La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferheng kurdî–kurdî


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2009-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 332
Traduction : ISBN : 978-9944-382-80-9
Langue : KurdeFormat : 135x215 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 4856Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferheng kurdî–kurdî

Ferheng, kurdî – kurdî

Celadet Alî Bedirxan

Avesta


Celadet Alî Bedirxan, di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedirxan Paşa ye. Dibistana yekemîn û a navîn li Stenbolê xwend. Di Şerê Cîhanê ê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas bû. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên kurd pêk bîne xebitî, lê bi ser neket. Di sala 1922an de tevî birayê xwe Kamiran Alî Bedirxan çû Almanya û li wir xwendina xwe domand. Di 1925an de derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Kahîre ma, çû Sûrî û li wir bi cih bû. Li Binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30î de dest bi xebatên kulturî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Elfaba kurdî bi latînî çêkir. Li ser gramera kurdî xebatên gelekî girîng kirin. Celadet Alî Bedirxan, di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê çû ser dilovaniya xwe.

Avesta, hemû berhemên Bedirxan ji nû ve diweşîne. Kitêbên ku çap bûne: Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî), De la question kurde / Kürt sorunu üzerine (bi frensî û tirkî), Were dotmam (Şi'rên Hawarê), Kürtçe gramer (tevî Roger Lescot), Edirne Sukûtunun iç yüzü (tevî Kamiran Bedirxan), Kurd û welatê wan Kurdistan (lêkolîn, 2009), Hevind (Şano, 2009), Bingehên gramêra kurdmancî (gramer, 2009)




PÊŞGOTIN

Berî her tiştî dixwazim bêjim ko min gelek hez dikir pêşgotina vê ferhengê ji hêla xwediyê xwe ve bihata nivîsandin. Lê mixabin bîra qederê derfet neda wî. Ev jî cihê serbilindiyê ye bo min ko ez vê pêşgotinê binivîsînim.

Armanca vê ferhengê ew bû ko piştî belavbûna alfabeya latîn, derxistin û rawestandina kovara Hawarê, bibe pêdiviyek ji bo pêşveçûna zimanê kurdî û belavbûna vî zimanî li çar perçeyên Kurdistanê.

Ez dikarim bêjim ko yekemîn ferhenga kurdî-kurdî bû. Lê mixabin ji ber koçkirina bavê min û piştî koçkirina wî, astengî ketin nav jiyana me de, ev ferheng belav nebû heya niha...

Piştî du sal li ser koçkirina bavê min, diya min Rewşen xanim ji rehmetî Apo Osman Sebrî xwest ko arîkariya wê bike bo nivîsandina vê ferhengê. Her peyv, li ser kartek hatibû nivîsandin. Apo Osman her roj dihate malê û bi destnivîsa xwe ya delal van peyvan li ser defteran dinivîsand. Demek dirêj kêşa heta ko Apo Osman karê xwe temam kir û em gelek spasiya wî dikin.

Piştî qedandina ferhengê, sala 1970 piştî beyana adarê li lraqê Rewşen xanim, ji bo çapkirinê şande Beşa Kurdî ya Akademiya Bexdayê. Lê mixabin Akademî piştî demeke dirêj çap nekir. Ez û Selah Sadallah me seredana Akademiyê kir, ferheng li wir bêxwedî û li erdê bû. Me ferheng bi dizîkî ve bir û gihande mal. Li wir bala me kişand ko şeş tîpên (a-b-c-ç-d-e-) ji Akademiya Bexda hatibûn dizîn.

Piştî rûxandina beyana adarê û nexweşbûna rewşa Iraqê me derfet nedît ko em bi ferhengê mijûl bibin. Salên 90an de ew şeş tîpên kêm ji aliyê Selah Sadallah ve li ser Ferhengê hatin zêdekirin.

Divê neyê jibîrkirin ku ev ferhengek e netemambûyî ye. Bo vê jî mixabin di ferhengê de hin tîp kêm in û hin peyv tevî ku hatibin nivîsandin jî, hember wan vala ye. Me ew wek xwe hiştin. Peyvên ku du caran hatibûn nivîsandin me carekê nivîsandin û agahiyên wan kirin yek.

Li ser pêşniyara weşanxaneya Avesta ferhengoka di kovara Hawarê de li ser hate zêdekirin û "Elfabêya kurdî" ku dîsa di Hawarê de çap bûbû, wek pêşek ciyê xwe girt. Ev ferheng ne wekî hemû ferhengên asayî bi yek beşî, ji ber wan kêmasiyan ferheng bi sê beşan hate çapkirin;

1. Beşa yekem şeş tîpên (a-b-c-ç-d-e) Selah Sadallah

2. Beşa duyem Ferhenga Celadet Bedirxan

3. Beşa Sêyem Ferhenga Kovara Hawarê

Di sala 2006, 22yê Nîsanê li helkefta sêyemîn festîwala Bedirxaniyan (li Hewlêrê) min li gel Hêroxan li ser rewşenbîrî û çanda kurdî, em dûr û dirêj axivîn. Her wiha me behsa berhemên Mîr Celadet Bedirxan kir. Hêroxan ku bi taybet hewesa wê li ser çand û rewşenbîriyê heye, ji min pirsiyar kir ku çi ji berhemên Mîr Celadet heye ku nehatine çapkirin? Me behsa ferhengê kir û wê got ez ji bo çapkirina ferhengê amade me...

Ez gelek spasî birêz Celai Talebanî Serokkomarê Iraqa Federal û xanima birêz Hêroxan dikim. Ji ber ku bêyî alîkariya wan gelek zehmet bû ku berhemên Rewşen Bedirxan, Mîr Celadet Bedirxan û Selah Saadallah bête çapkirin.

Her wiha ez spasiya Mîrhac Mistefa dikim ku piştî demeke dûr û dirêj, destnivîsa ferhengê ji bo çapkirinê amade kir.

Ez hêvîdar im piştî ewqas salên dirêj ev ferheng bigihê armanca xwediyê xwe û xizmeta gelê kurd bike.

Piştî ko me berhemên Ferhenga Selahaddîn, Mem and Zîn û pirtûkên din li weşanxaneya Avesta çap kirin, em ji nêzîk ve bûn şahidê pîsporî û dilsoziya karê Abdullah Keskin û hemû kedkarên weşanxaneya Avesta.

Ev berhemê berketî yê di destên we de jî bi heman awayî bi xebata wan a dilsozî û pîsporiya wan hatiye holê.

Ji bo vê alikariya wan a giranbiha, ez spasiyeke ji dil û can dikim.

Sînemxan Celadet Bedirxan
06.09.2009
Hewlêr - Kurdistan



PÊŞGOTINGEK

Kitêbxana Hawarê kitêba xwe a dudowan belav kir. Ji ber ko pêgotinga wê kitêbê ji me re berpêkirina elfabêya kurdî dide zanîn me ew guhastiye hir.

"Bi şeş hejmarên Hawarê ên pêşîn me bin rûpelên elfabê belav kiri bûn. Bi wan rûpelan me hîmê Elfabeya Kurdî didanî û ji xwenda û zanayên kurdan, fikrên wan liser elfabêyê pirsiyar dikirin.

Ji ber wan rûpelan sed û pêncih dest ma bûn. Min dil ne kir ko ew rûpelên ha winda bibin. Min ew dane hev û çend rûpelên din bi ser xistin, û pê kitêbokek hate pê. Ev kitêboka ha, bîra Elfabêya Kurdî a pêşîn e ko nifşên dawîyê lê fedkirin û pê bizanin ko pêşiyên wan di çi tuneyiyê de elfabêya pêşîn da bûn çap kirin. Ji bona pêkanîna çermê wê diviya bû ko çend rûpelên din bikevin pêşiyê.

Bi vê hêncetê min dil kir ji xwedevanên xwe re berpêkirina elfabêya me bi kurtî gilî bikim.

Ev elfabêya hanê ko îrû em zmanê xwe pê dinivîsînin paşiya xebateke salinen drêj e.

Di sala 1919 de, me da bû çiyayên Meletyê. Em keti bûn nav eşîra Rewan. Mêcer Nowel (ingilîzek) digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî bû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe, û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min ji hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin.

Carinan me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilevkirineke biyanî, lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend, lê belê ez, heta ko min (û, و) ji (o, و) û (î - ى) ji (ê - ى) h.p. derdixistin, diketim ber hezar dişwarî. Ma çiman?.. Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî. Êdin minê bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî jî bê diwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê liser kaxezê dihat sekinandin.

Lewra ko di Elfabêya Latînî de tinê (26) herfên serxwe hene û di zmanê kurdî de deng ji bîst û şeşan bêtir in. Gelek herfên hevedudanî keti bûn nav elfabêya min; weko: ch, ou, ai....

Ji xwe di zarotîya xwe de, wekê min di dibistanan de dixwend û hînî herfên erebî û latînî dibûm, tiştek hebû ko min di çavê xwe ra dikir û ji bona herfên erebî, di dilê xwe de digot: ev elfabêke welê ye ko dengin dide xwendin ko nayine nivîsandin, û latînî yekcar vajiyê wê ye, herfin dide nivîsandin ko nayine xwendin.

Belê fikra min di babeta van her du elfabêyan de ev bû. Bawer bike bi vê fkra ko min ji zarotiya xwe ve di serê xwe de bixwedî dikir, kêfa min ji herfên hevedudanî re ne dihat.

Hingî ji zmanên ko bi herfên erebî nayine nivîsandin min yûnanî, hinekî frensizî û elfabêya rûsî nas dikirin. Hema di çiyê de, rabûm herçî herfên hevedudanî ji elfabêya xwe derêxistin û li şûna wan ji elfabêya yûnanî û rûsî herfinen serxwe êxistin.

Bi vî awayî, min elfabêyek bi sih û şeş herfên serxwe êxisti bû destê xwe.

Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û fergengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kiri bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne ji ew ferheng îrû ne di destê min de ne. Di sala 1925 a de digel hin nivîsarên min ên din gehiştine heta pêşberê Mehkema Xarpûtê.

Sala 1246 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê mêze kir û mideke xweş liser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc lihev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xirab dikirin. Jê pêve têde du herf hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêke bi sih û çar herfan û yekreng hate pê.

Ez paşê bi elfabêya xwe mijûl dibûm. Lê hetanî ko tirk elfabêya xwe belav kirin ya me weke xwe dima û têde me tiştekî bingehî ne diguhart. Min her tiştên xwe pê dinivîsandin û nasên xwe re dida zanîn.

Wekê tirk elfabêya xwe belav kirin me dît ko di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hev in. Dengin hebûn ko tirkan ne bi wan herfên ko me nîşan kirine lê bi herfinen din nîşan kiri bûn.

Herwekî me berê çend caran goti bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji kurdmancên Tirkiyê re, me dengên hin herfan bi hev guhartin û herçend hebû me ewçend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan.

Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paşiya xebateke sêzdehsalîn e, gora zmanê kurdî, gora dengên zmanê me ye. Herê ev elfabe berî sêzdeh salan hatiye nivîsandin û gora zmên û dengên wî hin bi hin edilî û ket halê xwe ê îrû.

Berî û piştî belavkirina elfabêyê min fikrên gelek kesan pirsîn û gotinên hinekan bi kêrî min hatin. Di nav wan de mirovinen yekcar nexwenda hebûn.

Ji lewra ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir keda miletê xwe dihesibînim û pêşkeşî wî dikim.
Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê herkesî hêjatir û spehîtir e."

Bêîmze
(Celadet Alî Bedlrxan)
Hawar. Hejmar: 13
14 Çileyê-Berê 1932



Hêvî ji xwendevanan
Ji bona Elfabêya kurdî

Em, ji îrû pêve, elfabêya kurdî rûpel bi rûpel di komelê de belav dikin. Pêşdetir di şiklê kitêbê de bêt derêxistin.

Ji vê belavkirinê qesda me ev e ko herçî xwenda û zanayên kurdan hene, rûpelên elfabê yek bi yek, xêz bi xêz, pirs bi pirs bixwînin, qenc bala xwe bidin û her çi kêmaniyan bibînin ji me re binivîsînin, da ko em wan kêmaniyan rast bikin.

Jû pêve, ez ji wan tiştekî din jî hêvî dikim. Ji min re ji bona her rûpelê pirsinen nû peyda bikin û rêkin.

Li rûpela pêşîn me sê herf danîne (a d r) û bi van çend pirs çêkirin. Dibe ko bi van herfan pirsinen din bên çêkirin. Di rûpela duwim de herfên me bûne pênc (a d r e m) me bi wan jî çend pirs dîtin. Heye ko hinekî din peyda bibin.

Bi vî awayî xwendevanên me dikarin bi me re bixebitin û elfabêya me biedilînin û qenctir bikin.

Bêîmze
(Celadet Alî Bedirxan)
Hawar. Hejmar: 1
15 Gulan 1932



Avesta piştî wefata wî bi 58 salan ferhenga mîrê kurmanciyê Celadet Alî Bedirxan bi serbilindî û kêfxweşî pêşkeş dike.

Armanca vê ferhengê ew bû ko piştî belavbûna alfabeya latînî, derxistin û rawestandina kovara Hawarê, bibe pêdiviyek ji bo pêşveçûna zimanê kurdî û belavbûna vî zimanî li çar perçeyên Kurdistanê.

Ez dikarim bêjim ko yekemîn ferhenga kurdî-kurdî bû. Lê mixabin ji ber koçkirina bavê min û piştî koçkirina wî, astengî ketin nav jiyana me de, ev ferheng belav nebû heya niha...

Ev ferheng ne wekî hemû ferhengên asayî bi yek beşî, ji ber wan kêmasiyan ferheng bi sê beşan hate çapkirin.

1. Beşa Yekem şeş tîpên (a-b-c-ç-d-e) Selah Sadallah

2. Beşa Duyem ferhenga Celadet Bedirxan

3. Beşa Sêyem ferhenga Kovara Hawarê

"Elfabêya Kurdî" jî ku dîsa di Hawarê de çap bûbû, wek pêşek cî girtiye.



Spasî

Ferhenga Celadet Alî Bedirxan bi alîkariya rêzdar Celal Talebanî û xatûn
Hêro Îbrahîm Ehmed ji nû ve tê çapkirin. Em spasiya wan dikin.

Sînemxan Bedirxan

Diyarî ji bo Dr. Cemşîd Bedirxan...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues