Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2005, Istanbul |
Préface : | Pages : 63 |
Traduction : | ISBN : 975-8637-91-6 |
Langue : Kurde | Format : 130x195 mm |
Code FIKP : Liv. 1054 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Qetran ji qetrê sader qehr û risas |
Pêşgotin Dost, ji qetrana qehran û dergehên demderewîn bi serkeftî derket. Ji zarokên vê xebata ji me veşartî diyar e ku wî, xwe ji du kêmasiyê, ji "belaxat" û "anjanbinanê", pak kiriye. (Ku ev her du, du nexweşiyên helbesta kurdî ya modern in.) Di xwendineke tenik de jî be, di her hivdehan de, bo derbirîneke hêmayî wate nehatiye telefkirin; pênûsê rû nedaye canbaziya gotinan; kirde, yanê navenda vegotinê, belawela nebûye... Temayên wek birînên zaroktiyê û kurrê ku bi tehekuma bavê adetî hesiyaye (qetran, xeyalên evîndarê stêrka rohilat, kirasê min li min nedihat); rewşa welat û insanên wî yên bindest (xewnên xwîn-lixwekirî, kenên koçber, germeke sar, av xeyîd î / helepçe, dem û deng, bendewarî û heta baz jî); takekesiya dinyayî û tenêtî (robarek e diherike dilê min, dilopek jan, jana can, hêvî ma buhareke din, berfîn, sêmar); gunehkariya dîrokî ya ku siya wê ketiye ser giyanê nifşê îroyîn (hezaz xalî), bi zimanekî dilsoz î dawerivî hatiye gotin. Ya Dost ne wate-helbesteke ku bi lêkolîneke hûrbînî bê dîtin û bi heyraniyeke destpalînî were tayînkirin e; ew bêhtir dilvalakirinek e ku bi dengekî ahengdar re gujjî dinyayê bûye. Li ser xeta huznê, bi milê êvar, şev û sitriyan de! Rewşa vebêjerê ku xwezayê bi mêrg, zinar, çiya, robar, hesp, şûr, gond û zozanan geh bi hesreteke û geh bi hêrseke epîk pêşkeş dike, ne ji taswîreke hewcedar, an ne ji analojiyeke li miqabilê giyanê insan dikeve rê. Ji van dimenên organîk, bi qasî dendika tirsê, avgoniya azad a asîmanan jî re. Ji kirêtiyê bêhtir spehîtî heye. Lêbelê kirdeyê helbestê, li ber vê spehîtiyê, yekî ku jê bêpar maye ye. Jixwe eV e ku wî dilzîz, dengketî û carna jî meydanxwaz (bêhtir di dem û deng de) dike, lê li hember dinyayê û zimanê zilmê wî tenê dihêle. Travmaya civakî (welatî) û takekesî di vî sînorî de hev hembêz dikin. Di helbestên bue de anjanbman, yanê rista parçekirî, taybetiyeke berbiçav bû. Gerçî Dost tu carî ji "û"yekê risteyek çênekiribû wekî hinekan, lê mînakên nêzîkî wê di xwe de hewandibû; ji bo xatirê armonî û rêzbendê wî jî ji wê ava bêkêr vexwaribû. Lê wisa dixwiyê xebata ya li dû kemalê, bi qasî gotina fesîh, cemala dirûvê jî bexşî wî kiriye, heya tingêna dawîn îmkana risteyê li ber fireh kiriye... (Xwezî ew jî ji van serkeftinan hayedar bûya û bi hisandina wan me ew şa bikira!) Helbest, bi qasî beş bi beş rojnivîska bişiûr a helbestkar e, ewçend jî dîrokeke bêşiûr e. Her dem nebe jî bi gelemperî di nav xwe de "çîrokeke din" dihewîne. Bayé vegotineke din, an çilkeke ku hêdî hêdî belavî tevahiyê dibe! Di vê kitêbê de jî bi qetran û kirasê min li min nedihat rasterast, bi helbestên din nerasterast movikên dîrokeke din heye. Ji keserên kirasê zingar û heviyên qeşagirtî wê de, li bin piltên ewran silûeta qulingekî jar î ji refên xwe derengmayî, stêrka birîndar î ji perwazekî xwe dinaliya, dilê ku perekî wî şikestî heye: Sê-murxên Dost Çiyayî! Bi zimanekî din sedemê vekêşana wî ya zimanî! Wisa dibêjim ji ber ku Dost, bi Wext re di nav pêşdebaziyekê de bû. Aramiya jiyana wî neh sal ber xera bûbû. Bi serê gurçikekê mabû û bo pêşerojê jê ne bawer bû. Wext û têrînekirina wê, ji ser serê kar û barên wî re têleke vekişiyayî dikişand. Sedemê mezin î geşbûna agir xebata wî jî ev bû, lê ev sedein mixabin di navbera wî û afirandinê de pizotê pevçûnekê jî xwedî dikir. Ev çilka bêhuzûr a ku wekî nexweşiyeke sarî (perokî) belavî hemû hestiyariyên wî dibû, bi destê xencereke xenzîr, qolinceke yeman ji ber rahnên wî diherikand û dendika tirsê (mirinê) lê diwerimand. Ku di ciyekî helbesta evîndarê stêrka rohilat de ev rastî wiha eşkere hatibû go tin: Kevjalên xesîs / marên kor û / ji gurên manco xemê naxwim / ketineke bêwext an / girtineke bêbext e tirsa min... Ji vê kemîna xenzîr a ku çarmedora wî rapêçabû, bi afirînê, bi xêza ebedî, dixwest xelas bibûya. Li gorî min di nav hemû helbestan de temaya herî trajîk lê ya herî watedar ev bû. Ji ber ku ev temaya ontolojîk ya me hemûyan e. Eynî mina mirinê! Mirina ku Rilke jê re "Mirin mezin e / em, yên wê ne" digot! Qedera vê pirtûkê mixabin bi şerbeta nexwe bi ya herî ebedî tayîn bû. Jixwe barê wê yî xemgîn jt ev e. Dê di her xwendinê de ev rengê ha û pirsên wek `Gao hel besta qetran bihata temamkirin, bi destê afirînerê xwe bihata tasnîfkirin ev metin, dê tiştekî çawa derketa?' xwe bidine der. Û ihtîmaleke mezin pirsên 'Bo merhaleya duh û îro bê dîtin helbesta kevirteyrê ketiye pirtûkê?' û `Guherandina helbesta helepçe, berfîn, hezaz xalî, robarek e diherike dilê min, kenên koçber ji wê lêgerîna li dû kemalê bû?' jî xwe bidin ber siya yên din. Tişek ji dest nayê; min çiqas pêjna xwe li ser Most bûya dê vê helbestê bikira pirtûkê an dê filanê jî tevlî nekira û eva ha dê neketa pêşeya ya din?' girê dabe jî, ji serî de kêm e ev metin. Lê kî dikare çi bike! Zeman ji bo me hemûyan xezaleke bezok e, fersend nade ku tu çavên wê maçî bikî. dema dide jî, tu dibînî ku li pey te bo xewrevîniyê, çend xêzk û germahiyeke bêcî mane. Dost, li gorî vê qederê, bi zor jî be, çend xetên tekûz û germahiyeke ebedî hie. Mala wî ava. Remezan Alan |