Gelawêj
Rojek têra xwe gerîyam û zelal Tavek devbeş e Her dikene û diken e Yên ku bikare ji jor ve sêrbike Dikare didanên zer bibîne Sêra ezman herdem hikimdar e Çavan dibirqîne Lêvên wê nagêşin hevûdu Didanên bi hersê naşidîne Tirêjan li xwe dûr dixwîne Ser deryayê ve duweşîne Ava şor û bîn masî Her roj ji zîyaretvanan ve tijî dibe Serdan ser piştê ramedî, di nav de dimîne Ji dorê dengê gelek zimanan belav dibe Mirov ji xeman dûrine Yê dilteng û bar giran Çalê tengasîyan di nav avê de berdi de Rêwî rojane dijîn, xwedî tamine Hedî, hedî êwar te Ewr serên xwe nîşan dikin Wek û hespên qir û boz Peşîya tavê digirin Tîrejan, germayîye vedixwin û dimijin Dema ku ew zêde bûn Pêl hedî, hedî rabûn Mirov di nav bahrê de dîlîzin Masîyên qicik bi komikî nav ningan de digerin Mêvan nikarin wan pê bigirin Ew xij dibin terin Zarok bi destan keviran digirin Bi kulman jî qûmê davêjin Qîj, qîja wane ditirsin Ez têra xwe bi wan dikenim Bala min dikişînin Dûr ve sêr dikim zarokên xwe dibînim Tên cem min, min dawet dikin "Dayê, dayê, were, were, netirse Ji me re yêk bilîze Av pir xweşe Emê te hînkin, li şûna xwe rabe Tu mezinî, ji avê ditirsî? Pir şerme! Xemgîr nebe Em ji te re mamostene De!. Êdî bese Avjenîyê fêr be" Zarok bi kêmasîyên min dihesên û dibînin Li min naborin, hêrs dikevin Alîyekî ve ez pir rehetim Ew hedî, hedî berpirsîyariyê digirin Barên min jî kêmtir dibin Dora êwarê ye Mêvanên avê belav bûn Ez tenê me Zarok jî çûn Hêdi, hêdi tarî ket Êvare!. Hîv li cîye herî bilin de Her ku av dilepte Ronahî û şevl tê û terre Mirov dibê ser avê govandê de ne Çaran xwar, caran ra dibin Çengên hev bernadin Her ku çû ewr zêde bûn Bahayekî nerm û hûnik tê Bedena min dimalêse … |