Bûbûya Yûsifê Misrê li ken'anê beser peyda Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zîndanê Vebû qifla me bê mifte wê ringînî di qelbê da
Meleyê Cizîrî
Ji kalên rind Osman Sebrî, Cîgerxwîn, M. Hesen Hişyar, Hêmin, Feqî Husên, Şêx Îzeddîn Huseynî û Efîf Huseynî re spas ku wan rê li kalê Rindî vekir...
Ji bo bîranîna Seyda Cîgerxwîn
1
Min ew di berbanga wê şeva bi tirs û xof de nas kir. Wê şevê me tixûb li pey xwe dihîşt... Me berê xwe dida oxirê, pişta xwe dida felekê.
Çiqas rast e, ew qisa ku dibêje «jiyan tabloyeke rengin e ku bi rengên xweşik yên tesadufan ve hatiye neqişandin» çiqas rast e... Eger ez negihîştima berbanga wê şevê, - ew şeva ecêb ku di jiyana min de rûpeleke nû vekir û ez hê jî baş tênegihîştime ka ew şev şeveke çawan bû - bê guman, dê di tabloyê de şopên firça wî tunebûna. Heye ku niha - kî dizane - di şûna wan rengên jîndar û xweş de dê rengekî wekî rengê xweliyê hebûya. Rengekî mirî û ji. xweşî û jiyanê bi dûr...
(Niha, min parantezek divê. Kalê rind, ez divê niha, rast bi rast, bi te re bipeyivim. Di vê kurtedema nivisînê de ew rojên ku me bi hev re bihurandin, ew tiştên ku me ji hev re gotin, tu bi xwe û bîranînên te weke dilopên baranê li dor masa min direqisin. Tu, rûyê te, xet û xêzên rûyê te, kena te ya xweşik ji min bi dûr dikevin. Lê xatire û bîranîn diyar dibin, …
|