La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mêr mêra nasdike!


Auteur : Mamoste
Éditeur : Jîna Nû Date & Lieu : 1993, Bällinge
Préface : Mûrad Ciwan Pages : 98
Traduction : ISBN : 91-630-1231-6
Langue : KurdeFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Art

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mêr mêra nasdike!

Mêr mêra nasdike!

Mamoste

Jîna nû

Mamoste, di sala 1954'an de li Bismilê hatiye dinê. Piştî qedandina Dibistana Mamostatiyê, li gelek herêmên Kurdistana bakur mamostatî kiriye. Di wê demê de jiyana gelê xwe bi qelema xwe ya hunerbala, bi xêz û xetên xwe raxistiye ber çavan. Di pey 12'ê Îlonê re derketiye derveyî welêt. Ji 1985'an, heta 1986'an bi navê "Îsot" kovareke karîkaturan li Swêdê çap kiriye (9 hejmar). Di piraniya kovar û rojnameyên Kurdî û di hinek koyar û rojnameyên Elmanî û Swêdî de karikaturên wî çap bûne. Berhemê wî yê pêşî di 1984'an de bi navê "Dengê Xêzikan" li Swêdê çap bûye, ev berhemê wî yê duyem e.



PÊŞGOTIN

Gava meriv li ser rola karîkaturan a di jiyana miletekî bindest û ji mafên xwe bêpar bifikire, meriv dibêje qey piştî ku ev milet ji gelek awayên xweîfadekirinê bêpar e, divê karîkatur di jiyana kulturî ya vî miletî de gelek bi pêş ketibe. Karîkatur, hunerek e ku her çendîn, nîşanên karektera milî di xwe de vedinişîne jî di esasî de xwedan nîşanên navnetewî ye. Ne wek edebiyata nivîskî ye ku meriv bêje gava zimanê miletî qedexe be edebiyata wî, di zîndaneka tarî de ye, ji ronahî û serbestiya pêşveçûn û kemilînê bêpar e.

Tirkiye, ku heta îro welatek bûye ku ji azadî û îmkanên xweîfadekirina ferdan û tebeqên civakê pire caran bêpar maye, civak ne civakek gihaştî û rûniştî bûye, civat bi bûyer, rûdan û têkiliyên nenormal dagirtî bûye, hunerê karîkaturan (çi mîzahî û ne mîzahî be) roleka berbiçav leyistiye. Meriv dikare bêje ku karîkaturî li Tirkiyê hunermendiyeke pêşketî û berfireh e jî. Têkiliyeka wê ya xurt bi civakê re heye. Bi kêmasî, heta nuha wiha çûye.

Lê tevî ku Kurd miletekî xwedan panzdeh milyon nifûs e di nav civaka Tirkiyê de, meriv nikare bêje ku ciyekî diyar ê karîkatura Kurdî di nav vê hunera karikaturan de heye. Heta, her çendê gelek karikaturîstên kurdnîjad ê binav û deng di nav vê hunermendiyê de hene jî, meriv nikare bêje ku "karîkatura Kurdî" heye.

Helbet, hunerê karikaturan, gelek caran cîh dane Kurdan, Kurdistanê û pirs û êşên civaka Kurdewariyê, lê ne bi nav û navnîşan û huwîyeta wan a eslîn. Li ber çavên Karikaturistan Kurdistan "Rojhilata Tirkiyê ya paşdemayî ya çiyayîn a bê rê û dirb a ji medeniyetê bêpar û ji dinya medenî vederbûyî" bûye. "Kurd" li ber çavên wan, "ew gundiyê rojhilati yê, nezanê paşdemayî bûye ku xulamê axa, şêx û serokeşîran bûye, Tirkî nizanîbûye loma jî ji nîmetên dinyayê bêpar maye, di riya axayên xwe re bûye depoya rayên hilbijartinan û h.w.d."

Dîtina çavên karikaturistî ya bi awakî wiha ne ku tenê dîtineka Tirkbînî ya kolonyalîst bûye her weha hemû xet û xalên nezariyên Kemalîzmê jî tê de diyar in.

Sedemê vê yekê ew e ku, berî her tiştî miletê Kurd wek hemû dezgehên miletbûnê yên din, ji dezgehên çapemenî û kulturê jî hatiye bêparhiştin. Rojname, kovar û dezgehên çapbûn û belavbûna van organan, yên Tirk bûn xizmeta Tirkîtiyê dikirin, berhemên edebiyat û hunera Tirk bûn. Jiyana kulturi, rewşenbîri û fikri jî di bin îpoteka îdeolojiya resmi de maf û îmkanên jiyanê ji bo xwe didît. Heke berdevkiya mejiyê Kemalîstiyê nekiraya nedişiya bijî.

Hunerê Karîkaturiya Tirk jî di nav vê rewşê de bi îdeolojiya nijadperest a kolonyalîst berbi pirsa Kurdî diçû. Hunermendiya karîkaturiya Kurdî jî ji ber bêdezgehî ya miletê Kurd peyda nebû.

Piştî salên şêstî bi peydabûna hin kovar û rojnamên Kurdî yan xwedan kurd, tek û tûk Karikaturên Kurdî yên bi çavê Kurdîtiyê hatibûn çêkirin peyda bûn. Car bi caran jî hin karikaturîstên Kurdnijad yan yên Tirkên demokrat firsend dîtin karîkaturên ne di bin tesîra kemalîzmê de di rûpelên rojname û kovarên Tirkan de derêxin. Lê ev nimûne bi hejmarên xwe gelek kêm bûn, istisna bûn.

A Mamoste karîkaturîstekî Kurd û wiha ye ku di rewşeka dijwar a bêdezgeh û bêîmkaniya miletê Kurd de, piştî salên heftêyî bi huwîyeta xwe ya Kurdîtiyê derketiye, qelem û firça xwe ji bo daw û doz û êşa gelê Kurd livandiye. Wek lawekî miletê Kurd, di riya karîkatur û risim de xebat ji bo mafên siyasi û kulturî yên miletê xwe kiriye. Hejmara karîkaturîst û resamên ku bi navê xwe yê milî rabûbûn li Kurdistana Tirkiyê qasî hejmarên pêçîkên destekî yan hene yan nînin. A Mamoste yek ji wan û belki jî yê herî pêşîn ê wan e. Gava meriv li berhemên wan binêre, dibe ku ne gelek zêde bin û ne gelek pêşketî jî bin. Lê heke meriv rûmeta van berheman di rewşa bêîmkanî, bêdezgehî û zordariya li ser kultura Kurdî de raberî çav bike wê gavê hêjayiya van berheman çêtir diyar dibe. Ew destpêker û rêvekirê risim û karîkatura Kurdî ne, bi vê maneyê jî xwediyê cihekî hêja ne.

Ev berhevoka duduyan a Mamoste ye. Kitêba wî ya din jî ji ber zilm û qedexetî û bêîmkaniyetê li dervayî welêt çap bûbû, lê xwendevanên Kurd bi dilekî vekirî û kêfxweşî pêşwazî li vê pirtûkê kiribûn. Baweriya min ew e ku xwendevan wê gelek ji vê kitêbê jî hez bikin. Çimkî hem bi hunerê xwe hem jî bi naveroka xwe ji ya pêşîn ne kêmtir lê pêşdetir e. Ev kitêb her wiha nîşana pêşveçûna hunermendiya Mamoste ye jî. Seeta wî xweş. Bi hêviya ku di demên nêzîk de hunera karîkaturî jî wek buhara welatê me li her derê gul vede, geş bibe.

Murad Ciwan
22'ê Nîsana 1993'an




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues