La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mirina kalekî rind


Auteur :
Éditeur : Orfeus Date & Lieu : 1987-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 136
Traduction : ISBN : 91-87074-02-8
Langue : KurdeFormat : 130x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 833Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mirina kalekî rind

Mirina kalekî rind

Mehmed Uzun

Orfeus


Du mirov. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1900-î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, dan û standinên wan bi hev re û bi doralî re, dijwarî û berberiyên wan... Romana Mehmed Uzun Mirina Kalekî Rind li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê.

Ronakbîrê nûjen Serdar Azad, penûs di desta de, li ber masê rûdine û ronakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne; gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? Serdar Azad, li milekî, ji xwendevanên xwe re behsa kalê ecêb û sirrtijî dike û li milekî jî, ew bi Kalo re dipeyive û jê re behsa xwe, hîsên xwe û zarotiya xwe dike.
Ango, roman, ne bi tenê, li ser du kesan tê pê, herweha ew bi du şêwan jî tê hûnandin.

Mirov dikare Kalo weke rûpeleke jibîrbûyî ji dîroka Kurdîstanê bibîne, Serdar Azad û jiyan, hîs, daxwaz û bîranînên wî jî, weke mirovekî kurd yê nûjen û jiyana wî... Ji ber ku kes, bûyer û peywendiyên romanê herçend şexsî û taybetî bin, ew ewçend jî gelemper in.


Mehmed Uzun, 1953, ji Kurdîstana Bakûr e. Piştî cunta leşkerî li Turkiyê, 1970, ew hat girtin. Bi qasî du salan, ew li girtîxanên Diyarbekrê û Ankarê ma. Di sala 1976 an de, gava kovara Rizgarî dest bi weşînê kir, Mehmed Uzun bû berpirsiyarê kovarê. Ji ber vê yekê jî, ew hat girtin û 8 meh li girtîxana Ankarê ma. Di dawiya 1977 an de, ew hat Swêdê. Li Swêdê, wî berpirsiyariya kovara Rizgariya Kurdistanê kir, 1979-81.

Mirina Kalekî Rind romana Mehmed Uzun ya duwemîn e. Romana wî ya yekemîn Tu di sala 1985 an de derket.

Omslag: Ingela Jondell


Ji kalên rind Osman Sebrî, Cîgerxwîn, M. Hesen Hişyar, Hêmin, Feqî Husên, Şêx Îzeddîn Huseynî û Efîf Huseynî re spas ku wan rê li kalê Rindî vekir...

Ji bo bîranîna Seyda Cîgerxwîn

Bûbûya Yûsifê Misrê li ken'anê beser peyda
Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zîndanê
Vebû qifla me bê mifte wê ringînî di qelbê da

Meleyê Cizîrî

Min ew di berbanga wê şeva bi tirs û xof de nas kir. Wê şevê me tixûb li pey xwe dihîşt... Me berê xwe dida oxirê, pişta xwe dida felekê.

Çiqas rast e, ew qisa ku dibêje «jiyan tabloyeke rengin e ku bi rengên xweşik yên tesadufan ve hatiye neqişandin» çiqas rast e... Eger ez negihîştima berbanga wê şevê, - ew şeva ecêb ku di jiyana min de rûpeleke nû vekir û ez hê jî baş tênegihîştime ka ew şev şeveke çawan bû - bê guman, dê di tabloyê de şopên firça wî tunebûna. Heye ku niha - kî dizane - di şûna wan rengên jîndar û xweş de dê rengekî wekî rengê xweliyê hebûya. Rengekî mirî û ji. xweşî û jiyanê bi dûr...

(Niha, min parantezek divê. Kalê rind, ez divê niha, rast bi rast, bi te re bipeyivim. Di vê kurtedema nivisînê de ew rojên ku me bi hev re bihurandin, ew tiştên ku me ji hev re gotin, tu bi xwe û bîranînên te weke dilopên baranê li dor masa min direqisin. Tu, rûyê te, xet û xêzên rûyê te, kena te ya xweşik ji min bi dûr dikevin. Lê xatire û bîranîn diyar dibin, derdikevin pêş. Belê, eynî weke dilopên baranê... Belê, ev baranek …




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues