La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklor û jinên kurd


Auteur :
Éditeur : Nefel Date & Lieu : 2002, Stockholm
Préface : Pages : 138
Traduction : ISBN : 91-973195-5-4
Langue : KurdeFormat : 150x258 mm
Code FIKP : 3543Thème : Sociologie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Folklor û jinên kurd

Folklor û jinên kurd

Rengînî û dewlemendiya folklora kurdî ji zû da bala rohilatnas, kurd-nas, folklorîstan û gelek kesên mayî kişandiye ser xwe. Mirov nikare folklorê tenê wek çend berhemên hinerî bihesibîne. Folklor serboriya civatekê ya dîrokî, civakî û hinerî ye. Folklor pêşketina zimanê wê ci-vatê nîşan dide. Ev yek hemû di nav folklorê de gihiştine hev, di nav hev de hatine honandin, di dawiyê de defîneke çandî pêk anîne û bûne serkaniyên xurt. Akademîsyen û pisporê folklorê yê ermenî A. T. Ganalanyan vê dewlemendî û rengîniya folklora kurdî wek »ansîklo-pediya civata kurd ya jîyînê« bi nav dike. Ji ber vê yekê mirov nikare peyva folklor û jîyînê ji hev bide cida kirin. Mirov dikare bibêje ko folklor bi xwe jîyîn e, lê belê jîyîneke ko hiner û edebiyat ji xwe re kiriye pêlekan...


Pêşgotin

Rengînî û dewlemendiya folklora kurdî ji zû da bala rohilatnas, kurd-nas, folklorîstan û gelek kesên mayî kişandiye ser xwe. Mirov nikare folklorê tenê wek çend berhemên hinerî bihesibîne. Folklor serboriya civatekê ya dîrokî, civakî û hinerî ye. Folklor pêşketina zimanê wê ci-vatê nîşan dide. Ev yek hemû di nav folklorê de gihiştine hev, di nav hev de hatine honandin, di dawiyê de defîneke çandî pêk anîne û bûne serkaniyên xurt. Akademîsyen û pisporê folklorê yê ermenî A. T. Ganalanyan vê dewlemendî û rengîniya folklora kurdî wek »ansîklo-pediya civata kurd ya jîyînê« bi nav dike. Ji ber vê yekê mirov nikare peyva folklor û jîyînê ji hev bide cida kirin. Mirov dikare bibêje ko folklor bi xwe jîyîn e, lê belê jîyîneke ko hiner û edebiyat ji xwe re kiriye pêlekan. Ew jîyîna rojane ko em di nav de ne, dem-dem rûsar e, carcar bîna mirovan teng dike, rijî, bêtam û bêlezet e, bi saya folklorê jixwe ev jîyan xweşiktir û bedewtir bûye. Ev sînorên jîyîn, folklor û be-dewiyê bi alîkariya imkanên hinerî çawa em dibînîn her diçin tenik, zirav, barîk dibin, ji nû ve tên honandin û ristin.

Folklor wek neynika civatekê ye. Mirov dikare bi saya vê neynikê, ci-vatekê baştir nas bike û bi hêsanî dikare xwe bigihîne kûraya sedsalan. Ji aliyê din, folklor him ji bo ziman, him jî, ji bo edebiyateke nûjen, bingeh û defîneke mezin e. Lê mixabin di nav kurdan de ev defîne, heta niha veşartî û sergirtî maye. Mimkin e ko rojekê ji rojan ev defî-na giranbiha û hêja ji holê rabe, winda bibe û di ro de here. Hêz û hin dorberên polîtîk yên zordest jî li Tirkiyê xwe vê yekê dixwazin û hewl didin ko hemû hebûnên çanda kurdî ji nav rakin, bihelînin. Li Kurdistana Tirkiyê ji ber rewşa siyasî, ji ber zordestî, qedexekirin û tunebûna imkanan, nimûneyên folklora kurdî him ne hatine berev kirin, him jî li ser van berheman kar, xebat û lêkolînên zanistî neha-tine pêk anîn. Ji ber van dijwariyan folkora kurdî îro baş nayê nasîn. Ronakbîr, nivîskar û folklorîstên kurd divê li pêşiya vê sefera wêrankirinê, kambaxkirin û xizankirinê bisekinin. Çi dibe bira bibe, pêwist e ew her nimûneyeke folklora kurdî derbasî ser kaxiz bikin. Ev kar dîsa dikeve li ser milên kurdan.

Folklor, carina wek edebiyata devkî, carina jî wek bi zargotin jî tê bi nav kirin. Folklor mirov dikare bibêje ko edebiyateke kollektîf e, xelkê bi xwe ev edebiyata afirandiye. Nivîskarên vê edebiyatê tune ne. Ev edebiyata bi salan li ser zar û ziman maye, xwe parastiye, xwe nû kiriye, dewlemend kiriye û bûye malê xelkê kurd. Folklora kurdî, çawa em dibînin ji van hemû qonaxan re derbas bûye, hatiye gihiştiye van rojên îro û beşeke çanda mirovahiyê pêk aniye.

Ev lêkolîna me, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêk anîn. Mirov dikare bibêje ko xebateke bi sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cihê jinan û motîvên ser tema jinan nîşan pêşkêş dike. Vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora kurdî, ji xwe re nekiriye materiyal, nedaye li ber çavan. Tenê me nimûneyên xwe, ji nav çîrok, gotinên pêşiya, destan û stran wek ji nav çar beşên bingehî hilbijartiye.

Giringiya vê xebata piçûk ew e ko li ser folklora kurdî lêkolîneke bi zimanê kurdî tê çêkirin. Ji aliyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bibêje du rûçikên vê pirtûkê hene: folklor û jin. Ev herdu babet di vê pirtûkê de ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Xwendevan ji alîkî de dikare nasiya xwe bide folk-lora kurdî, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji aliyê din bi saya hin berhemên folklorîk derbarê cihê jinan û rewşa jinan de dikare zêdetir agahdar bibe û zaniyariyên xwe pêş da bibe. Ji aliyê din dema ev pirtûk hate berçav kirin, xwendevanê bibîne ko, jinan di nav folklora kurdî de ji xwe re textek ava kirine û serdestîke (hakimiyet) wan heye. Bi kurtî mirov dikare bibêje ko gotin »gotina jina« ye. Ev lêkolîna, ji aliyê din dikare bibe cesaret û referanseke piçûk ji bo lêkolînên mayî.

Di dawiya vê pirtûkê de lîsteke ko ji xebatên li ser folklora kurdî pêkhatî jî cih girtiye. Xwendevan û kesên ko dixwazin zêdetir li ser folklora kurdî agahdar bin, ev bîblîyografya piçek be jî dikare ji wan re bibe alîkar, kêrî wan bê. Her çiqas vê lîstê hemû materiyalên (wek pirtûk) li ser folklora kurdî nehilçandiye jî, lê belê em dikarin bêjin ko navên piraniya pirtûkên ko heta niha li ser folklora kurdî çap bûne, di vê bîblîyografiyê de cih girtine.

Wek her xebateke nû, sedî sed kêmasiyên vê lêkolîna me jî hene, ba-betên ko ji ber çavên me reviyane hene. Eger xwendevanên me yên ezîz, li ser van kêmasî û valahiyan me agahdar bikin, bêguman em ê gelekê kêfxweş û dilşa bibin. Çawa tê zanîn nivîskar û xwendevan gelekê hewcedarî hev in. Bê hev nikarin bijîn.

Stockholm, 1993 Rohat Alakom




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues