The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Awaza serpêhatîyan III


Author :
Editor : Pêrî Date & Place : 2004-01-01, İstanbul
Preface : Pages : 176
Traduction : ISBN : 975-8245-95-7
Language : KurdishFormat : 135x195 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 1051Theme : Poetry

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Awaza serpêhatîyan III

Versions

Awaza serpêhatîyan -3-

Gelawêj

Rojek têra xwe gerîyam û zelal
Tavek devbeş e
Her dikene û diken e
Yên ku bikare ji jor ve sêrbike
Dikare didanên zer bibîne
Sêra ezman herdem hikimdar e
Çavan dibirqîne
Lêvên wê nagêşin hevûdu
Didanên bi hersê naşidîne
Tirêjan li xwe dûr dixwîne
Ser deryayê ve duweşîne
.....


Gelawêj

Rojek têra xwe gerîyam û zelal
Tavek devbeş e
Her dikene û diken e
Yên ku bikare ji jor ve sêrbike
Dikare didanên zer bibîne
Sêra ezman herdem hikimdar e
Çavan dibirqîne
Lêvên wê nagêşin hevûdu
Didanên bi hersê naşidîne
Tirêjan li xwe dûr dixwîne
Ser deryayê ve duweşîne
Ava şor û bîn masî
Her roj ji zîyaretvanan ve tijî dibe
Serdan ser piştê ramedî, di nav de dimîne
Ji dorê dengê gelek zimanan belav dibe
Mirov ji xeman dûrine
Yê dilteng û bar giran
Çalê tengasîyan di nav avê de berdi de
Rêwî rojane dijîn, xwedî tamine
Hedî, hedî êwar te
Ewr serên xwe nîşan dikin
Wek û hespên qir û boz
Peşîya tavê digirin
Tîrejan, germayîye vedixwin û dimijin
Dema ku ew zêde bûn
Pêl hedî, hedî rabûn
Mirov di nav bahrê de dîlîzin
Masîyên qicik bi komikî nav ningan de digerin
Mêvan nikarin wan pê bigirin
Ew xij dibin terin
Zarok bi destan keviran digirin
Bi kulman jî qûmê davêjin
Qîj, qîja wane ditirsin
Ez têra xwe bi wan dikenim
Bala min dikişînin
Dûr ve sêr dikim zarokên xwe dibînim
Tên cem min, min dawet dikin
"Dayê, dayê, were, were, netirse
Ji me re yêk bilîze
Av pir xweşe
Emê te hînkin, li şûna xwe rabe
Tu mezinî, ji avê ditirsî? Pir şerme!
Xemgîr nebe
Em ji te re mamostene
De!. Êdî bese
Avjenîyê fêr be"
Zarok bi kêmasîyên min dihesên û dibînin
Li min naborin, hêrs dikevin
Alîyekî ve ez pir rehetim
Ew hedî, hedî berpirsîyariyê digirin
Barên min jî kêmtir dibin
Dora êwarê ye
Mêvanên avê belav bûn
Ez tenê me
Zarok jî çûn
Hêdi, hêdi tarî ket
Êvare!.
Hîv li cîye herî bilin de
Her ku av dilepte
Ronahî û şevl tê û terre
Mirov dibê ser avê govandê de ne
Çaran xwar, caran ra dibin
Çengên hev bernadin
Her ku çû ewr zêde bûn
Bahayekî nerm û hûnik tê
Bedena min dimalêse




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals