La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Biwêjan


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2005-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 1006
Traduction : ISBN : 975-8262-38-X
Langue : KurdeFormat : 165x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 4901Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferhenga Biwêjan

Versions

Ferhenga biwêjan

Mustafa Borak

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

A

A devê (yekî) gotin guhê wî nebihîstin
Hay ji gotina xwe tune bûn. Gotinên giran gotin. *Tu guh mede wî, ya ku devê wî dibêje, guhê wî nabîhîze.

A di binê zimanê xwe de gotin
A rastî gotin. * "- ... tu ya di binê zinranê xwe de bibêje, karê min heye divê ez derkevim."
Ronî War

A di dilê xwe de negotin
Rast û durist neaxaftin. Xwe bi awayekî din nîşan dan. *Erê, Rihan wisa dide nîşandan, lê ez bawer im ku ya di dilê xwe de nabêje.

A di mal de, yê min tê de
bnr. A ji min wê de, yê min tê de."

A dil nîşan nedan
bnr: A dilê (yekî) di dilê wî de bûn
.....


PÊŞGOTIN

Tê zanîn ku ferheng bîra gelan in. Girêdayî vê gotinê, mirov dikare bibêje ku biwêj û gotinên pêşiyan jî dîroka bîr û bawerî û kesayetiya gelan in. Çimkî yên ku bikaribin baş mêze bikin, dikarin di van gotinan de rewş û timtêla gelan bibînin.

Wer tê xuyan ku heya mirovahî hebe, pêdiviya nasandina civakê jî dê tim xwe bide pêş. Ji bo nasandinê jî folklora gelan ango giyan û rewşa gelan a hundirîn jî tu car pêwîstiya xwe winda nake. Di vê derbarê de gelek tişt hatine gotin, wê bên gotin jî.

Wekî ku tê zanîn, zargotin, bi evîna dilan, bi lorîn û axîna dayîkan, bi lîstikên zarokan, bi mêrxasiya lehengan û bi îxaneta xayînan hatiye honandin. Zargotin, bi agirên Newrozan, bi têkoşîna li hemberî zordaran jî kemiliye. Bi li ser kulavê bavê keçan rûniştinê, bi gazinên kal û pîran, bi şerê xesû û bûkan xemiliye. Zargotin, bi hena destê bûk û zavayan, bi stranên li ser şîn û şahiyan hatiye hasilkirin. Bi geşa li ser kahniyan, bi deng û rengê bêrîvanan, bi şîretên kal û bavan hatiye kelandin.

Loma zargotin pir girîng e. Loma tê zanîn ku zargotin, jiyana borî û encama rihê îroyîn e. Çimkî zargotin eynika giyanê ye, çimkî zargotin kesayeta gelan e.

Ev taybetmendî ji bo zargotina hemû gelan rast in. Lê ji bo kurdan taybetiyeke zargotinê ya cuda heye. Ew jî ew e: Derfetên kurdan ên nivîsandinê zêde çênebûne; ji ber wê jî giraniya xwe bi xwezayî dane ser huner û wêjeya devkî. Her çi hebe li wê bar kirine. Dîroka xwe, wêjeya xwe, baweriya xwe derd û kulên xwe, şîn û şahiyên xwe sîtem û zanînên xwe avêtine nava wê.

Zargotin ji xwe re xistine kewar, xistine bîra heyînên xwe. Zargotin bûye arşîv û hatiye bi hewariya kurdan ve. Bi vî awayî di nav wêjeyên dinyayê yên devkî de ya kurdan bi dewlemendiya xwe cihekî bilind girtiye. Gelê kurd digel ew qas dijwarî û zextan, hebûna xwe ya îroyîn deyndarî vê zargotina zengîn e.

Mixabin rewşenbîr û rêxistinên kurdan heya niha jî zêde guh nedane van nirxên hêja. Îro ew bermahiyên ku zêde nemane jî ji dest me diçin. Bêguman di vê derbarê de her lêkolîn û lêgerîn wê ji bo ronîkirina pêşerojê ji me re bibe fanoseke hêja. Ji bo wê jî divê rewşenbîrên kurdan di nav wê bîrê de doç bibin, bigerin û wan xezîneyan derxînin ser rûyê erdê, binirxînin û bikin xizmeta kurdan û mirovahiya cîhanê.

Gelek şaxên zargotinê hene. Ji wan şaxan berî ku em derbasî mijara biwêj û gotinên pêşiyan bibin, divê em girîngî û hêjahiya stran û dengbêjan carek din bi giramî destnîşan bikin. Gelek bûyerên dîrokî, wêje, tore, hest û kesayetiya kurdan di van stranan de hatine honandin. Di gelek stranan de rewş wekî ku bi kamerayê hatibe kişandin, bi awayekî bedew li ber çavan hatine raxistin. (Bi taybetî divê televîzyonên kurdan cih û rêzê bidin dengbêjan. Lê sed carî heyf ku di vê derbarê de îro TV'yên kurdan di nav çewtiyeke xeternak de ne.)

Heke em bi gelemperî qala biwêj û gotinên pêşiyan bikin, em dikarin vê bibêjin: Biwêj û gotinên pêşiyan der bârê duristayî, sextekarî, şadî û hêrsê, ewled û exrebeyan, merdî û timahkariyê, zexelî û dilovaniyê de, der barê dê û bavan, jin û mêran, cîran û dostan de bi kurtasî der barê jiyanê de rewşa xwezayê û psîkolojiya mirovan bi awayekî bedew û watedar diyarî me dikin.

Bi awayekî din em dikarin bibêjin ku biwêj û gotinên pêşiyan, der barê dad û dîrokê, çand û zanînê, felsefe û ferasetê, edet û toreyan de, der barê psîkolojî û aboriya civakê de, agahiyan didin. Asta wêje û hunerê, asta rêveberî û sebra gel bi me didin ronîdarkirin. Kesayetiya civakê diyar dikin. Bi kurtasî biwêj û gotinên pêşiyan pileya hêzên berhemdar û têkiliyên hilberînên civakê radixin ber çavên me.

Ev gotinên hêja ku bi tecrubeya hezar salan hatine parizandin; nifş bi nifş di karvaniyê de hatine ceribandin, dû re bûne berhemên civakî. Tov û rengê gelan in, giyan û keda civakê ne. Bi gotineke din karpêkên dest û lepên gel bi xwe ne. Loma jî wisa fotografê wan nîşanî me didin. Ji ber wê tê gotin ku ev gotin nirxên gelan in. Bi van nirxan rewş û ramana gelan dixuye.

Di naveroka biwêjan de jî helbet nasandina civakê heye; lê bi taybetî nasandina ziman zêdetir xwe dide der. Çêj, feraset, huner û estetîka zimanan di biwêjan de xwe bi xeml û moçikeke bedew li ber çavan radixin. Zanebûn û erka li ser ziman bi taybetî xwe di bikaranîna biwêjan de nîşan didin. Zanebûna ziman, bi zanebûn û têgihîştina biwêjan tê pîvan. Biwêj ji bo zanebûna zimanan wekî qeyseke sereke tê dîtin. Çimkî kûrahî û rihê zimanan di biwêjan de veşartî ye. Yên ku ji biwêjên zimanekî fêm nekin, nikarin bibêjin em ji wî zimanî baş fêm dikin.

Bawer im ku hêz û kelîja nivîskaran bi van gotinan bêhtir dikemile. Çimkî bi biwêjan hêza nivîsê xurttir dibe. Ji bo şayesên xurt, biwêj dibin reng û giyan, di nav gotinê de şax vedidin. Bi van gotinên bijarte û taybet lingê şayesan erd digire, rihê ziman şad dibe û bi vî awayî zêdetir kaw û kubariya ziman xwe dide der. Lê mixabin divê bê destnîşankirin ku nivîskarên kurd di vê derbarê de hê jî qels in.

Heke zimanekî wekî zimanê kurdî ku bi salan qedexe be û ji bilî qadên rojane di hêla wêje, zanyarî û hwd. de zêde neyê bikaranîn, qels dibe, nuxs dibe û çirûsa xwe winda dike. Gelek caran jî dikeve ber sekerata mirinê.

Îro ev derfet û firsendên ku gelê kurd bi bedelên giran bi dest xistine, rûmet û baleke zêde dixwaze. Pêwîst e, rista vê yekê baş bê nirxandin. Çi dibe bila bibe, divê bi her awayî û di her qadê de ev ziman bê xurtkirin, bedewiya wê bê berzkirin û moçik bi moçik bê neqişandin.

Bêguman ev pêşveçûn jî girêdayî pêşvebirin û geşkirina wêjeya nivîskî ye. Jixwe geşedan û kemilandina ziman jî girêdayî pêşvebirina nivîsê ye. Heya ku di her warê jiyanê de ev ziman bi awayekî nivîskî neyê bikaranîn, kêmasî neyên temamkirin, pêşeroja me ji xeteriyan xelas nabe. Ev zimanê tîbûyî ancax bi nivîsê bê avdan û geş bibe.

Di nav mijarên çand û ziman de xebatên wekî biwêj û gotinên pêşiyan xebatên pir dijwar in. Ne tenê dijwar, di heman demê de xebatên nankor in jî. Berî her tiştî xebatên wer, demeke gelekî dirêj dixwazin. Berhevkirin û sinifandina wan demeke gelekî dirêj digirin. Lê digel wê dijwariyê, berhemên xwe jî wisa zû nadin. Mîna roman, çîrok, helbest û hwd. zû belav nabin.

An jî zû nayên serfkirin û nayên xwendin. Lê wekî gelek berheman jî zû bi zû nayên jibîrkirin. Berhemên bingehîn in. Gelek caran bêyî wan jî nabe. Divê tim di bin destê nivîskar, lêgerîner û lêkolîneran de cihê xwe bigirin. Her çiqas giran bên talepkirin jî, bi salan bandora wan kêm nabe, lê her ku diçe zêde jî dibe.

Divê dîsa dubare bikim ku xebatên wer, xebatên saziyên birêkûpêk in. Xebatên kom û ekîban in. Pêwîst e bi organîzosyoneke mezin ev karan bên meşandin. Herêm bi herêm, gund bi gund lêgerîn û lêkolînên zanîstî bên pêkanîn. Ev lêkolîn û lêgerîn pêwîst e ji hêla komek zanyar ve bên darivandin û tasnîflkirin. Lê mixabin ku derfet û zerengiya me hê negihîştiye wê radeyê, yan jî rêxistin, rêveber û pêşengên me jî zêde girîngî nedane van mijaran.

Bawer im ku rojek wê bê ev xebat jî tevî xebatên bi vî cureyî dê baştir bê nirxandin. Ji nav hinek gotin dê bên derxistin û gelek tiştên nû jî dê lê bên zêdekirin.

Wekî minak di vê derbarê de xebatên ferheng, gotinên pêşiyan û biwêjên tirkî balkêş in. Di destpêkê de TDK (Saziya zimanê tirkî) bi serê peyvan pere dane û gotinên pêşiyan û biwêjên xwe civandine. Bi vî awayî ferheng amade kirine. Bi pêvajoya demê re ev xebat di çav re hatine derbaskirin û guherandin. Kêmasiyên wan hatine têkûzkirin û ev pirtûk ji nû ve hatine birêkûpêkkirin. Gelek caran nêzîkî nîvê pirtûkan hatine derxistin ango betalkirin. Wekî minaik ji 29.000 biwêj û gotinên pêşiyan, yên ku bi zanyarî hatine pejirandin, tenê li dorhêla 8.000'an in.

Ev yek jî dide xuyandin ku di vê derbarê de hê riyeke dirêj li pêşiya me ye. Bawer im ku ev xebat jî wê di pêvajoya demê de ji layê zimanzan, wêjezan û nifşên nû ve bê guherandin, bê têkûztirkirin.

Bi hêviya wan rojên berhemdar, azad û geş...

Mustafa Borak
Sermawez 2004



Pêşek

Dewlemendiya zimanekî tenê bi piraniya peyvan û wateyên wan ên cuda nayê hesibandin. Biwêj ji vî aliyî ve xwedî taybetiyeke girîng in. Ji ber ku biwêj gencîneyên zengîn ên ziman û zargotina wî zimanî ne, divê ku ew jî di nav vê hesibandinê de be. Bi saya biwêjan, bi mirov re hêza vegotinê zêdetir dibe. Bi biwêjan mirov hîn bêhtir dikare hest û nestên xwe, hizir û ramanên xwe bide der. Bi biwêjan mirov hêza xwe ya vegotinê geştir dike. Bi gotina kin û kurt, biwêj xeml û rewşa ziman in. Bi wan ziman dixemile. Bi saya wan mebest û armancên mirov xweştir tên fêmkirin.

A ji ber van sedeman û yên din, hewcedariyeke mezin bi ferhenga biwêjan heye. Bi qasî ferhengê nebe jî, ji bo zimanê nivîskî û ji bo bipêşveçûn û geşbûna zimên, pêwîstî bi ferhenga biwêjan jî heye. Ew jî amrazeke jênager e.

Ev ferhenga biwêjan, di warê xwe de tekane ye. Ferhengên biwêjan ên ku heta niha li bakur û Tirkiyeyê hatine çapkirin, hem aliyê qewareyê (hecmê) ve biçûk bûn û hem jî bi du zimanan bûn. Lê ev ne wisan e, hem ferhengeke biwêjan a berfireh e û hem jî yekzimanî, ne duzimanî ye. Ango ev ferhenga hanê bi kurdî-kurdî ye. Bi gotineke din li hemberî biwêjên bi kurmancî bergind an jî raveka wan a bi kurmancî hatiye dayîn. Li hember her biwêjekê, çend wateyên wê hebin ferq nake, şîroveya wê bi kurmancî hatiye kirin û berginda wê ya bi kurmancî hatiye dayîn. Ji lew re, ji vî aliyî ve taybetiyeke vê ferhenga biwêjan a cihê heye.

Ev xebata ku ji aliyê endamê enstîtuya me Mustafa Borak ve hatiye kirin, encama xebateke dûr û dirêj û kedeke mezin e. Ev bi salan e ku birêz Borak bêwest û rawest li ser mijara biwêjên kurdî serê xwe diêşîne û di nav keftûleftekê de ye.

Ji bilî ku birêz Mustafa Borak di ber amadekirina wê de kedeke mezin daye û xwêdaneke mezin rêtiye, her wisa hevala me Aysel Çetin jî nêzî pênc mehan li ser sekinî û ji aliyê ziman ve jî sererast kir û ediland. Li aliyê din hevalên me Zana Farqînî û Samî Tan jî, ji bo amadekirina vê berhemê şêwirmendî kirin.

Em wek Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji ber amadekirin û weşandina vê berhemê xwe serbilind dibînin û em pê şanaz in ku em berhemeke wiha pêşkêş dikin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues