cih Caba bi herfên / tîpên / latînî not kirine berê...

Qopiya diduyan 1868 an de hatiye nvîsîn. Ew jî ji kitêbxana Şêx Nazar ketiye destê Caba. Caba ji wê kitêbê tercûmeyî Fransizî kiriye...

Ez pir spas dikim ko ew kesên Kurd ko alîkarî a min kirine ko navê wan Aso ê Cango, Şiko ê Hesen, Alî ê Cango, Îsmaîl ê Sado, û Moro ê Mehemedo...

Dîsa spasdarim ko alîmê mezin Kisliyakof ko nesihat li min kir ko ji bo vê xebatê, wekî din jî min ji Wîlçewskî û Mesçerof jî alîkarî dîtîye...

M. B. Rûdenko


Pêşkêşî

Min ji mej ve navê, seyda Beyazîdî bihîstî bû . Paşê derket ko ew ne yek in , lêbelê du heb Beyazîdî ne. Yek Mahmût Beyazîdî û yek jî Îsmaîl Beyazîdî. Ewana bra ne an heval in û an gundîne ez hin jî nizanim. Tiştekî niha zanim ew du lawên Kurd bê misl û bijarte ne. Ewan zûda di dîrokê Kurd de cih girtine lê mixabin ko em ta niha li cihêd wan bê xeber in...

Vê pirtûg a Mele Mahmût Beyazîdî rojekî bi tesadûfî ket destê min. Eger ko min tîpên Erebî nezanî bûma dîsa, jî pê agandar nedibûm. Gava ko min serê vê pirtûgê xwand "Adet û rusûmatina meî Eqradiye" û nvîskar jî M. Beyazîdî, wê gavê çawa ko ez bi dinyayekê dest xînim. Bi lez û bez min ew xwand. Paşê jî da çap kirin...

Kitêb bi du beşan çê bûye, parek bi Kurmancî û tîpên Erebî, para dinê Rûsî û bi tîpên kirîl / Rûsî / hatiye nvîsîn. Ew qismê bi tîpêd Erebî min vegerand latînî. Peşgotina wê jî bi Rûsî bû. Werger a wê ji bo min gelek zehmet çê bû, bila ko kesekî Kurdî û Rusî zanibin min nedît, ta ko paşê braderekî Kurd li Fransa ko Rûsî zanîbû vegerand Kurdî lê  ew jî ne bi temamî, û her weha bi kurtî nvîsand. Dema ko pêşgotina wê ber çav bû û hate fehm kirin me baştir zanî ko M. Beyazîdî kî ye û ew kitêb bi çi awayî hatiye afirandin..

Ez zehf spasî canik jinê, banû M. B. Rûdenko dikim ko ew pirtûg dîtiye û ji bin teregên / ref / toz girtî de derxistiye û  paşê jî bi xebatekî zehmet ew pêşkêşî xwandeyên dinyayê kiriye...

Li ser wîje û dîrokêd Kurdî de zehf tişt hatine nvîsin û gotin, lê bi rastî pir kêmasiyekî mezine ko li ser psikoloji û jiyîn û karektêrêd vî miletî qet ne tişt diyar bûne. Ko em zanin tu materiyalek jî tu nîne, Seyda Beyazîdî bi çi awayî ketiye ser vê rê, zemanê xwe de ew tiştên weha giring û pêşverûhî bi çi cesaretî nivîsiye, û ilham ji ku girtiye nizanim, lêbelê seyda di nav ûlemaên zemanî de şoreşek bi tenê hildaye milê xwe. Û şik û bawerî heye ko seyda ew tiştana li ser şîret û nesîheta A. Caba nvîsiye û dibe ko li ser daxwaza Caba û bo xatirê wî dest pê kiriye...

Dema ko seyda destpeka vê pirtûgê kiriye salên wî gîhaştine şêstî, bila ko kal buye. lewranê sîstema neql dana nvîsa wî de merov tê digêhê ko ew mînakalekî bi dil û can û weko merovekî çîrokbêj berpêş dike Hevok û bêjeyan yekbiyek, kin û mufassal, bi cih û şund dide û li ba hev kom dike...

Ew destnvîsa ko I858-59 anda çê buye, ketiye destê Caba û ko Rûdenko dibêje, Caba bi cih cihan de bi tîpên Latînî not kirine bere. Ewê din ji ji kitêbxana şex Nazar ketiye destê Caba. Di sala 1868, yanê deh salan dû ya yekan de. Eviya min baş fehm nekir, ko qopiya diduyan kê nvîsiye û kê daye şêx Nezar û kê dîsa, daye Caba û bo çi? Weko em zanin şêx Nazar jî Kurdekî Îranê bawerim ji Urmiyê ye. Ew bi kitêbxana xwe meşhûr bû, bi hezaran cild kitêbên / pirtûg / wî hebûn. Serpêhatiyên şêx gelek enteresan jî heyîn. Lêbelê ez baş nizanim ko bi rastî bîyoğrafiya wî çawa ye ...

Aleksandir Caba ew kitêb bi şexsen tercumeyî Fransizî jî kiriye û him jî ji qopiya diduyan. Yanê ewê ko ji kitêbxana /pirtûggeh/ şêx Nezar derxistiye...

Mele Mahmût Beyazîdî wekî din jî xebata wî henin, ko pêşgotinê de jî diyar dibe ko eser a wî a giringtir li ser rêzmana /gramatîka/ Kurdî ye. Û rêzmana wî ko navêd xwe nîv Erebî û bi nîv jî Kurdî ye. Min nekarî bi tam tercumeyî Kurdî jî bikim. Bila ko ez zehf lê gerîm ko boy peyda kirina wê pirtûgê, serfiraz nebûm. Weko min peyda kir, ko nesîb be ezê wê jî derxînim. Navê wê jî ew e: "Rîsaleî tuxfetûn nehlan fî zmanî Kurdan" Wergerî : "Mêşhinguvek le ser rîsaleyî /wêşane/ zmanê Kurdî de" Û a diduyan jî wîsa tercume dibe : "Nvîsarek li ser dema kevnareyên Kurdan".

Wekî dinê wexta ko bano Rûdenko dixwaze wê pirtûgê derxîne, serpêhatiyên wê pirtûgê gelekê zêde dibin. Pêşta hewaleyî Kurdnasekî dike, ew Kanadê Kurdo ye. Kurdo vê kitêbê rasteqînî dike, paşê diçe qomisyonekî de qontrol dibe ko rejîmê Sowyetê de sansor heye û giringe. Ji wê jî diçe çapxana Moskowa de bo zmanên rojhilatî çap dibin, çap dike. Lêbelê ew pirtûg ta niha 120 sal emrê xwe buye. Vê emrê xwe ê dirêj de kitêbê pir cih û dest, adres û şund guhartine. Serpêhatiya wê bê guman ko a yekî merov zêdetir dê heyîn. Beyazîdî Kurd û Kurdnasî min divêt baştir dizanit buya. Guya merov ko pirtûgê dixwîne ecêb dimîne ko boy zanistî a wî. Lêbelê dîsa jî kêmaniya xwe henin û. yaxûd kitêbê de tehrifat heye an guhartin e.

Zmanê wî zmanê Hekariyan û Rawendiyan e. Rawendî ew jî ta'îfeyekî Kurd e ko Selahettîn Eyûbî jî ji wê malbatê ye. Ew zarava ê Hekarî û Rawendî merkez /sentral/ ê Kurdîstan de têtin axaftin. Heta Bohtî û Silivî û Van û Mûş û Heta Behdinan jî ew zarava ye...

Lêbelê gotina me ne zarava ne zmanê kitêbê ye. Bi edebiyatekî qenc, lîsanekî safî û nvîsanekî teknîkî hatiye çêkirin. Her wekî ko zehf bêjeyên biyanî jî tê de heyîn, ên Tirkî û Farisî û Erebî, ger ew ne Kurdî bin jî îro ew kelîmena temamen fehm dibin û tên xebitandin, ên weko: "şayed, eger, yaxûd, ta'îfe, îqtiza, îhtiraz, nezer, ekserî, îlla, taxim, maazallah, sefer, elbette, mimkûn, mikerrem, miyesser, hwd û hwd... Ecêb ewe ko ji Beyazîdî virda sed û ew çend sal derbaz buyîne zmanê Kurdî de tu pêşveçûnek nebuyê, û kesî tiştek nekiriye serê. Ger wan pirs û bêjeyan em ji metînê derînin, cihê wan dê vala bimîne û ên nuh jî tu nînin, û nvîsarî jî wê mimkûn nebite. Dinêhirim ko zmanê Kurdî a wîjeyî a îro jî ji hîmê ko beyazîdî daniye tê....

Mele Beyazîdî hevokên xwe kurt û kin in. Tê de niqte û bihnok û işaretêd gramatîkî zehf nînin û li her cihekî de tim û tim "û" xebitandiye. Ji ber ko nvîsana Erebî de jî wîsa dibe. Beyazîdî cihên ko lazim e niqte û bihnok hwd. bên ewî  "û" xebitandiya, weko serê paraxrafan, paş niqteyan, pêş navên mezin û cihên din. Cihê nefes girtinê de "û" tête xebitandin ko eviya karekteristika zmanê Kurdî ye. Min bi xwe jî dîtiye ji nav gundiyan de ko pir kes gava qise dikin ewê bêjeê "û" zehf dixebitînin û carînan jî pirecar tên, weko: û û û ew kesên ko gotara xwe de i ih ih an jî a aa ah hwd dibêjin...

Gava ko merov vê pirtûgê baş û bi diqqet dixwîne şiyarî tiştekî daxuyanî dibe. Kitêb /pirtûg/ destpêkê de bi zmanekî dom dike û ew zman berewpêde tête guhartin û hêdî hêdî ji hev dûr dikeve û dawî dikeve rengekî din. Mesela weko pirs û bêjeyên "dikin, bibin, bibarin, bikirin, bibezin," îptida ew kelîmena bi wî awayî hatine nvîsin, lê rûpel 13, 14 de pêde hêdî hêdî, ji kêm ber ve zêdetî hatine guhartin. Paşê jî temamî bûne yek. Yanê hemuyan "ti" girtine û buyîne" dikitin, bibitin, bibaritin, bikiritin, bibezitin, hwd. Eviya tiştekî giring e û edebiyatê de /wîjeyî de/ ferqekî mezin e. Lewranê ko rengê zarava î hatiye guhartin. Ji ber ko em nizanin ko seyda çi qeder demê de ew pirtûg hazir kiriye. Dibe ko kar a wî a paşin li a pêşin baştir be...

Beyazîdî bi sistem a xwe Kurd bi çend beş a par ve kirine. /yanê çend gûrûb hesêb kirine/ Kurdên goçeber re gotine "Eqrad" ko ew jî bûne hîmê eser a wî. Bila ko tim û daîm behs a wan kiriye. Goçer û Berîtîyan û warangêr /Ên ko diçin waran/ Eqrad /goçer/ ne cihên wan heyîn, zivistanê li germiyan û Havînan jî li çiyan in...

Kurdên ko gundî ne, yanê ên ko xwedî erd û xanî ne wan re jî gotiye Kurdên “Xwecîh" î /yani cih girtî, temel danî, sabît./ Gora seyda ko behs a wan dike ...

Yek jî behs a Kurdên "maî" /meî, meyî/ dike ko bi alî me de baş nehate fehm kirin. Weko me zanî ew jî ên medenî, an burjûwazî ê zemanî bûne...

Bila ko çi rengi dibin jî bibin Kurd yek jor û yek jêr gişt mîna hev in.Ew tiştên ko seyda behs a wan dike, cih ê ko ez bi xwa jê hatime /Dersim/ % 90 henin. Tiştên ko Beyazîdî dîtine û bo vê eserê bijartine wîsa bi marîfete ko pir rexne û îxtirazî nehiştiye...

Bila ko cih cih heye, tê de xoşbînî û an safitî heye. Weko rûpel a 34 ande ko behs a kumreşî û bedgumaniyê dike, zêde pêş ve diçe an jî zemanê me îro zêde pêş ve çuye?

Bi rastî jî kumreşî û bedgumanî Kurdan de kêm heye. Ko zêde hebûna wê wan dost û dijmin zû bi zûyî binasîna. Yek jî kumreşî a vî pirtûgê bikirina. Lewranî tarîxê vê kitêbê de kumreşî û bedgumanî heye. Her weha ko merovekî mîna Beyazîdî, ko Kurd û Kurdîstan bihost bi bihost, ling bi ling zaniye û dîsanê jî xelitekî bêneborînî wê bike. Mimkûn nîne bawerî nabe. Weherweha ko ew kitêb di sala 1963 ande der tê, yanê li nîva hereketa M. M. Barzanî de. Cihderketin a wê jî yeketî Sowyet e û kitêb li dinyaê belav dibe...

Em zehf spasî canik jinê M. B. Rûdenko dikin, lêbelê hêvîdarim ko tehrîfat û têkguhartin tê de tunebe. Xoş weha be jî ne ko demû dewrana îro de ye...

Gava ko M. Beyazîdî rûpel a pêşîn, yanê dest pêkê de dibêje: "Zemanêd mazî de Kurd û Eqrad tune bûne, hemû Ereb bûne(!) Evana ko çûne sînorê Ecem û Îranê, lîsanê wan hatine guhartin û falan û fâlan...

Lewra min pêşta jî got, gava ko merov bi dîqqet bixwîne zmanê pirtûgê a pêşin û a paşin ne yek in. Ez dibêjim ko, ew deh û diwazdeh rûpelên pêşin ne a Beyazîdî ye. Tehrîfat bûye...

Em nizanin da Beyazîdî anegore wî zemanî ko Erebî mode bû, weha gotiye, zîra kesên ko xwe dikirine Ereb bi rûmet dibûn. Lewra ko li bin tesîrê dîn de bûn. Dibe jî ko seyda xwe bi digel modeî kiriye. An jî li ba şêx Nezar û an jî li ba Caba hatiye guhartin. Lazim e ko merov wan her du qopiyê destnvîsî bibînî...

Îro hinde xortên Kurd henin ko bi Kurd bûna xwe re serbilind û mexrûr in, zanim ko cih cih ên kitêbê de dilên wan diêşin. Mesela rûpel a 39 an de ko behs a Sultan A. Mecît kiriye û guya edl û asanî, wî û Asakîrî nîzamiye a wî aniye. Û yek jî rûpel a 41 an de ko gotiye Kurd zêde ji tifingê ditirsin. Guya tifing ko li cihekî hebe Kurd naçin. Lê ez dê bi xwe bawer dikim ko ger mitral jî hebe Kurd wê biçin...

Rûpelê 34 an de jî behs a endamên lêzimekî ko li cihekî radizin kiriye. Şayed eger gora wî zemanî wîsa bûyî ye û dîsanê heta îro jî heye. Min bi xwe jî li alî Cizîrê gundekî nêzîkî  Sîlopî de wîsanê dît...

Weko merov kitêbê dixwînit tê de gelek xelitên îmlayî û gramatîkî dibîne. Ew jî kêmasîyek e li zmanê Kurdî de û xelkê Kurd de ye. Bila ko hîn zmanê xwe çênekirine. Ger bi zarava û serzman, ger bi aşîr û malbatan ew zman texlit bi texlit tête xwandin û nvîsîn. Kitêbê de jî ew texlît henin. Weko: " Merov, mirov - Sîwar, sûwar,siwar - Wenda, winda - Şewlekî, şolekî - Şom şowm - Hwd û hwd...

Yek jî hinek caran ew tîpên lêker bi hev re û hinek caran jî bi cêh hatine nvîsîn. Mesela Ayib e, ayibe - Xort in, xortin - Li piştê ne, li piştêne - Kêm in, kêmin, hwd...

Herweha me dîqqetî rêz û rêzikên gramatîkî nekir. Bixwe ji tîpên Erebî ko vedigere tîpên latînî hinek xelitên zehmetî jî dibin. Çend tîp henin ko rengên hevûdin bi temamî nadin. Weko 'î û ê' bi Erebî de 'y' tête nvîsandin. Lêbelê va pirtûga jî ne rêzman e û ne jî dawa zmanê Kurdî a modern dike.

Adet û rusûmatêna meî Eqradan pirtûgekî zanistî û zanyarî û materiyalekî tarîxî ye. Navê vê pirtûgê wekî din jî ew e: Kîtab a adet û rusûmatêna me tawaî’fêd Eqradî ye û ûsûl nîzamata gel Kurmanciye...

I6 Adar 1979
Werger: Delîlo Îzolî

DX: Ew pirtûg bê wêne bû, wêne ên ser û navîn de çend diyariyek ji welêt me kirine berê...


Bismillahîrahmanirrahîm elhemdulillâhî rebbîlalemîn vesselâtû ala Muhammedin ve alîhî ecma'în...

Ema baed me'alûmî cenabêd talib û naziran bibitin ko ew tewayîfêd Eqradan ji tewayîfêd Erebêd bedewî êd berêne. Ko zemanê maziyê de ji wan tayfêd Ereban miqdarek cuda bûyîne û bi wan kenaran de bi eyal û etfal hatine û hemû qebîleyek bûne. û berê lîsanê wanî jî bilûmûm zmanê Erebî bûne û yek ta'îfe bûne. Heta wî zemanî lefz Kurdîstan tune bûye. Paşê weko hatine van etrafêd xalî û sînorêd Îran û Xoresanî ew merovêd hatî mesela çend in elbette her yekî navek heye. Heyder,mesela navê yekî bûye. Herçî ji ewladêd wî Heyderî zêde buyîne nîsbet bi bal wî daye Heyderî Ewana buyîne tayîfeyek û mesela navê yekî. Zeylo buye, herçî ewladêd ji wî merovî zêde bûyîne nesebet dayîne bi bal Zeylo, Zeylî Zeylî gotine. Ta'îfêd mayî jî bi vî tarzî ne. Mirad ji ta'îfan eviya her ta'îfeyek kurê bavekî bûne û bi mirûr eyam her yek buyîne ew qeder mal. Îcarî ew ta'îfe jî bi neseb nêzûkî û bra û pismamiya wî zemanî xeyret a yekûdu dikiin û eger dûrin li yek û du nabine xweyî, qebîle û tayfe ewna ko beyan bûn...

Û lefz Kurd û Eqrad eslê wî girde ye. Yanî ber hev û cem'î kirine. Bo munasebetê ko ew Ereb bûyîne cîranê Îran û Farisî û Xoresanî, êdî ji lîsanêd wan tayfan yekûyekû berhev û cem û exz kirine û hêdî hêdî zmanêd xwe ê qedîm ko Erebî ye terikandine û mirûr zeman û borîna îyamî buyîne hinde eşayîr û qebaîl û ta'îfe...

Ew navê wan ko maye Kurd û Eqrad ew sebebe ko zmanê berhev, yanê mexlûtî ye. Yanê gird kirdî ye. Ji Farisî û Îraniyan. Îcarê ew tayfana ji etrafan bi nav Kurd û Eqrad hatine navdan û buyîne miletekî meallûm...

Ema zmanê wan jî biheseb cih û mekan bazê îxtilaf tê heyîn. Lewranî lîsanê Ereb û Farisî û saîr jî dîsanê cezwî muxayîret heyîn. Mesela lîsanê ehlê Hîcaz û Misrê û Erebêd bedewî naşibine yekûdu. ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues