La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xalê min Ferîd


Auteur :
Éditeur : Vate Date & Lieu : 2006, İstanbul
Préface : Pages : 132
Traduction : ISBN : 975-6278-09-9
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xalê min Ferîd

Xalê min Ferîd

... Her cara ku diya min behsa serpêhatiyên xwe yan behsa bûyeran dike ez mat û heyran dimînim. Di gotinên wê de wext nin e; ne saet, ne meh û ne jî sal... Wek em hemû insan di wextek bê seri û bê bini de dijîn, mesafeyên di nava bûyin û mirinê de wenda dibin. Diya min heyşt zarok enine dinê, lê kîjan rojê an kîjan mehê zariyên wê çêbûne ne ew û ne jî kesekî din dizane.

Xwedê bi rehma xwe şa bike, apê min Hesen tarîxa bûyina zarokan bi destnivîsa xwe li paş resmekî ku me xistibû nav çarçoveyek û bi dîwarê odê ve bi dar da kiribû, dinivîsand. Gava ez ji hefsê derketim ew resm jî wek gelek tiştên din wenda bûbû. Ferîd di bihara sala 1945an da tê dinê, bes ez dixwazim ji devê diya xwe guhdariya bûyina Ferîd bikim.

Ji rojan rojekê, biharê bi giraniya xwe çarşefeke şîn li erdê Swêregê raxistiye, bîhna kulîlk û nefelan daketiye ser Swêregê, diya min û xwungên wê li Helawikê, li nav bîstên dendikên zebeşan diçînin. Xebera xêrê digihîje bîstên ku dakê Kejo lawikek aniye dinê. Navê Ferîd li lêwik dikin. Beriya Ferîd sê keç û sê law hene, Ferîd dibe zarokê heftan, êdî li pêy Ferîd dakê Kejo zaro çê nake. Ferîd dibe zarokê dawî, dibe şîr û şekirê malê. Ew dibe zaroyekî biharê, zarokê kulîlkan, nefelan, giyayên êşîn ...


PÊŞGOTIN

Ji kuştina Ferîd heta niha 27 sal derbas bûne, gelek insan bûn guhdar û şahîdên gelek tiştan. Devê xelkê ne çewal e ku mirov bidîrû û çavên xelkê ne mumkun e bêne gêridan. Her kesî tiştek dît, tiştek bihîst û her kesî gor dîtin û baweriya xwe tiştek got. Her kesî ciyekê nişan da, gor hinekan mêrkuj ji aliyê çepê bû, gor hinekên din jî axa û kevneperest bûn.

Li ciyêk wek welatê me bûyerên wisa zû bi zû ji holê ranabin. Guhertina nivşên kevn zahmet e, civaka me ji bo kelmêsekî dikare zarokên xwe bi xwînsarî û hovitî qetil bike û dike jî.

Divê di jiyana me ya cîvakî û siyasi de gelek tişt bên guhertin. Ê herî girîng, divê em di mejî, dil û wîcdanê xwe de qîmeta canê însanan hildin ciyekî bilind û muteber. Di edebiyat, şiir, kilam, senat, sinema û mekteban de vê meziyetê di mijûyên nivşên nû de bineqişînin. Ger em bikaribin zarokên xwe bi meziyetên însanî mezin, terbiye û hîn bikin, wê gavê rojepêşên me zêdetir ronahî bin.

Milletekî wek me reben, belengaz û bê xwedî divê vê prensîba hanê rake ser serê xwe, ji xwe ra bike rêber, wîcdanê xwe bike mehkeme. Di mahkema wîcdanê xwe de li hember mêrkujî û brakujiyê derkeve û fiêlên wisa mahkûm bike.

Heya nuha hem wek ciwat û hem jî wek ronakbîrên welatekî bindest me di vî warî de îmtihanekî baş nedaye, axlaqekî hember mêrkujî, birakujî avakirin tu caran di bernama me de cîh negirtiye.

Milletê ku nikaribe li miriyên xwe xwedî derkeve, ew ê çawa li saxan xwedî derkeve?

Yê herî xirabtir, gelek ronakbîr û siyasetmedarên me, dem bi dem li gor bayê, ebe û cubeyên xwe dugeherînin, destên xwe dixin nav destên mêrkuj û brakujan, bê fedî û bê ar xwe wek pêşverû û welatxelasker ji xelkê re pêşkêş dikin.

Pêwestiyekî wisa giran em ê kengê bidin ber xwe jî hîn ne bellî ye. Bes mêrkujî û birakujî berdewam e, delalên wek Ferîd, wenda bûn û wenda dibin, sal tên sal diçin, bes siya mirinê li ser zarokên milletê me winda nabe, her ku dere tarîtir û girantir dibe.

Hêviya min ev e ku dûr an nêzîk, yên ku biryara kuştina Ferîd dabûn, di huzûra milletê me da bên mahkûmkirin.

Bes Ferîd paş da nayê, birîna dilê Ruhsarê rehet nabe.

Gava ez dest bi nivîsandina vê kitêbê dikim, êdî 27 sal derbas bûne. Cara yekemîn ez diçim ser mezelê Ferîd, hevalên wî jê re mezelekî xweşik çêkirine, li ser kevirê sipî sala bûyina wî hatiye neqişandin.

Gava ez li ber mezelê wî disekinim, dixwazim ew rabe, qet nebe ji min re bibêje;

- Tu ji bo çi ewqas dereng mayî?

- Te ji bo çi li halê min nepirsî?

Deng ji wî nayê, serê min dikeve ber min, ez digirîm.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues