PÊŞGOTIN
Carinan di dawîya demsalên cemidî de, carinan ji gulên li ber bişkivandinê, carinan ji şevên bi sibeyê avismayî, carinan jî di encama rojên aloz û xemgîn de, çirûskek dibe sedema jîyanek bihuştî. Ji ber vê yekê li ser rûyê erdê başî û nebaşî wê tim hebe. Ev çîrokên me yên kevnare jî neynikên jîyana me ne û bi hezaran sal di nav gel de weke wêjeya devkî heta roja îroyîn hatîye.
Di vê berhema birêz Fevzî Demirağ de derdikeve holê ku pêwîstî bi lêkolîn û lêgerînên bi vê awayê heye. Ji ber vê yekê ev xebata û lêkolîna ku ji alîyê nivîskar ve hatîye kirinê hêjayê pesindayînêye. Di civaka me de kêm kes hene ku di nav gel de bi çanda xwe re têkildar bibe û serê xwe bi wê re biêşîne. Cara yekemîn ku min û birêz Fevzî Demîrağî hevûdû li avahîya Roj Tv yê de nas kir, di nava axavtinan de derket holê ku ew ne tenê di medreseyên olî de perwerde bûye, herweha cavdêrek û berhevkarekî j jîr e jî. Bi vi awayê çi ji nav gel girtîye, dikare bi awayek rêkûpêk bide gel û vê wêjeya bi devkî derxîne ser rûpelê kaxezê û wê zindî bike.
Di dîroka gelan de pêşketinên wêjeyî, bi hewildan û berpirsîyarîyên nivîskaran xurt dibe. Ez di wê bawerîyê de me ku birêz Fevzî Demîrağ di vî warê de dikare gelek berhemên hêja derxîne holê û bide xizmeta gel. Weke me di serîde jî gotibû ev çirûsk wê bibe sedema nivîsandina bi sedan çîrokan û di vî warî de jê sû'ûd weregirtinê.
Di encamê de ez dikarim bibêjim ku birêz Fevzî Demîrağ, karekî baş kirîye. Ji ber vê yekê bawerîya min ewe ku, di demên pêş de girîngîya vê xebata wî ji bo gelek kesên ku bi gel re têkildarin re bibe mînak û xwe berpisrîyar bibînin û vê wêjeya devkî ji bo demên pêş di nav rûpelên dîrokê de bicîh bikin.
Silav û rêz!
Cemal Ballikaya |