La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Compûtera Ber Dilê Min


Auteur : Multimedia
Éditeur : Nefel Date & Lieu : 2002, Stockholm
Préface : Pages : 122
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x225 mm
Code FIKP : 3598Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Compûtera Ber Dilê Min

Compûtera ber dilê min

Mîzah þaxeke edebîyata miletekî ye ko beþê herî balkêþ e. Ger di civatekê de mîzah û rexneyên mîzahî tunebin, pêþketina wê civatê jî qels e. Mîzah jî wek gelek þaxên edebî û folklorî û mûzîkî, parçeyek ji neynika wî mil-letî ye ko di wê neynikê de kil û kêmasîyên xwe dikarin bibînin û xwe li gor wê rast bikin.


Kurtepêşgotinek

Mîzah şaxeke edebîyata miletekî ye ko beşê herî balkêş e. Ger di civatekê de mîzah û rexneyên mîzahî tunebin, pêşketina wê civatê jî qels e. Mîzah jî wek gelek şaxên edebî û folklorî û mûzîkî, parçeyek ji neynika wî mil-letî ye ko di wê neynikê de kil û kêmasîyên xwe dikarin bibînin û xwe li gor wê rast bikin.

Ji derveyî pêkenîn û henek û laqirdîyên devkî yên folklorîk, çi bigre her millet xwedî mîzaheke nivîskî ye jî. Di her civatekê de bi destpêka der-ketina rojname û kovaran re, her weha kovar û rojnameyên mîzahî jî dest bi weşanan kirine. Ger em di edebîyatê de hicîv û rexneyên helbestkî ne-hesibînin, di edebîyata kurdî de mîzahê bi derketina rojname û kovaran dest pê nekirîye.

Yekem rojnama kurdî Kurdistan di 1898-an de derket û ji wê rojê heta îro li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt nêzîkî 1026 kovar û rojnameyên kurdan derketine. Di nav van rojname û kovaran de tenê pênc kovarên mîzahî derketine (Mîrkut, Zengil, Îsot, Kovik û Tewlo) ko wan jî piştî salên 1985-an dest bi weşanê kirine.

Di 1985-an de bi alîkarîya carcarî ya Eşref Okumuş, bi navê Mîrkutmin kovareke mîzahî derxist. Di wê kovarê de di bin navên cihê cihê de min gelek nivîsên mîzahî û pêkenîn nivîsîn. Piştre di kovara Federasyona Komelên Kurdistanê Berbangê de bi navê Sîrkut, paşê li gel Mamoste, bi navê Tirşik me mîzaha xwe li wê domand. Û nuha jî di rojnama Armancê de bi navê Beroş quncikeke min heye ko tê de li gel pêkenîn û karîkaturan, carna hin çîrok an nivîsên mîzahî jî dinivîsim. A ev kitêb hinek ji wan nivîs û çîrokên ko di wan quncik û kovaran de cih girtine, hatiye amadekirin.

Mahmûd Lewendî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues