La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çil sal xebat di riya azadiyê de


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2002-01-01, İstanbul
Préface : Multimedia | Pages : 184
Traduction : ISBN : 975-8637-35-5
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 2317Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çil sal xebat di riya azadiyê de

Versions

Çil sal xebat di riya azadiyê de

Ebdurrehman Qasimlo

Avesta


Ebdurrehman Qasimlo: Di sala 1930'î de li Kurdistana Rojhilat bajarê Urmiye hatiye dinyayê. Li Tehranê lîse qedand, pişt re ji bo xwendina bilind çû Fransa û Çekoslovakyayê. Di sala I952'an de li Pragê xwendina xwe ya polîtîka û ilmên civakî diqedîne û vedigere Îranê. Piştî pênc salan ji ber xebatên xwe yên polîtîk mecbûr dimîne Îranê terk dike, dîsa diçe Pragê û doktora xwe ya li ser îktîsadê temam dike. Heya salên 70'yî li Unîversiteya Pragê ji asîstanî ta profesoriyê dike. Destpêka salên 70'yî li lraqê di Wezareta Plankirinê de wek şêwirmend û rêvebir dixebite. Demeke din jî li Unîversîta Pragê ders dide. Di navbera salên 76 û 78 de li Parîsê Unîversîta Sorbonne dersên kurdolojî dide. Di sala 72'an de di Konferansa 3. a PDK-Îran de bû sekreterê giştî yê partiyê. Qasimlo, heya 1989'an wezîfa xwe domand. Di 13ê Temmuza 1989'an de li Viyana di hevdîtina resmî ya bi rêvebirên Îranê re, li ser masa hevdîtinê tevî du hevalên xwe hate qetilkirin.



"Çil sal xebat di riya azadiyê de", xebata Ebdurrehman Qasimlo ya netemambûyî ye ku ji bo munasebeta çil saliya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hatiye amadekirin. Nivîskar bi du nasnaman; wek akademîsyenekî kurd û sekreterê giştî yê partiyê, difikirî ku dîroka PDK- Îranê di sê cildan de amade bike. Lê mixabin encex cilda yekem û beşê pêşî ê cilda duyem karibû binivîse. Di 13ê Temmuza 1989'an de li Viyana di hevdîtina resmi a bi rêvebirên Îranê re, li ser masa hevdîtinê tevî du hevalên xwe hate qetilkirin. Kitêb, gelek agahî û analîzên girîng li ser dîroka nêz a Îranê û Komara Kurdistanê dide.



PÊŞGOTINA ÇAPA KURMANCÎ

Ev kitêba di destê we de perçeyek ji projeya xebata şehîd Dr. Ebdurrehman Qasimlo ya netemambûyî ye. Li gor ew pêşgotina ku ji aliyê şehîdê birêz Qasimlo ve ji bo çapa yekê ya vê kitêbê hatiye nivîsandin, ev xebata han ji bo munasebeta damezrandina çilşaliya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hatiye amadekirin.

Cardin em ji pêşgotina çapa yekê ya cilda yekê ya ji aliyê Dr. Ebdurrehman Qasimlo ve hatiye nivîsandin hîn dibin, wî xwestiye vê xebata han di bin van serenavan de bidomîne: Fesla yekan a cilda yekan: Behsa damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê be. Fesla duduyan a vê cildê: Behsa pêkhatina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê be. Belê ev herdu feslên han ên cilda yekê beriya Şehîdbûna wî hatine temamkirin û weşandin.

Cilda duduyan a ve kurtedîrokê, li gor projeya xebata hatiye danîn, hewce ye ji çar feslan pêk bê. Yanî behsa xebata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya di navbera salên paşvekêşiya tevgerê ya piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, bi gotineke din dewra dirêj a têkoşina nehênî ya 32 salan, ku ji sala 1947an heta 1979an ajotiye dike. Lê mixabin bi şehidbûna wî ev xebat nîvçe dimîne. Em ji agahdariyên komiteya weşanan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hîn dibin ku di nava arşîva Qasimloyê şehid a taybetî de tenê rastê fesla yekan a cilda duduyan a vê xebatê tên û wê sererast dikin û didin çapkirin. Ji ber vê ji ev kitêba han jî ji du feslên cilda yekê û fesla yekan a cilda duduyan pêk tê.

Cardin em ji pêşgotina çapa yekê ya cilda yekê ya vê kitêbê hîn dibin, ku projeya vê xebatê ya cilda sisiyan û dawiyê jî, gereke bibin sê fesl. Ew jî ji sala 1979an dest pê bike û bê bigihîje heta sala 1985 (1364)an, ku dibe çilsaliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.

Lê mixabin li gor ew agahdariyên tên dayîn, em dibînin ku ji ber sebebê xebata dijwar û astengên mezin, fesla duduyan, sisiyan û çaran a cilda duduyan û temamê cilda sisiyan temam nabin, yanî nagihîjin çilsaliya damezrandina partiyê. Jixwe piştî wê jî di sala 1989an de ew bûyera ji bo neteweyê kurd gelek bêtalih û bedbext diqewime, Qasimloyê birêz û hêja tê şehîdkirin û ev xebat jî wekî me got netemambûyî dimîne.

Hem ji ber careke din bîranîna şehîdê nemir Dr. Ebdurrehman Qasimlo û hem jî kêmbûna weşanên di derheqê Komara Kurdistanê ya sala 1946an de bi zaravayê kurmancî, me hewcedarî dît ku vê xebata hêja ya wî şehîdî bigihînin xwendevanên kurmancîaxêv. Ez hêvîdar im ku xwendevanên hêja îstîfadeke mezin ji vê xebata kêm hecim, lê di hêla naverokê de tîjî û dagirtî bike û ji serpêhatî û tecrubeyên têkoşîna dîroka neteweyê xwe ya nêzîk îlham û ders werbigre.

Ziya Avci
Stockholm 1999



PÊŞGOTINA ÇAPA YEKÊ

Ev, cilda yekê ya kurtiya dîroka Partiya Demokat a Kurdistana İranê ye ku em pêşkêşî xwendevanên hêja dikin. Fesla yekê ya vê cildê, piştî analîza şert û mercên tijî ji bûyerên beriya damezrandina Partiyê, pêwîstiya damezrandina partiyeke demokrat û şoreşgêr di sala 1324ê (1945ê zayînî) de radixe ber çav. Fesla duduyan jî, ji bo wan rûpelên zêrînî yên boriya neteweyê kurd e, ku ji temenekî gelek hevraz û nişûv a Komara Otonom a Kurdistanê ya di navbera salên 1324 û 1325an (1945-1946an) de pêk hatiye, tê amade kirin.

Cilda duduyan a vê kurtedîrokê, ku li ser hev dibe çar fesil, behsa xebata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya di navbera salên paşvekêşiya tevgerê ya piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, yanî dewra dûr û dirêj a têkoşîna nehênî dike, ku tam 32 sal dom kir. Ev dema han bi serkevtina şoreşa gelên İranê ya di sala 1357 (1979)an dawî pê tê.

Cilda sisiyan û dawiyê jî, dibe kurtedîroka sê feslan ku ji rêbendana sala 1357 (1979)an heta salvegera çilsaliya damezrandina partiyê, yanî heta meha gelawêja sala 1364 (1985)an pêk tê. Ev beşa dîroka Partiya Demokrat, ji bilî çend mehên xebata eşkere, ji şeş sal xebata çekdarî ya xwînavî ku niha jî her berdewam e, pêk tê.

Em hêvîdar in ku di muddetê salvegera çilemîn a damezrandina partiyê de, cilda duduyan û sisiyan jî bên çapkirin û bigihin destê xwendevanên hêja.

Ew notên ku li ber wan nivîskar hatine nivîsandin, bîr û baweriyên nivîskarê kitêbê ne. Mixabin, ji ber sebebê li ber dest nebûna çavkaniyan, mimkun nebû li her ciyekî, navê nivîskarên nivîsan, rûpel û salên çapkirina çavkaniyan bên nîşandan.

Di nivîsandina cilda yekê de, gelek kesan alîkariya min kirin. Spas ji wan hevalên hêja re ku bi xwendina destnivîsan gelek aliyên nû yen bikêr ji min re ronî kirin. Her wiha spas ji hemî wan xuşk û birayan re ku di amadekirina destnivîsan de alîkariya min kirin. Spas ji hemî karkerên weşan û çapemeniyên partiyê re jî ku zehmeteke zêde ji bo çapkirina ve kitêbê kêşan. Bêyî alîkariya hemî ev kesên ku behsa wan hat kirin, weşandina cilda yekê ya kurtedîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di demeke evqas kurt û di şert û merceke wiha dijwar de pêk nedihat.

Eşkere ye ku ji temamê van analîz û bîr û baweriyên di ve kitêbê de derbas dibin, tenê nivîskarê wê mesûl e.

Daxwaza me ji xwendevanên hêja ew e ku çi bîr û rayên nû, rexne û pêşniyarên wan li ser cilda yekê ya vê kitêbê hene, ji weşan û çapemeniya partiyê re yan jî raste rast ji nivîskar re bişînin. Ji ber vê jî ez ji niha ve spasî van kesan dikim.

Nivîskar
Gelawêja sala 1364 (1985)an



Not
Di çapa duduyan a vê cildê de, hindi şaşiyên çapê hatin rastkirin û li çend ciyan ji ji ho zelalî û ronîkirina naverokê dest li kitêbê hatiye dayîn.

Niviskar
Cozerdana sala 1366 (1987)an



Cilda yekan

Destpêk


Çil sal di dîroka partiyeke siyasî de ne demeke kêm e. Bi taybetî eger wê partiyê di van çil salan de xeta xwe ya giştî neberdabe û karîbûbe bi ser gelek zor û zehmetiyan de biser bikeve, roj bi roj bihêztir û binifûztir be, rêk û pêktir ber bi pêş ve biçe û li armancên xwe yên giştî nêzîk bibe.

Nasîn an nasandina dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di şert û mercên niha yên xebata me de, gelek pêwîst e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, wek her bûyereke civakî, destpêkek wê heye, xwediyê şert û mercên taybetî yên damezrandina xwe ye û her wiha ji riyeke dûr û dirêj derbas bûye heta ku gihîştiye îro. Nasîn an nasandina dîroka partiyê, beriya hemî tiştî ji ber vê ye, ku em ji tecrûbeyên xebata gelê xwe û partiya xwe ders werbigrin. Du milên vê derswergirtinê hene: Milekî ew e ku em bi xwe ji hemî wan tecrûbeyên baş ku bi bihayekî gelek giran bi destê partiya me ketine, di rojên xebata xwe yên bên de îstîfade bikin, bi awayekî ku dîrok ne ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues