Rewşenbîro!
Rewşenbîr divê ji gel re bibin pêşeng Rohnîkirin, xilaskirin kar û barê we ye Li dûr mesekinin û mebêjin "ji me re çi ye" Dijminan her dem bi zanabûn rewşenbîr kuştine Bi proje û bername, gel bê serokatî hîştine Dawîyê de dest û bedenên xwe bi xwîna me şûştine Bê zana rêveberiya welat dimîne di destên bêbextan de Bê bîryarbûyina xwe binin dawî Zûlimxanê tîjî bûne Xwîn diherikê, kort tijî bûne heta nîvî Hember wê rewşa xerab dimînin bê deng Çawa gewriya we de diborî parî Sîngê xwe vegerînin hêla welat Hûn tenê bizanin û bikarin ronahîyê bidin Gel ji we re dibe binyata û ferheng Demsalên ve bê berhem diborin Qey hûn qet li xwe dipirsin Gel; koçer, gundî, karker çi hali de ne? Zivistane, bin malên nîv helişî Konên hêlkî ve verişî Sêpîyên dor naylon kirî de mane Navên van rewşan xweşbûn û jîyane Zarokên ber sîng re şîrê vexarinê nemaye Kal û pîrên didan ketî re nanê tisî jî tune Ew hal çawa we naêşîne Hûn kîjan netewe ne, cisn in, çi nerêve Mêjîyê we de cîhyê kurdayetîyê maye? Ez baverdikim, rihê azad windabîye Hûn bûne mîna darên hişk, tiştek nemaye Hestê neteweyî hezkirinê firîye çûye, windaye Qey yê mirov hezkirinê jî tuneye? Xwandivanno rasti tehl e, tûj e, tirş e lê ev e ..... |