La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdên Haymanayê


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 2000-01-01, Spånga
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 91-89014-64-2
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku.335Thème : Sociologie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdên Haymanayê

Versions

Kurdên Hâymanayê

...Gelê ku li vê navçeya di navbera Angorayê, Afyon Karahîsarê û Qonyayê de dijî, ji nijadekî ye ku bi giştî ji reh û regeza Tirkan cihêwaz e. Ew Kurd in, pismamên Farsan in û kalûbavên me ên dûr in. Bi taybetî ji bo çêkirina lêgerînekê li ser vî gelê kurd ku bi gelek awayên xwe balkêş û girîng e ku min biryar girt û min herdu hevalrêyên xwe Guillaum'ê avahîsaz û Jules Delbert'ê doktorê şandeya fransî ya di bin serokatiya min de li Angorayê hiştin. Tenê, bi Tirkekî qenc û ciwanmêr re, Mehmed axayê ku ji pênc mehan ji min dûr neketibû ez deh-duwanzdeh rojan (di sala 1861ê de) li Haymanayê jiyam. Ez bi taybetî li gundên Kurdan geriyam. Îro (sala 1865an), ez ji defternameyên rêwîtiya xwe wan hemû agahiyên ku dikarin vî gelê kurd bidin nasîn derdixînim. Ev gelê hanê xwedî gelek taybetmendiyên giranbuha ye û gava ku di dawiya dawîn de ji xewa giran û dirêj rabe, belkî ew ê rojekê ji rojan ji vê tarîtiyê derkeve û ew ê bandoreke mezin di împaratoriya tirk de bilîze...

Georges Perrot


Pêşgotin

Di nav her dusê sedsalên dawîn de, gelek vekolînger û dîroknasên ewropayî yên ku li Împaratoriya Osmanî û Farsî geriyane, di Kurdistanê re bihurîne û li ser Kurdan çi bi kurtî çi bi dirêjayî nivîsîne. Di demên kevntir de, di dewranên İmparatoriya Yûnanî de, Heredot û Ksênofon jî çûne Kurdistanê le wan ne gotina Kurd ne jî ya Kurdistanê bi kar anîne. Ksenofon behsa nijadekî çiyayî, Kardûkan dike û Heredot pesnê Medan û bajarvaniya Ekbatanê dide, lêbelê mixabin, ev herdu dîroknasên kevnahiyê bi dirêjahî ne li ser van hovên serên çiyan, ne jî li ser Medên xwediyên bajarvaniyê radiwestin. Di demên nû de, piraniya lêgerînên li ser Kurd û Kurdistanê kêm caran bi şêweyekî zanyarî an bi destê dîroknas û arkeologên bijarte hatine pêkanîn û piraniya lêkolînên li ser Medan di sedsala bîstan de dest pê kirine. Weha jî diyar e ku li ber deriyê salên sêhezarî, nivîsên li ser Kurd û Medan bi rastî hêna mîna zarokekî di nava pêçekê de, di gehîneka xwe ya pêşîn de ne. Mijara kurdnasiyê ta îroroj cihê xwe yê rastin negirtiye û hêna ew di nava dîroka miletên Asya Biçûk û Rojhilatê de perçebûyî ye.

Ji aliyekî din jî, Ewropayiyên ku di van dusê sedsalên dawîn de çûne Kurdistanê pir kêm bi şêwekî xurt guhê xwe dane Kurdan. Wan piraniya caran Kurd mîna çete û rêbirran dîtine û hewl nedane bi çavekî din li wan binêrin da ku li ser dîrok û ziman û bajarvaniya wan vekolînên kûr û objektîv biafirînin. Lêkolînên bi zimanê elmanî, inglizî, fransî li ser Someriyan, bajarvaniyên Farsan, Asûriyan, Ermenan û hin miletên ku nemane wek Lîdiyan, Frîgiyan, bi sedan hene û hêna jî her sal bêtir û nemaze tekûztir û kûrtir dibin. Kurd û kalûbavên xwe hêna bêpar in û bêguman destê Împaratoriya Osmanî û Farsî ên kevn di ve yekê de heye. Ji demên kevn de, her tiştê ku li Kurdistanê derdikeve dibe malê dewletên dagîrker, bajarvanî diçe ji xwediyên karînan, gundîtî û çetayetî dimîne para Kurdên bindest.

Mijara ve kitêbê vedîtinên gera Georges Perrot li nav Kurdên Haymanayê ye. Dîroknas û arkeologê fransî di sala 1861an de bi şandeya (mîsyona) fransî re diçe Asya Biçûk. Diyar e ku Kurd ne di bernameya lêkolînên Fransiyan de ne, lê ew bala Perrot, serokê şandeyê, bi xurtî dikişînin. Weha jî ew biryarê digre ku hevalrêyên xwe li Enqerê, li Angoraya wê deme, bihêle û dehduwanzdeh rojan tenê bi bedenparêzê xwe re li nav Kurdên li derveyî Kurdistana bingehîn bigere. Ew diçe Anadolê, behsa bicîhbûna Kurdan li wilayeta Haymanayê dike, li ser nijad û zimanê wan dinivîse, di wan gundî û şivanan de bermaye û daketiyên Medan dibine.

Bi kurtebirrî, Perrot Kurdan tenê mîna çeteyan nabîne; ew ji wan hez dike, hêvî dike ku ew ê ji xewa xwe ya kûr rabin û dîroka Hindo-ewropayiyan ji nû ve li ser rûyê ve navçeye vejînin..

Gotara li ser Kurdên Haymanayê di kovara La Revue des deux mondes (Kovara herdu cîhanan) de piştî çar salan, di 1865an de, li Parîsê diweşe. Paşê di kitêbên xwe de, Exploration archéologique (Lêgerînek arkeolojî) û Souvenir d'un voyage en Asie mineure (Bîranînên rêwîtiyekê li Asya Biçûk) û nemaze di giranbuhatirîn berhemên xwe de, Histoire de l'art dans l'antiquité (Dîroka hunerê di Kevnahiyê de), gava dibe behsa herdu şervanên Keleha gawiran, Perrot gelek caran navê Kurdan bi lêv dike. Lê mixabin ew tu lêkolînên dirêjtir li ser wan nanivîse çûnkî ji aliyekî, di ve demê de agahiyên li ser Kurdan çapbûyî kem in û ji aliyê din jî, Kurdên Haymanayê hêna şivan û gundiyên nezan in û ew tu tiştî li ser dîroka xwe nizanin da ku bikaribin alîkariyê bikin. Piştî ve gera xwe, Perrot di lêkolînên xwe de ji demên kevnare ên Yûnanistan û Asya Biçûk dernakeve, herdem çêlî bajarvaniyên kevn dike. Ew tenê, ji dûr ve, çend ristan li ser Kurdan hergav bi şêweyekî erênî dinivîse û di nav re pesnê wan dide û hezkirina xwe ji wan û regeza hindo-ewropayî re diyar dike.

Georges Perrot ki ye? Ew di sala-1823an li Fransayê li bajarê Villeneuve-Saint-Goerges'ê di malbateke mesîhiyên protestant de tê dinyayê. Ew li Êcole normale supérieure (Dibistana amadekirina mamosteyan) dixwîne, zimanên xwe en yûnanî, latînî û fransî tekûz dike. Di sala 1855an de, di bîst û sê saliya xwe de, ew dibe endamê Dibistana Fransî ya Atînayê, li Yûnanistanê û komgiravên wê, nemaze li girava Girîdê (Krêtayê) sê salan digere û paşê vedigere Fransayê û karê mamostetiyê li gelek dibistanan (Lîseyan) dike. Bi saya alîkariya wezareta hînkirinê û hukumata împaratorî, -Napoléonê Sisyan ji 1851an ta 1870êyî împaratorê Fransayê ye- Perrot di 1861an de wek rêberê şandeyekê berê xwe dide Asya Biçûk. Ji wê salê û şûn de, ew dibe bengiyê huner û dîroka Yûnanistanê û Asya Biçûk. Piştî ku ew kitêba Exploration archéologique... (Lêgerînek arkeolojî...) û Souvenir d'un voyage en Asie Mineur (Bîranînên rêwîtiyekê li Asya Biçûk) li ser Asya Biçûk dinivîse, ew di ber karê xwe re wek mamosteyê arkeolojiyê li zankoya Sorbonne'ê hemû temenê xwe dide şahkarê xwe, ango dide her deh cildên Histoire de l'Art dans l'antiquité (Dîroka hunerê di kevnariyê de). Di nîvê duyem ji sedsala hijdehan û destpêka sedsala nozedehan de, Perrot gehînek nû li ber zanyariya arkeologiyê li Fransayê û li hemû Ewropayê vedike û ta berî mirina xwe bi çend rojan, ango ta beri 20ê meha hezîrana 1914an, ew hemû hêz û wextê xwe dide hunera demên kevnare.

Helwesta Perrot bi giştî li hember pirsa Kurdan û bi taybetî li ser Kurdên Haymanayê di wan salên kevn de balkêş e. Ermen, Yûnan û miletên din en İmparatoriya Osmanî serê xwe li dijî Bab-î Ali radikin û Perrot di dilê xwe de hêvîdar e ku Kurd ê jî beşdarî ve tevgera azadiyê bibin. Ew xwe berdide nava Haymanayê wek ku dizane tiştek jê tê xwestin. Arkeolog li ser mucesemên zinarê Keleha Gawiran radiweste û dixwaze di demûlêvên wan herdu cengaweran de rûyê kalûbavên Kurdan ango rûyê Medan bibîne. Paşê, gava axaftin tê ser eslê van herdu muceman, Perrot di wan herdu mêran de key û keyzadekî Hîtîtîyan dibine, ew ê wan bike Lîdî, frîgî, careke din Asûrî û ta mirina xwe di sala 1914an de, ew ê hergav bixwaze di rûyê wan de demûlêvên Medên hindo-ewropayî, ango kalûbavên Kurdan bibîne. Di ve gotarê de, ew hewl dide pêwendiyeke aqilane di navbera hebûna wan herdu cengaweran û Kurdên Haymanayê de bibîne. Li gor gotinên Perrot, dengekî kevn bang Kurdan dike da ku ew xwe berdin wê deştê û li şûna kalûbavên xwe ji nû ve bi cih bibin û re li Tirk û Teteran bigirin.

Lê eger ev herdu şervanên ser zinarê bi destên hunermendên Medan an miletên din hatibin çêkirin ev yek di gotara Perrot de cihekî taybetî nagire. Perrot bêtir li ser taybetmendiyên kesayetiya Kurdên Haymanayê û li ser tevgera koçberî û dêmaniyê dinivîse. Gotara Perrot belgeyeke dîrokî ye li ser Kurdên Haymanayê di sedsala nozdehan de û li ser rewşa koçberî û avakirina gundan. Weha jî, Keleha Gawiran ji bo Perrot vedîtinek bingehîn e le dîrok, ziman û nijadê Kurdan dimîne mijara serekin ya ve lêgerînê.

Sê tişt vê lêkolînê ji bo Kurdan giranbuha dikin.

Pêşî, Perrot li ser Kurdên Haymanayê û ne li ser Kurdên nava Kurdistana bingehîn û kevnare dinivîse. Ew li ser gehînokên koçberiyê dikole û di jiyana Kurdên derveyî Kurdistanê de sê beşan dibîne. Kurdên rewend en ku tucarî naxwazin bi cîh bibin û di bin konên xwe yên reşbizinî de her rojê li deverekê dijîn. Kurdên hêna koçer mane, lêbelê dilê xwe dibijînin jiyana dêmaniyê. Kurdên ku xanî ji xwe re ava kirine, gava dawîn ber bi jiyana xwecihiyê avêtine lê belê hêna dev ji konê xwe bernedane. Bi kurtebirrî, Perrot behsa Kurdên çiyayî dike û dinivîse çawa û nemaze çima ew bi koçmalên xwe ji çiyayên bilind dadikevin deştê û hin bi hin ber bi jiyana dêmaniyê diçin, dibin xwedî gund û xanî.

Ya dudyan, wek ku Perrot guh li bajarvaniya Yûnanan, Romayiyan, Hîtîtîyan, Lîdiyan, Frîgiyan, Farsan, Yehûdiyan û hwd., dike, ew weha jî li ser Kurdên koçer û gundî dinivîse. Di baweriya wî de tiştekî Kurdan kêmî miletên hawîrdora wan tuneye. Ew ve yekê jî bi lêv dike û dibêje ku miletê kurd bi gelek taybetmendiyên xwe ên xwezayî di ser miletê Tirk re ye û wî tucarî ne ji wan re ne ji Farsan re serê xwe xwar kiriye. Ew van baweriyan di nivîsên xwe ên din de dubare dike. Weha jî, ji bo amadekirina vê gotara xwe, Perrot li Ksênofon û Heredot û Şahnameyê vedigere ta bêtir Kurdan binase û paşê wan bide nasîn. Ev cara yekem e ew pêrgî gundên Kurdan tê û agahiyên li nik wî li ser Kurdan gelekî serete ne. Perrot hêvîdar e ku pêwendiyek xurt di navbera wan herdu muceseman û Medan û Kurdên Haymanayê de hebe. Gava ew ji kelehê dadikeve û dikeve nava gundiyan, ew pergî eynî wan demûlêvan tê. Ew kêfxweş dibe, çûnkî ew di dilê xwe de nijadê hindo-ewropayî li ser yê tûraniyan dibîne û bêtir baweriya xwe bi karînên Kurdan tîne. Bi çend gotinan ew dixwaze ku Kurd wek Yûnan û Ermenan ji bin destê Tirkan derkevin û cihekî serekîn di Asya Biçûk û Asya Navîn de bigirin. Weha jî, eger piraniya gerokên ewropayî en di van dusê sedsalên dawîn de Kurdan mîna hov û çeteyan dibînin û behsa wan bi sextî û dijwariyê dikin, Georges Perrot Kurdan di ser hemû miletên derdorê re dibîne. Di piraniya bîranînên xwe de, ew Tirkan çirûk û ne ewle dibîne û hêviya wî bi Kurdan xurt e ku ew ê rojekê ji rojan rabin ser xwe û cihê xwe di dîroka mirovantiyê de bilîzin. Ew di dawiya gera xwe de hêviyek mezin ji wan dike çûnkî di baweriya wî de, ev miletê ji nijadê hindo-ewropayî gerek bi ser keve û rola xwe ya dîrokî bilîze.

Tiştê sisyan, nivîsa Perrot li ser Kurdên Haymanayê belgeyeke dîrokî û giranbuha ye. Perrot Ewropayiyê pêşîn e ku gavên xwe davêje gundên Kurdên Haymanayê. Berî wî, tukesî li ser gundî û şivanên wan demên kevn lêkolîn û lêgerîn nekirine.

Weha jî, wergerandina ve belgeyê bi giştî ji bo Kurdan û bi taybetî ji bo Kurdên Haymanayê bi xwe girîng e. Perrot di nav van gundiyan de digere û li ser dîroka wan, nijadê wan, taybetmendiyên reha wan, rabûn û rûniştinên wan diaxife. Kurd dikenin, matmayî dimînin gava ji devê Ewropayiyekî dibihîzin ku gelek gotinên kurdî û fransî, hem ji alî dengan, hem jî aliyê angoyê wek hev in. Perrot dêşe gava dibîne ku Kurd hêna di nava nezanî û xizaniyê de dijîn, lêbelê kêfa wî tê ku rewşa jina kurd ji ya jina tirk û ta jina yûnan ya musilman gelekî çêtir e. Ew behsa demûlêvên Kurdan, konên wan, xaniyên wan, cilûbergên wan, jiyana wan ya rojane, çi di zivistanan de çi di havînan de be dike. Gotara Perrot weha jî di warê lêgerînên mirovnasiyê de belgeyek bi serê xwe ye çûnkî Kurdên Haymanayê nema wan cilûbergên berî sed û çel salî li xwe dikin û nema destgeha xanîgermkirinê bi kar tînin.

Di dema Perrot de, navên gund û bajar û çem û çiyayên Asya Biçûk ne wek îroroj bûn û piraniya wan yûnanî an latînî bûn. Di gotarê de gelek nav dibihurin anuha navine nû, bi taybetî navine tirkî şûna wan girtine. Ji ber ve yekê, ez naçar bûm li ensîklopediyên dema Perrot vegerim û bigerim da ku wan navên kevn li gor wê deme rave û şirove bikim. Weha jî, hebûna têbînî û ravekirinan li dawiya vê kitêbê ji bo têgihaştina naverok û radeya agahiyên vê gotarê girîng e. Wek nimûne, gava Perrot behsa Nikomediyê dike, ev bajar îroroj bûye bajarê Îzmîtê. Gava ew behsa Wanê dike, ji bo piraniya me Wana îroroj tê ber çavên me, le Wana 1861an bi gelekî ji ya îroyî cihêwaz bû. Wan hem biçûk bû û hem jî gelek miletên corbecor û têkel lê dijiyan. Di dema Perrot de, sê beşên Kurdistanê di bin destê Tirkan de bûn û beşê mayî di bin destê Farsan de bû û navê Kurdistanê li ser karta Împaratoriya Osmanî bi tîpên mezin dihat nivîsîn.

Serbajarê Tirkiyê Konstantînopel (ango bajarê Konstantînê bîzansî) bû û tewana dunyayî û rûhî di destê sultan an Padîşah de bû. Du kesan di bin sîwana Padîşah de karûbarên dewletê diçerxandin: Wezîrê mezin ango Sadr Azam û berpirsyarê oldarî, ango Şêx-ul-Îslam. Ji La grande encyclopédie (Ensîklopediya mezin) ya salên 1885-1902an, mirov dibîne ku gelek miletên têkel mîna Tirk, Yûnan, Kurd, Ermen, Qiptî û Cihû li ser wê axê hebûn. Mirov têdigêhêje ku tenê ji şeş an heftsed salî Osmanî li Asya Biçûk û li perçeyê herî mezin yê Kurdistanê fermandariyê dikin. Berî wan, bi dirêjahiya hezar û heftsed salî Împaratoriya Yûnanistanê, Romayê, Bîzansê û Şahinşahiya Îranê hukum kirine û şop û rêça xwe li ser rûyê wê axê bi xurtî hiştine. Weha jî, mirov dibîne ku navê Kurdistanê bi zanebûn ji karta Tirkiya îroyî hatiyê rakirin, lê ew nav ta di destpêka sedsala bîstan de jî hêna hebû. Piştî şerê Cîhanê yê yekemîn û damezrandina komara Tirkiyê, gelek guhertin di erdnigariya dunyaya Asya Biçûk û Rojhilata Navîn de çêbûn.

Angorî baweriya min, ev cara yekem e ku gotarek weha dirêj û balkêş li ser Kurdên Haymanayê tê nivisîn. Ez hêvîdar im ku hebûna wê bi zimanê kurdî ê hinek valahiyê dagire. Weha jî, eger Georges Perrot ji gora xwe rabe û bibîne ku Alî Çiftçî, Xwediyê weşanên Apec'ê, mirovekî ji reh û xwîna koçer û gundiyên Anadolê nivîsa wî li Swêdê çapkiriye û weşandiye, ez bawer im ku ew ê kêfxweş bibe. Ew ê poşman nebe ku wî deh-duwanzeh rojên xwe li bal Kurdan buhurandine û paşê gotareke bi taybetî li ser wan nivîsandiye. Georges Perrot ê bibîne ku hêviya wî ya dawiya gotarê hêna bi giştî bi cîh nebûye, lê Kurdên Anadolê hêna Kurd mane û belkî jî li nijad û çanda xwe ji gelek rexên din en Kurdistanê bêtir xwedî derdikevin.

Beşên vê wergerê pêşî bêyî têbînî û ravekirinên xwe di hejmarên kovara Bîrnebûnê, kovara Kurdên Anadolê de, hatine weşandin.

Dr. Fawaz Husên


Kitêbên Georges Perrot

Di van her sê berheman de Perrot behsa gera xwe li Asya Biçûk û herdu mucesemên Keleha gawiran dike:

Exploration archéologique de la Galatie et de la Bithynie d'une partie de la Mysie de la Phrygie, de la Cappadoce et du Pont. Exécutée en 1861 et publiée sous les auspices du Minstêre de l'Instruction publique par Georges Perrot. Ancien membre de l'École française d'Athènes, maître de conférences à l'école normale, Edmond Guillaume (architecte du gouvernement, ancien pensionnaire de l'Académie de France à Rome et Jules Delbet, docteur en médecine. Paris, librairie de Firmin-Didot Frères, 1872. 2 volumes in-fol dont ı de planches.

(Vedîtinên arkeolojî li Galatiyê, Bîtînê, beşek ji Mysiyê, Frigiyê, Kapadokyayê û Pontê. Di sala 1981 û weşandî bi saya alîkariya Wezareta Perwerdekirina Giştî. G. Perrot, E. Guillaume û J. Delbert. 2 cild, 391 rûpel, 80 belge, 7 pelikên rêwîtiyê. Paşê kitêb careke din li nik weşanxaneya Frimin-Didot de di 1972an çap dibe). Em rûpelika li ser rêwitiya li Haymanayê di ve kitêbê de çap dikin.

Souvenirs d'un voyage en Asie Mineure par Georges Perrot. Paris, Michel Lévy frères. 1863.

(Bîranînen rêwîtiyekê li Asya Biçûk). Parîs, weşanxaneya Lévy frères, 1863.

- Histoire de l'art dans l'Antiquité. Égypte, Assyrie, Perse, Asie Mineure, Grèce, Etrurie, Rome. 10 Tomes. - Georges Perrot et Charles Chipiez. Paris, Hachette, 1882.

(Dîroka hunerê di kevnahiyê de). Misra kevn, Asûriye, Farsê, Asya Biçûk, Yûnanistan, Etruryê, Romayê. 10 cîld. - Georges Perrot û Charles Chapiez. - Parîs, weşanxaneya Hachette'ê, 1882-1914. - Cîldê çaran li ser Yehûdistanê, Girava Sardênyayê, Sûriyeyê û Kapadokyayê ye. Her çar cîldên dawîn tenê li ser hunera Yûnanistana kevnare ne.

Perrot di sê govaran de gotarên xwe belav dike: La revue des deux mondes (Kovara herdu cîhanan), La revue de l'instruction publique (Kovara hînkirin û perwerdekirina giştî) û La revue archéologique (Kovara Arkeolojiyê).




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues