La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîranîn


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2008-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 150
Traduction : ISBN : 978-9944-382-44-1
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 5859Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîranîn


Bîranîn, Şam - Bêrût

Nûredîn Zaza

Avesta

Dr. Nûredîn Zaza yek ji rewşenbîrên hêjatir ê dîroka kurdan a nêzîk e. Xelekek e di navbera nifşa Bedirxaniyan û nifşên nû de. Wekî nivîskar û wergêr xizmeteke mezin ji ziman û edebiyata kurdî re kiriye. Ji himdarên sereke yên Komela Xwendekaran û ya  ~ Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê roleke pêşengî di jiyana siyasî ya gelê kurd de Ieyîstiye, ji salên 1950ta 1970an, nexasim li Sûriye û Libnanê, piştevaniya tevgera rizgariya Kurdistana Iraqê kiriye. Ji ber van xebatên welatparêzî ketiye zindanên çend welatên Rojhelata Navîn. Ew piştî 50 saliya xwe diçe li Swîsrê bi cîh dibe, li wir dizewice û di sala 1988an de jî li wir wefat dike.

Zaza, serpêhatiyên xwe di 'Ma vie de kurde' (Jiyana min a kurd) bi zimanê fransizî nivîsî û ev kitêba nû ji ber destnivîseke wî ya kurmancî ye û cara pêşîn e dikeve çapê. Şahidiyeke girîng e li ser demeke kêm nas a diroka kurdî ya nêzîk.


Bîranîn, Şam - Bêrût

Nûredîn Zaza

Avesta

Gihaştina min a mala Mihemed Elî Wanlî

[Piştî ku hefteyekê ez li mala Memdûh Selim mam, Mihemed Xêyr Wanlî, şevekê ez birim vê malê]
Saet yanzdehê şevê, me li deriyê wan da. Derî di cî de venebû. Me li dora xwe nêrî di kolana (kuçe) teng de tu kes nîn bû. Li hember deriyê mala Mihemed Elî Wanlî dîwarên bilind, bê pencere bûn. Herwekî derî venedibû, careke din, me bi xurtî li zingilê xist û bêhn çikayî, sekinîn. Bîstekî din, li hundir çira vebû û pêjin bi ser me ket.
Piştre bêî ku tiştekî ji me bê pirsîn derî vebû. Li pêşiya me, bi pîjama û çav bi xew, bavê Ebû Adil xweşhatinî da me û em dibirin hundir. Em ketin oda pêşîn, a ji aliyê derî. Bi roj ev ode ya mêvana bû. Lê, xuya kir ku bi Şev, Ebû Adil, bi jin û neviya xwe ya piçûk ve, li wê radiza. Gava em çûnê, Diya Adil nivîna xwe ji erdê rakiribû û ji bo min nivîneke din datanî. Ewê dil dikir ku nivîna mêrê xwe jî bibe oda piçûk a li wî alî, li ser rêza odê em tê de. Ew odeya ha gelek teng bû, û digel vê yekê ...


Nuredin Zaza - Di sala 1919an de, li bajarokê Madene ser bi Elezizê ji diya xwe dibe. Piçûkaniya wî li bakurê Kurdistanê derbas dibe. Piştî têkçûna serhildana şêx Seîd, li gel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîz derbasî Başûrêrojava (Binxetê) dibe. Tevî temenê xwe yê piçûk, Zaza di rêxistinên kurdî de berpirsiyariyên giring digire ser xwe û gelek nivisên wî di Hawar û Ronahiyê de çap dibin. Piştî şerê Cîhanê yê duduyan li Swisreyê bicî dibe û li zaningeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekariya xwe de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ava dike. Di sala 1957an de, navberiyê dide çalakiyên xwe yên Ewrûpaye û diçe Suriyeyê. Li vir ji bo yekitiya Kurdên Başûrêrojavayê Kurdistanê dixebite di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (Sûriye) de roleke girîng dilîze. Di vê navê de tê girtin. Her wiha di salên 1960î de gelek carên din tê girtin di zindanên Iraq, Urdun û Libnanê de dimine. Di sala 1969an de vedigere Lozanê ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebite. Di nav danerên Enstituya kurdî ya Parisê de cî digre û berî mirina xwe bi salekê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn werdigerîne zimanê fransizî. Kitêba wî ya ‘Ma vie de Kurde’ çap dibe û li Ewrûpa dengekî mezin dide. Di 7ê çileya paşîn a 1988an de, li Lozanê ji ber nexweşiya penceşêrê koça xwe ya dawî dike. Nivisên wî yên çapbûyi:
- Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, 1973.
- Les Kurdes et l'accord d'Alger, Centre Culturel Univresitaire, Beyrouth, travaux et jours n° 56-7, juillet-decembre 1975.
- Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977.
- Ma vie de Kurde, çapa yekem, Pierre-Marcel_Favre, Publi SA., Lausanne, 1982. çapa duwem, Labor et Fides, Geneve, 1993. Bi tirki Bir Kürt olarak yaşamım, Mezopotamya, Sweden, 1994, bi erebî, Heyati el kurdiye ew serxet el şaab el kurdî, Dar Aras, Erbil, 2001.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues