La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Încîl, Mizgînî


Auteurs : | | |
Éditeur : Kitabı Mukaddes Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 560
Traduction : ISBN : 975-462-056-3
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. KuThème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Încîl, Mizgînî

Versions

Încîl, mizgînî

Metta, Marqos, Lûqa, Yuhenna

Kitab-ı mukaddes

Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta

Pêşgotin

Ev beşê Încîlê (Mizgîniyê) bi destê Metta hatiye nivîsîn. Îsa di dema xizmeta xwe ya li ser rûyê erdê de diwanzdeh şagirt* hilbijartin. Gava ku Metta navên diwanzdeh şagirtan dide, ew dide zanîn ku ew «Mettayê bacgir» e.

Metta Cihû bû û li ser navê Romayiyan bac dicivand. Herweha ew bi navê «Lêwiyê kurê Halfayos» jî tê zanîn (Marqos 2:14). Çaxê Îsa gazî Metta kir, wî dev ji karê xwe berda û li pey Îsa çû (Lûqa 5:27-28). Metta ji beşekî xelkê yê wusa dihat ku kesî ji wan hez nedikir. Lê belê wî guhê xwe da banga Îsa û riya wî bijart. Wî ziyafeteke mezin çêkir û Îsa jî vexwend.

Tê gotin ku ev nivîs di nîvê sedsala pêşî de li Entakyayê hatiye nivîsîn û ji mirovên ku dixwestin Îsa nas bikin re bûye çavkanî.

Îsayê ku Metta wî bi mirovan dide naskirin Mesîhê Xwedê ye û padîşahê ku li gor soza Xwedê wê bihata, ew e (2:2; 21:5; 25:34; 27:11, 37, 42). Di Peymana kevin de gelek caran bi devê pêxemberan tê gotin ku Mesîh wê ji malbavka Dawid padîşah bê. Di Încîla Metta de heşt caran ji bo Îsa «Kurê Dawid» tê gotin. Îşaya pêxember* salixê bûyîn û jiyana wî dide (1;23; 12:18; 21:5). Yê ku nexweşiyên mirovan qenc dike û barê wan hildigire jî ew e (8:17).

.....



PÊŞGOTIN

Kitêba Pîroz ji du beşan pêk tê: Peymana kevin û Peymana nû. Xwedê bi peymanan bi mirovan re têkilî daniye. Peymanên di Kitêba Pîroz de, ne li ser bingeha lihevkirina du aliyan e, lê rasterast ji qencî û kerema Xwedê tên. Ev peyman keremên Xwedê yên ji mirovan re ne û ew gerdûnî ne. Mirov nikare tiştekî ji wan kêm bike û ne jî li ser wan zêde bike. Ev peyman herheyî û ji bo hemû deman in.

Xwedê bi destê Mûsa Peymana Kevin (Tewrat) bi Cihûyan re girêda û bi vî awayî bi wan re têkilî danî. Heçî Peymana nû ye, ew ne tenê ji Cihûyan re, lê ji hemû mirovan re hat dayîn. Xwedê ew soza ku bi Peymana kevin dabû bav û kalan, bi Peymana nû temam kir.

Nivîsandina Peymana kevin bi qasî hezar salî kişand. Nivîsîna Peymana nû ji sed salî kêmtir kişand. Herdu peyman jî bi peyxama Xwedê hatine nivîsîn. Peymana nû ya ku di nav gel de bi navê Mizgînî (Încîlê) tê zanîn, ji gotina Yewnanî «Evangeliyon» tê. Mana vê gotinê bi Kurdî «Mizgînî» ye.

Peymana nû ji 27 kitêban pêk tê. Ev bi giştî li ser çar mijaran e, ku hevdû temam dikin.

Jiyana Îsa Mesîh ji aliyê çar nivîskarên bi navê Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna ve hat nivîsîn. Nivîskar hem bi çavê xwe ji bûyeran re bûn şahid û hem ji kesên ku dîtibûn agahî civandin. 150 salan piştî Îsa, ev nivîsên ha tev bi hev re hatin weşandin.

Di Karên Şandiyan de ew tiştên ku piştî hilkişîna Îsa ya ezmanan çêbûn, ji aliyê Lûqa ve hatine nivîsîn. Îsa Mesîhê ku vejiya û hilkişiya ezmanan, Ruhê Pîroz ji bawermendan re şand. Kitêb bûyerên li ser pêkhatina civîna bawermendan û belavbûna wê dide.

21 nameyên ku Şandiyên Îsa Mesîh nivîsîne, li ser mirina Îsa, rabûna wî, çûna wî ya ezmanan û hatina wî ya diduyan disekinin û xuya dikin ku ev bi çi awayî bandûra xwe li ser jiyana bawermendan nîşan didin. Pawlosê Şandî 13 ji van nameyan ji civînên bawermendan ên hin cihan û ji hin kesan re nivîsîne. Her heşt nameyên din ji bawermendên ku li gelek derên cihê belav bûne re hatine nivîsîn. Naveroka her nameyê li ser jiyana pîroz û pirsgirêkên rojane ye.

Xwedê ew e yê ku gunehkaran bi kerema xwe paqij dike. Mirov bi gunehkariya xwe ve nikare li ber pîroziya Xwedê bisekine. Dilê Xwedê bi mirovên gunehkar dişewite, loma wî ji mirovan re bi destê Xilaskar Îsa Mesîh rê vekiriye, ku ji gunehên xwe rizgar bibin.

4. Mijara Peyxama Yûhenna ya bingehî, li ser bûyerên dema dawî ye (eskatologiya). Naveroka wê li ser pêxemberîtiyên hatina Mesîh ya cara diduyan e.

Xwedayê ku di Kitêba Pîroz de tê diyarkirin, xwe bi pîrozî û karên hêzdar dide naskirin. Îcar ew Xwedayê ku di Peymana kevin de xwe bi karên mezin dide nîşandan, di Peymana nû de, bi karên hê hêzdartir xwe di şexsê Mesîh de kifş dike. Gelek pêxemberîtiyan hê ji berê ve hatina Îsa Mesîh a vê dinyayê ragihandine. Yûhennayê ku bi şahidî hatibû şandin, Îsa Mesîh bi her kesî da naskirin û rûmeta Îsa jî bi karên wî yên hêzdar hat dîtin. Îsa bi destê mirovên dîn û Romayiyên serwer hat xaçkirin, mir, piştre hat veşartin, roja sisiyan vejiya û piştî çil rojan hilkişiya ezmanan. Ev bûyera ku bi daxwaza Xwedê pêk hat, di nav Xwedê û mirovan de aştî* çêkir û wek danezana jiyana herheyî belav bû.

Ev 27 kitêb pêşî bi Yewnaniya kevin hatin nivîsîn. Di nîvê sedsala diduyan de ji aliyê civînên ruhanî ve hatin bi kar anîn. Di dora sala 200î de, dest pê kir, li zimanên din hatin wergerandin. Bi vî awayî komên bawermendan ên cihê, ew bi zimanên xwe xwendin.

Wergera di destê we de ji zimanê bingehî, ji Yewnanî¹ hatiye wergerandin û bi gelek wergerên zimanên din re hatiye rûbirûkirin.

¹Binêre: The Greek New Testament 4th edition, United Bible Societies, Stuttgart, 1994, ISBN 3-438-05113-3. Di vê wergerê de ayetên ku li gor zanyarên UBSê pirsên girîng li ser nivîsîna wan a eslî hene, bi jêrenotan hatine nîşandan.



Bikaranîna kitêbê

Ji bo ku hûn baş ji kitêbê feydê bistînin, em li we pêşniyar dikin ku hûn diyarkirinên jêr bigirin ber çavê xwe:

Bîst û heft kitêbên Peymana nû, her yek bi pêşgotineke ku ji aliyê wergeran ve hatiye amadekirin, dest pê dikin. Di van pêşgotinan de agahiyên li ser kitêbê cih distînin. Kitêb bi serî (beş) û ayetan hatine cihêkirin.

Di jêrenotan de jêgirên ku ji Peymana kevin hatine standin, tên dayîn. Mesela Metta 1:23, ji Peymana kevin, ji kitêba Îşaya 7:14 hatiye standin û di nav neynokan (« ») de hatiye dayîn. Dîsa Metta 2:6, ji Mîxa 5:1-3 hatiye standin. Ev jêrenot bi herfên a b c hatine nîşandan.

Jêrenotên ku cihê bûyerên di Peymana Kevin de nîşan didin jî hene. Mesela Îsa Mesîh li ser Sodom û Gomorayê got (Metta 10:15) û ew serhatî di Peymana kevin, di Destpêkirin 19an de nivîsî ye.

Mijarên kitêbê di bin sernivîsekê de hatine dayîn. Mesela Metta 8: 23-27, bi sernivîsa «Îsa bagerê radiwestîne» hatiye dayîn. Referansa jêr nîşan dide ku ev bûyer di Marqos 4:35-41 û di Lûqa 8:22-25 de jî derbas dibe.

Ji van pê ve, di hin mijaran de diyarkiriyên pêwist bi firehî hatine kirin. Wek Padîşah Hêrodês di Metta 2:1 de. Mijarên weha yên ku bi stêrikê (*) hatine nîşandan, di ferhengoka dawî ya kitêbê de hatine dayîn. Bi vî awayî hûnê li ser gelek mijaran di ferhengokê de agahiyên fireh bibînin. Li dawiyê jî lîsteyeke wan peyvan heye, yên ku di hemû devokan de ne wek hev tên gotin an fêmkirin.

Hûnê di kitêbê de rastî çend nexşan (xerîte) jî bên. Ev nexş bi armanca ku hûn kitêbê çêtir fêm bikin hatine dayîn.
Ji bo rast xwendina Mizgîniyê, divê xwendevan mana çend peyvên girîng baş fêm bikin:

Xudan:
Di Mizgîniyê de peyva «Xudan» bi mana xwedî (xweyî) tê bikaranîn. Di dema Îsa Mesîh de «Xudan» sifatek bû, hem ji bo Xwedê û hem ji bo Îsa Mesîh dihat bikaranîn.
 
Bav:
Di Mizgîniyê de «Bav» navekî Xwedê ye. Xwedê serkaniya her tiştî ye. Her tişt ji Xwedê ye û wî her tişt afirandiye. Çawa ku bê bav zarok çênabin, bê Xwedê jî tu tişt çênebûye. Lê belê Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand, wî hiş û bîr û ruh da mirov. Ji ber vê yekê ew bi mana ruhanî bavê hemû mirovan e, lê belê ev qet bi mana cismani (fiziki) nayê xebitandin. Û wek ku bav ji zarokên xwe hez dike, Xwedê jî wusa ji mirovan hez dike û bêguman hezkirina Xwedê qat qat di ser ya mirovan re ye. Xwedê bavê mirov ê ruhanî û ezmanî ye.

Kurê Xwedê:
Di nav bav û kalên Kurdan de tê gotin ku Îsa Mesîh «Nûranî» ye, «Nûra Xwedê» ye, yanî ew Ronahiya ku ji Xwedê tê ye. Di Mizgîniyê de hatiye nivîsîn ku Îsa Mesîh ronahiya rastîn e; yê ku hemû mirovan ronahî dike, ew e. Her weha hatiye nivîsîn ku Îsa Mesîh bi xwe Peyva Xwedê ye û ji wî re «Kurê Xwedê» tê gotin, çimkî Kur ji Bav Xwedê tê. Kurê Xwedê jî bi mana ruhani ye û qet bi mana cismanî fizîkî) nayê xebitandin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues