La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Autobiografiya Ebdurrizaq Bedirxan


Auteur :
Éditeur : Havîbûn Date & Lieu : 1999, Berlin
Préface : Pages : 72
Traduction : ISBN : 3-926522-16-X
Langue : KurdeFormat : 135x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Autobiografiya Ebdurrizaq Bedirxan

Autobiografiya Ebdurrizaq Bedirxan

Celîlê Celîl

Havîbûn

Ji roja ko min peywendîya xwe tevî karmendên rûsa yên leşkerîyê û sîvîl danî, tucara min dengê xwe ji gotina eşkere nebirîye, ku gave ez ji bona karê rûsyayê dixebitim, ew hemû ji bona armanca xizmeta pêşveçûna miletê mine.

Daxwaza mine bingehî azadîya Kurdistanê ye di bin bandûra Rûsyayê da, ji ber ku nava wan dewletan da, yên ku cînarê mene, tên Rûsyaye dewleta pêşveçûyî û kûltûra wê ji hemûya hêsatir dikare bi dergê wêva derbazî nav me bibe. Bona pêkanîna vê proyêktê ji hertiştî pêştir, divê em nîrê turka ji ser xwe wêda bavêjin. Eve ew xal, ku ser wî intêrêsên me û Rûsyayê dighîjin hev.



PÊŞGOTIN

Navê Ebdurrizaq Bedirxan ji dawya sedsalîya XIX û destpêka sedsalîya XX ji ser rûpelên rojnama û raporên dîplomatên turka, farisa, rûsa, almana û yên mayîn kêm nebûye.

Karê wî yê welatparêzîyê, zanîna wî li ser rê û dirbên dîplomatîyê, bernameyên wî yên çandî - rewşenbîrî, karê çivakî û siyasi - ev hemû bi hevra bûne bingeh ji bona dengdayîna navê wî.

Her dewletek nav û karê Ebdurrizaq Bedirxan angorî armanc û bernama întêrêsên xwe nirxand. Hezar nav û nûçika pêva girêdan. Lê xema wî nîbû. Ew ji rîya rast, ku bona azadîya welatê xwe û pêşxistina gelê xwe dabû pêşîya xwe qet deremekê jî jê dûr neket. Ewî temamîya jîyana xwe dîyarî wê armancê kir û li ser rîya têkoşinê û berxudanê şehîd bû.

Jiyana Ebdurrizaq Bedirxan kurt bû. Kurt, lê bi mene kûr, bereket û bizava xweva mezin. Belkî kar û jîyana tu kurdekî navdar di dema jîyana wî da awqas bi hûrgilî, yekbiyek nehatye mêyzandinê, çiqas jîyana wî. Dost û dijminê Ebdurrizaq Bedirxan li ser her gaveke wî, li ser her axaftineke wî nivîsîne, wî rexne kirine, nivîsarê xwe kirine dokûmênt, dest bi dest gerandine, paşê anîne kirine arşîva, parastine. Û ew hemû ji bona dîrokê mane çawa dengdana serbuhurîya kurdekî azadîxwaz.

Jîyan û karê Ebdurrizaq Bedirxan di xaçerêya peywendîyên dewletên Asyayê û Yêvropayê yên tûjda pêkhatin. Gêjgerîna dijatîya hêzên sîyasî, aborî û leşkerî, ev hemû bûn meydana jîyana vî xweşmêrî.

Malbata Bedirxanîya bi navên navdarava, yên ku xizmeta gelê kurd kirine, dewlemende. Hinek ji wana li ser rîya siyasetê sekinîbûn, hinek li ser rîya serhildanê, hinek jî li ser rîya leşkerîyê deng dan û hinek jî li goveka rewşenbîryê û ronekbîrîyê ji xwera nav qazanc kirin.

Di nava rêza van steyrkên geş û bi ronakda şewq û şemala navê Ebdurrizaq Bedirxan bi teybetîye. Teybetîya wî ewe, ku jîyana wî bû hevgirtineke van hemû rê û meydanê xebatê. Di nava jîyana merivekîda kêmcar dibe, ku ev hemû xizmet û karên cûre - cûre wa bi hêz û alav cî bigrin û bi hevra bimeş in.

Ebdurrizaq Bedirxan him rewşenbîr bû, him diplomat, him serokleşker bû, him şorişvan, him întêrnasîyonalîst bû, him welatperwer, him zanyar bû, him rêkxirav. Di hemû meydanada jêhatî, bi şuret û rûspî. Her kes, ki pêra dibû nas, li ser kemal û merîfeta wî, li ser aqildarî û zanîna wî ya kûr heyrî dima, hurmet û dilgermîya xwe himberî wî û himberî giranîya bir û bawarîya wî dida xuyakirin.

Ebdurrizaq Bedirxan zanibû dost û dijminê xwe ji hey bişkavta.

Zûbizû serwext dibû bingehên bûyeran çine û ji ku tên. şureta vebûna ser gilya, makkirina pirsa ne şana herkesi bû. Ew welatperwarekî pasîv nîbû, ku bêlay sekinîbû û li ser êş û nalîna gelê xwe mêze dikir. Na. Ew propagandîst bû, sohbetvanekî bi germ û perwazî bû. Ew rastîya doza gelê kurd, pîrozîya rîya azadîya gel, ku ji xwera kiribû navaroka jîyan û xebata xwe, li merivên dora xwe dida nasandin û bawarkirin. Ewana dibûn dost, hogir û alîkarê wî.

Dewleta Osmanîyê ji Ebdurrizaq Bedirxan gelekî tirsya. Hemû tişt kir, ku wî bigre, bikuje û navê wî ji meydana kurdatîyê rake. Her tişt soz da wî: mal, milk, karê berz ... Lê bêfeyde. Çend cara fermana wî ya kuştinê beyan kir, çend cara baxşandina wî beyan kir, çend cara mêrkuj pey wî xist...

Bela, Ebdurrizaq Bedirxan kelemê çavê dijmin bû. Bi daxawa dem jêra xayîn bû. Dem, ku heta naka jî ji bona çaranûsa gelê kurd xayîne. Dewleta rûsa sîyaseta xwe ya feydegerîyê pêra bi eşkere dimeşand. Dewleta farisa - ji tirsa xwe, ji binva hertişt dikir, ku nav û dengê wî kêm be, bergeha karkirina wî teng be. Lê dewleta Osmanîyê, bi piştovanîya alman, na vê Ebdurrizaq Bedirxan nava xelqê musulman bi her awayî xirab dikir. Her rê dan xebtandinê, ku li ber rûsa rastî û helalîya wî li bin şikêda bimîne.

Belê, gunehê demê mezin bû. Dem ku bi tûjî û bi sertî di navbera peywandîyê dewletada li ser meydana Rojhilata Navîn dikelya.

Dem nek tenê milkê wan dewleta bû, dem usa jî jîyandarîya gel bû, gelê kurd, xelqê bindest û zêrandî, gelê ku di meydana aborîyêda ji hev ketîbû, çivaka bêmoral û bêhîvî hîştibû. Serokeşîr, fyodal, pêşîkêşên dîyanetê, her yek bi serê xwe bû, her yek tenê êşa xwe zanibû. Ebdurrizaq kir, ku wana bighîne hev, bike hêzeke xurt himberî dijmin. Kir ku ewana bibin piştovanên armancên wî. Lê bi daxawa, ew hemû pisporîya wî kêmber bû, hevgirtina kurda jîyankurt bû, ne amin û bi zîwan bû.

Dem çivaka kurda ne pijrandibû ji bona gêjgerînên dîrokê, ew ranekiribû li ser rîya şerkarîya berfire, ku ewana bi hevra piştovanên armancên Ebdurrizaq Bedirxan derên.

Ayana Ebdurrizaq Bedirxan mînakeke mêrxasîya tragîk bû. Hemû tişt, çi ku li ser bêdera dîrokê diqewimî, ewî baş têdigihîşt û ji wê bêderê rîya azadîya gelê kurd bi zanetî dît û jê derxist. Lê hemû, him kurd bi xwe, him jî dewletên ku dijî hev sekinîbûn, li ser hewar û gazîyê Ebdurrizaq bêdeng man.

Ebdurrizaq Bedirxan gava dîplomatara rûdinişt, bi wanara her tenê li ser mafê gelê xwe diaxaft; gava tevî rewşenbîr û zanyara rûdinişt - pirsên ronakkirin û pêşxistina çivaka gelê xwe şirovedikir û pêşnîyarên balkêş raberî wana dikir; gava tevî serokleşker, gênêralên rûsara rûdinişt û pilan dadanî - bi zanîna xwe ya leşkerîyê wana metal dihîşt. Di hemû meydanada ew ji wan karkira kêmtir zana nîbû.

Ebdurrizaq Bedirxan li sala 1918-a kete destê leşkerên turka û bi destê dijmin hate dardakirin.

Piştî şerê cihanêyî pêşin li ser Ebdurrizaq Bedirxan kes îdî nenivîsî, kes besa wî nekir. Ew ji bîrkirin.

Bûyerên dîrokê tên bîrkirin, lê nayên undakirin.

Di salên 60-da gava zanyarên sovêtê xwastin dîroka gelê kurd ya nû binivîsin, ji arşîvên rûsaye kevn, yên dîplomatîyê, leşkerî û yên herêmî, gele dokûmêntên bi tozgirtî vekirin û derxistin holê.

Çavkanîyên nû jîyan û karkirina Ebdurrizaq Bedirxan bi heralî didin xuyakirinê Hine tişt ji wan bûyara hatine çapkirin. Lê belê jîyana wî jîyana pîroz hîvya wê yekêye, ku bi teybetî bê ronakkirin.

Di nava arşîvên Rûsyayêda bi zimanê rûsî du dokûmênt têne parastin, ku wergerên destnivîsarên Ebdurrizaq Bedirxanin.

Ewana kurtejîyana Ebdurrizaqin, ku xudan ji bona karmendên dîplomatîya Rûsyayêra nivîsî bû. Eslê van nivîsara nehatine dîtin. Wergera van nivîsara ji mera bûne bingeha çapkirina vê pirtûkê.

1. Dokûmênta pêşin Ebdurrizaq Bedirxan di 14 îyûlê sala 1910-a ji baylozê Rûsyayêra li Konstantînopolê (Stambûl) hêja N. V. Çarîkovra nivîsîye.

Mena nivîsara vê dokûmêntê çi bû?

Pey sala 1908-a, gava fermandarî li Împêratorya Osmanîyê kete destê cuwanturka, fermandarên nû hemû girtiyên siyasi, yên ji dema sultan Ebdul Hemîdê xunxur ketibûn hebs û zîndana, azad berdan û ji cîyê sirgûnê şûnda vegerandin.

Lê belê, pirsa azadkirina endamên malbata Bedirxan- begê demeke dirêj, heta sala 1910-a domand. Piştî ku li; ser derengîxistina azadkirina girtîyên vê malbatê li parlamêntê bi tûjayî hate rexnekirin û di rojnameyên cûre - cûreda ev pirs deng da, cuwanturk mecbûr bûn li ser girtîyên malbata Bedirxan - begê rawastin û bi fermana teybetî destûra azadbûnê bidin beyankirinê û wana ji sirgûnê vegerînin.

Ebdurrizaq Bedirxan ji roja ku ji sirgûnê vegerya Stambûlê, himberî xwe, himberî endamên malbata xwe û gelê xwe bi giştî, dijminatîya fermandarên nû texmîn kir. Ji ber vê jî biryar girt, Turkyayê bihêle û jê derkeve, here Rûsyayê, cîkî li Kavkasê bihêwire, da ku bikaribe nêzîkayê xizmeta gelê xwe bike.

Bona ku destûra dewleta rûsa bistîne, ewî kurteçîroka jîyana xwe nivîsî û da destê baylozê Rûsyayê li Stambûlê. Eslê vê nivîsarê, wek ji rûyê dokûmêntêyî pêşin tê agahdarkirin, bi zimanê turkî bû.

Di vê dokûmêntêda Ebdurrizaq dîroka xwe, serbuhurîya malbata xwe, bîrûbawarîya xwe ser dewleta cuwanturka himberî kurda, bi kurtî daye nasandinê. Ser bingeha vê nivîsarê bayloz ber Wezîreta Rûsya ya Karê Der gerya, ku destûra Ebdurrizaq bidin, bê Rûsyayê bihêwire. Ebdurrizaq Bedirxan destûr stand, hate Kavkasê , paş çû li Îranê û li ser xalîyê nêzîkî sînorê turka û farisa, ku li wê demê bin bandûra rûsada bû, cîwar bû.

2. Dokûmênta duda dîsa kurtejîyana Ebdurrizaq Bedirxane. Têda bi giranî ser karkirina wî ya salên piştî hatina wî di bin bandûra rûsa (s.1910-1916) bi fireyî hatye nivîsandin. Ev dokûmênt ser hev 45 rûye û li ser daktîlyo hatye çapkirin. Eslê wê bi çi zimanî hatye nivîsarê, nebêlûye? Ser rûpela wergerê ya pêşin nîvîsîne "Wergerandin". Bi bawarîya min, eslê wê bi zimanê firansî bûye. Ev bawarî ji wê tê, ku di arşîvên cûre - cûreda name - nivîsarên Ebdurrizaq Bedirxan, piştî ku ew hat û bin bandûra rûsa hêwirî, hemû ji alîyê wî bi zimanê firansî dihatin nivîsandin. Tu cîya belgek tune, wekî wî bi turkî yan jî bi zimanekî dinê nivîsarek hiştîbe.

Hewcetîya nivîsara vê serbuhurîyê çi bû?

Di salên 1910-1916-da, dema Ebdurrizaq Bedirxan di bin bandûra rûsada ji bona azadîya gelê kurd dijî Împêratorya Osmanîyê xizmeta Rûsyayê dikir, dijminê wî her awayî dikirin, ku bawarîya rûsa li ser şexsê wî tunebe. Didan xuyakirin, xwedêgiravî, Ebdurrizaq cesûsê wane, agêntê almane û h. w.

Di salên şerê cihanêyî pêşinda hine hêzên ermenîya yên siyasi û leşkerî, ji bona ku otorîtê û hêza Ebdurrizaqe leşkerî zêde nebe, hemû cûreyî astanga pêşîya wî çêdikirin û navê wî ber rûsa xirab dikirin.

Du - sê dîplomatên rûsa jî hebûn, ku bi dostanî li Ebdurrizaq nedinhêrîn û dijminatîya wî dikirin.

Ebdurrizaq mecbûr bû bê Tilbîsê û hemû tişt, çi ku di wan salanda serê wîva buhurîbû, yek bi yek bi kurtî binivîse û nivîsara xwe bide destê karmendên rûsaye dîplomatîyê li Kavkasê.

Çapkirina vê dokûmêntê gelekî bi nirxe, ji ber ku tevî kurtejîyana Ebdurrizaq Bedirxan, em bersiva gelek pirsên dinê jî têda dibînin, yên ku heta naka di dîrokêda yekalî hatine nîşandan. Yek ji wana pirsa peywandîya navbera kurda û ermenîyane. Ronakkirina vê peywandîyê hên jî hîvya lêkolîna objêktîv maye. Ev dokûmênt alî dike, ku hinekzelalbûn di vê pirsêda cî bigre.

Pirsa balkêş ewe, ku Ebdurrizaq Bedirxan di vê dokûmêntêda kêmzanîna Rûsyayê li ser kurd û Kurdistanê û dilsarîya wî li ser çareserkirina pirsa kurda dide kivşê. Em dibînin, ku kurd ji alîyê rûsa ji bona întêrêsên wê yên rojane hatine karanîn.

Ji van herdu nivîsarên Ebdurrizaq Bedirxan, ku li jêr têne weşandin û herweha ji dokûmêntên mayîn jî, yên ku hên çap nebûne, em dibînin ku Ebdurrizaq baş ji hev cuda dikir Rûsya dêmokrat, pêşverû ji Rûsya dagîrker û paşwerû.

Ev herdu dokûmênt, ku kurtejîyana Ebdurrizaq Bedirxanin, bingehekî biçûkin, lê pir hêjane, ji bona ku tevî bi sedan dokûmêntên mayîn, yên di gelek arşîvada têne parastin, meriv karibe jîyana vi rewşenbîrî, şorişvanî û welatparêzî bi fireyî û kûr bikole û ronak ke.

Wextê wergerandina van dokûmênta li ser zimanê kurdî, me di hine rêzada peyvên ku mena rêzê çêtir vedikin, zêdekirine û hildane di nava benda bi niçikda.

Ji bona hine gotinên nenas, têrmînologî, me nivîsarnasîke biçûk jî di dawîya pirtûkê daye.

Me bi zanetî pêşgotina berfire ji bona vê çapkirinê nenivîsîye, wekî pêşgotina fire balkêşîya navaroka van herdu dokûmênta kêm neke, herweha, wekî hewcetîya nivîsandina pirtûkeke teybetî jî li ser jîyan û karkirina Ebdurrizaq Bedirxan ji bona xwendevana aktûalîtêt û balkêşîya xwe unda neke. Nivîsara vê pirtûkê li ser pişta me dimîne wek bar.

Celîlê Celîl



Dokûmênta I

Mîr Bedirxan mîrê emarata Cizîrê û Botanê yê dawîyê bû. Hukumdarî ji bavê wî Mîr Ebdulle gihîştibû wî û mafê wî yê fermandarîyê hebû. Pêra jî mafê wî hebû wîlayêtên îroyîn: Wan, Bitlîs, Erzerum û Dîyarbekir, senceq Sulêymanîyê ji wîlayeta Mûsilê û herweha ser erdê Îranê, ku kêleka Hekkarîyê bû, usa jî ser wan eşîrên başûrê,1 ku diçûn dighîştin heta Rihayê, bike bin bandûra xwe.

Mîrên Cizîrê û Botanê wek mîrên bihêz dihatin naskirinê. Heta naka jî hemû kurd bê dudilî hiltînin ser xwe, ku Mîr. Bedirxan li temamîya Kurdistanê mîrê herî giran û herî bi Kismet bûye.

Raste ewî emrê xwe daye, lê serwêrtîya wîye bêqisûr hukmekî usayî mezin li ser binelîyê Kurdistanê hîştye, wekî bîrewariya wî û dîrokên li ser dilovanîya wî di nava kurdada hê-hê zêndîne, tê bêjî ew hê heta îro jî fermandariyê dike.

Ser vê birûbaweriyê bûn usa jî xaçparêzên Botanê, ji ber ku xêr bereketa jîyana wana, ku paşwextîyê bû rûreşîya şipûka merivatîyê, ser wana awqas kûr tehsîr hîştibû, ku ewana "ji musulmana zêdetir" demên adelatya Mîr Bedirxan bîr danin.

1 Hê raste "roavayê"




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues