La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ronahî, n°1-28


Auteur :
Éditeur : Sebat & Tereqi Date & Lieu : 1942-01-01, Şam
Préface : Pages : 584
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, FrançaisFormat : 210x290 mm
Code FIKP : Lp. Ku. 181Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ronahî, n°1-28

Versions:

Roahî, n°1-28
Supplément illustré de la revue kurde Hawar

Mîr Celadet Bedirxan

Sebat & Tereqi

Sal 1
Hejmar 1
Çarşemb
1 Nisan 1942

Annee 1
Numéro 1
Mercredi
1 Avril 1942

Balafirên ingilîzî di peravên Norvêjê de bi ser vaporên dijmîn de girtine û ew dane ber bimbeyên xwe. Balafiran hingafte vaporekê û ew bin av dibe.
.....


Mîr Celadet Bedirxan
Xwedî û berpirsiyarê kovarê

Xwediyê kovarê; Celadet Ali Bedir-Xan di sala 1897-an de, li Stenbolê ji dayîk bûye. Di salên 1843-1846 - an de Mir Bedir-Xan ji bo damezrandina Kurdistanek serbixwe li dijî İmparatoriya Osmanî rabû. Wî welat, ji Wanê, heta Ûrmiye, Diyarbekir, Mehabad û Mûsilê rizgar kir. Lê di 1847-an de, Osmaniyan, di bin serokatiya biraziyê wî ; Yezdan Şêr de tevgerek li dijî wî rakir û bi alîkariya wî Serîhildan têk birin. Û Bedir-Xanî ji welat hat derxistin, surgûn bûn. Di dewra Sultan Abdulhemît de surgûna wan hat rakirin, lê Sultan nehişt ew vegerin welatê xwe. Ew anîn Stenbolê, li bin destê xwe bi cîh kirin. Celadet Ali Bedir-Xan li wir hat dinê.

Celadet, bi rûhê niştimanperwerî û têkoşerî hat gihandin. Bavê wî Emîn Alî Bedir-Xan, welathiz û ronakbîrekî dûrbîn bû. Zarokên xwe, bi hemû îmkanên xwe dan xwendinê û perwerde kirin. Celadet, xwendina xwe ya ewil û navîn li Stenbolê temam kir.

Gava mezin bû, di nav tevgera "Tirkên Ciwan' de cih girt û ji bo meşrûtiyeta ku dê mafên hemû milletên bindestên bidana li dijî mutlakyeta Sultan Abdulhamît şer kir. Ji bo vê Celadet, tevlî malbata xwe sirgûnî Yemenê bû. Piştî ji text daxistina Sultan Abdulhamît di1908-an de, vegeriya Tirkiyê. Di Şere Cîhanê yê Yekem de, bi rutba serbazî di nav Ordiya Osmanî de li Cepha Kafkasê şer kir.

Pişti Şerê Cîhanê yê Yekem, Împaratoriya Osmanî têk çû û welat hat dagir kirin, li ser belêkirina Mistefa Kemal û hevalên wî, ku Kurd û Tirk bi hev re ketin şerê rizgariyê, Celadet jî di vî şerî de cîh girt.

Lê piştî ku tevger di bin serokatiya Mistefa Kemal de bi serket, hemû mafên Kuhdan hatin înkarkirin, serokên wan ên ku ji bo mafên milletê xwd şer kiribûn ji welêt hatin dûrxistin. Di vê demê de, di derheq Emîn Alî Bedir-Xan û her sê lawên wî de fermana dardakirinê derket. Emîn Ali Bedir-Xan û kurê wî Sureya çûn, li Misrê bi cî bûn. Kamûran û Celadet jî ji bo xwendina bilind çûn Almanya. Celadet, li wir dîploma doktoriya hukûkê wergirt.

Piştre, di 25.8.1930-an de vegeriya hat Şamê, ku di bin destê Fransizan de bû. Li wir dest bi xebata siyasi û niştimanî kir. Di nav Xoybûnê de weke pêşengekî cîh girt. Ji bo Serîhildana Agiriyê, di nav Xoybûnê de bêwestan têkoşa. Gava Serîhildan li Agiriyê gur bû, bi hinek Kurdên welatparêz re haziriya alîkariya tevgerê kir. Wan xwest, ji Suriyê biçin Kurdistana Bakur û li wir de serıhildanê li temamê welat bela bikin. Bi dizî çûn Kurdistanê, lê tevger bi ser neket. Careke din vegeriya Şamê.

Li wir, Celadet dest bi xebata edebi û rojnamegêriyê kir û ev xebat heta dawiya jiyana xwe domand.
Di 15.7.1951-an de, li gundê Hêcanê(nêzikî Şamê) mir.

Celadet Alî Bedir-Xan ji bilî zimanê xwe, bi Îngilizî, Fransizî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî û Yunanî jî dizanibû. Xebata wî ya li ser zimanê Kurdî hê ji sala 1918-an de destpêkiribû. Ji wê demê de ji bo çêkirina elfaba Kurdî bi tîpên latinî kar dikir. Her çiqas, Xelîl Xeyalî cara pêşî li ser elfaba Kurdî ya bi tıpên latinî kar kiribe jî, damezranêrê wê Celadet Alî Bedir-Xan e.
Ew her wiha hîmdarê rêzimana Kurdî ye jî. Di Hawar û "Ronahiyê" û xebatên wekî din de esasê rêzimana Kurdî daniye. Celadet him ronakbîr û zimannasekî mezin û him jî welatparêzekî pêşketî bû.

Ji bilî xwedî û berpirsyariya Hawar û "Ronahiyê" afrandinên wî yên hêja yên dîtir jî ev in:

1. Elifba Kurdî

2. Rêzimana Kurdî

3. Ferhenga Kurdî, bi hemû lehçên navxwe

4. Rêzana Elfabeya Kurdî

5. Rûpelnine Elfabê

6. Dibaca Mewlûda "Biyişa Pêxember"

7. Dibaca Nivêjên Êzêdiyan


8. Mektup ji Mıstefa Kemal paşa re

9. Ji mesela Kurdistanê

10. Edirne Sukutunun İçyüzü (Rûye Rastî yê Bêdengkirina Edirne), çapxana Serbestî, Stenbol, 1329. Ev kitêb, Celadet û Kamuran Alî Bedirxan pêkve nivîsîne.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues