Taca bîranînê, bi mûnesebeta 100 salya ji dayîkbûna Heciyê Cindî
Rojek li gundê Hecîyê Cindî Yemençayirê
Rohat Alakon
Yemeçayir gelekî nêzîkî Zozanê me Nebîyurdê ye. Di navbera me de girek heye. Dema em di zarotî û xortaniya xwe de ji zozanê me diçûne bajarê Qersê, em pêşiyê di gundê Heciyê Cindî, Yemençayirê re, paşê di gundê nivîskar Wezîrê Eşo, Şirînkoyê re û dû re di gundê helbestvan Şikoyê Hesen, Şatiroxluyê re derbas dibûn. Ev hersê gund berê sê gundên kurdên êzdî bûn, wek sê bûkên bi xemil li dû hev rêz dibûn. Wan salan me nizanibû kurdên êzîdî li van deran hêwirîne, ev gund ji xwe re kirine helîn û star. Mehên baharê û havînê ev derdoran bi rastî dibûn bihuşteke derewîn. Gundiyan li van zozanan sê mehan di konên reş û çadirên spî de jîyaneke gelek romantik dibuhurandin, di navbera erd û ezmên de dijîyan. Yemençayir her wisa jî gundê hevalên Heciyê Cindî, gundê lêkoler Eminê Evdal (1906-1964) û nivîskar Cerdoyê Gênco (1904-1946) ye.
Heciyê Cindî piştî sala 1918an careke din gundê xwe Yemençayir nedît. Bi wê hesreta mezin, çawekirî çû rehmetê. Kesekî mayî ku qasî wî di bîranînên xwe de ewqasî bi dilşewat û bi evîneke kûr qala gundê xwe bike, tune ye. Di kerîkî van bîranînên xwe de wiha dibêje:
..... |