La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mişk û Mirov


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1993, Stockholm
Préface : Pages : 126
Traduction : ISBN : 91-88592-01-4
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mişk û Mirov

Mişk û mirov

John Steinbeck

Nûdem

John Steinbeck, xelatgirê Nobelê yê 1962'an John Steinbeck, yek ji nivîskarên cîhanê yê bi nav û deng û xwediyê cihekî bi rûmet e. Herçiqas ew bêtir bi romana xwe "The grapes of wrath / Tiriyên Xezebê" di nava xwendevanên kurd de tê naskirin jî, lê bêtir vê romana wî "Of mice and men / Milk û mirov" ew kiriye xwediyê cihekî bilind û navekî gerdûnî . Mişk û mirov di derheqa du karkerên çiftlikan; Georgeê hûrik û biaqil û Lennieê girs û kêmaqil de ye. Herdu heval ji hev naqetin, ew mîna goşt û neynûkê bi hev ve ne, her tiştên xwe bi hev re par ve dikin, heta ew şirîkên xewn û xeyalên hev in jî.

Ev romana kurt, resimekî jiyana karkeran yên Amerîkaya salên sihî radixe ber çavan. Weşanxaneya me, vê romana ku derbasî zimanê kurdî bûye, bi serbilindahî pêşkêşî xwendevanên kurd dike.


John Steinbeck (1902-1968)

Digel ku dîroka Amerîkayê ne ewçend dirêj e jî, dîsan Amerîkayê gelek nivîskarên nemir derxistiye. Jack London, Ernst Hemingway, Faulkner, John Steinbeck, Mark Twain û gelekên din... Lê car caran mîna ku John Steinbeck hatibe jibîrkirin, navê wî mîna navê Faulkner û Hemîngway nayê bihîstin. Xelatgirê Nobelê yê 1962'an John Steinbeck, ne bi tenê di çapa Amerîkayê de, herweha di çapa dinyayê de jî nivîskarekî mezin û xwediyê cihekî bi rûmet e. Xwendevanên kurd wî bi roman wî ya hêja The Grapes of Wrath "Tiriyên Xezebê" nas dikin. Digel ku John Steinbeck bêhejmar berhemên mîna Tiriyên Xezebê afırandine jî, dîsan ew bêtir bi vê romana xwe ya kurt "Of mice and men / Mişk û Mirov" tê naskirin.

Min bi xwe ne zûde, berî niha bi demeke kurt ev roman xwend. Paşê jî ji şansa min ya çê re, ew mîna piyes dihate leyistin; min çû piyes jî dît. Piştî dîtina piyesê, min biryara xwe da ku ez vê romanê wergerînim kurdî. Mixabin ku min nikarîbû ew ji zimanê wê yê orjînal wergeranda, lê min ew ji ber wergera swêdî û du wergerên tirkî yên cihê cihê wergerand. Hem bi ziman wê yê orjînal, hem bi swêdî, hem jî bi tirkî navê raman plural e, lê, li gorî qaîde û rêzimana kurdî, sernaveke plural li romanê nehat; yanî me nikarîbû navê wê bikira "Mişkan û Mirovan" lê me "Mişk û Mirov" danî.

Di sala 1937'an de Steinbeck vê romana xwe ya kurt pêşî mîna piyesekê dinivîsîne, dixwaze ew mîna piyes li ser dik û sehneyên Amerîkayê bête leyistin û jiyana mirovên di civatê de jibîrbûyî ji aliyê raya giştî ve bête zanîn. Lê, tu kes naxwazin vê piyesê bileyizin û herweha tu weşanxane jî xwe nadin ber çapkirina wê . Ev yeka han hebekî dilê nivîskêr dişikîne, baweriya wî sist dike, lê nivîskarê me ji ser ya xwe danakeve, mijarê ji dest xwe bernade û wê di eynî salê de mîna romanekê dinivîsîne. Ev romana ku di derheqa serpêhatiya du mirovan; Georgeê hûrik û biaqil û Lennieyê girs û kêmaqil, an jî mîna zarokekî saf de ye, çîroka jiyana karkerên çiftlikan e. Herdu heval ji hev naqetin, bi hev re ji bo kar dikevin riyên çiftlikan û çiftlik bi çiftlik digerin. Ew mîna goşt û neynûkê bi hev ve ne, her tiştên xwe bi hev re par ve dikin, heta ew Şirîkên xewn û xeyalên hev in jî.

Mîna xwendevan, mirov bi xwe jî dibe şirîkê xewn û xeyalên wan, bi wan re radibe, bi wan re rûdinê, serpêhatiyên wan dijî.

Bi hêviya ku wê nivîskarên kurd bala xwe berdin ser wergerê, em romana nivîskarê nemir John Steinbeck "Mişk û Mirov" pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî dikin.

F. Cewerî



Çend mil li başûrê Soledadê, çemê Salinasê kendalê girik dalêse, ava wî li wir dicive, kûr dibe, rengê wî kesk dibe. Ava çêm şîrgermiye jî. Ji ber ku berî ew li wir bicive, ew li ser qûma zer ji rojê biriqiye û herikiye wir. Li aliyekî çêm girikên biriqandî, li dû hev heya bi çiyayên Gabîlanê bi rêz in. Li aliyê çem yê newalê jî rêzek dar li ber çavan dikeve. Ev darên ku biharan rengên wan kesk dibin, pelên şaxên wan yên daketî di gemar ü qilçixên lehiyên zivistanê de dimînin, darên bîh û çinarên ku şaxên xwe yên spî berdidin ser ava civiyayî il li ser wê qubikekê çêdikin in. Li hêla newalê, li perrê bi qûm, pelên ku ji daran diweşin, li erdê dibine mîna xaliyeke qalind. Ev xaliya ha wilo hişk e, ku ger gumgumokek di ser re here xişxişa wê di felekan re derdikeve. Kîroşk êvaran ji nava deviyan derdikevin ü tên li ser qûmê ditelin. Li cihê hêwî yê li ser qûmê jî, şopa lingên racoonan, şopa pençên mezin yên kûçikên çiftlikan û ya simên çetelkî yên xezalên ku êvaran têne avê vedixwin, dixuyin.

Di navbera darên bîha û çinaran de xaçeriyek heye. Ew xaçerê ji şûna lingên zarokên çiftlikên dorhêlê, yên ku ji bo ketina avê têne ser çem û ji şûna lingên rêwiyên westiyayî ku ji bo bêhnberdanê xwe ji ser riyên mezin davêjin rex avê, bûye erdeke hişk.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues