Osman Sebrî
Bahoz û çend nivîsarên din
1956
Bahoz (1)
Wa ha! Va ye hat ba! Cihan tev bû serma. Hu... v.,. Hu... v... Geh bayê reş, Geh bayê kurr, Çiya. Neval, Zimag Bi hev re yekdeng dikin gurregurr. Du bayên tûj Du bayên sar Radihêjînin Giya û dar. Hu... v... Hu... v... Yek ewran dicivin, Ê din ji hev dirrevin, Dikin şerr, Bi awirr.(2) Yek hûye Hurmiz.(3) Rûgeş û li ken. Ê din bêmirês Weki Ehremen.(4) Li rûyê erdê, Di nava ezmên Ewrên reş, Ewrên gewr, Rast û çep Diçin tên. .....
(1) Bahoz: bayê pirr xurt (2) Awirr: nêhrrîna bi xeyd û heybet (3) Hurmiz: Xudayê xêrê li nik Zerdeştiyan (4) Ehremen: Şeytan li nik zerdeştiyan |