Diyarî ji hevalên xortanî û zaroktiya min, Bavê Nazê û Bavê Goran re.
PÊŞGOTIN
Macir û macirtî di çand û edebiyata gelê kurd de û nemaze di ya devkî de, şexsiyet û mijareke taybetî ye ku bi sedsalan hatiye bikaranîn. Di sitran, destan û çîrokên gelêrî de, meriv viya gelekî vekirî dibine. Macir, ji sedsalan û vir de ye ku di jiyana xelkê kurd de xwediyê beşekî xas e. Xêrnexwazên gelê kurd, ji bo ku wan bipişêfin û wenda bikin, çi rê û metod hatine hişê wan, wan ew bi kar hanîne. Ku dîrok rastiyê li xwe deyne, ev gotinên min ê jî çewt dernekevin. Ji ber vê yekê ez ê çêlî hemû rê û metodên xêrnexwazên gelê kurd nekim. Na. Lê ez ê tenê li ser metodekê bisekinim. Dûrxistin: Ji hemêza dê û yarê, ji germiya malbatê, ji danûsitandina gund û eşîrê, ji kultura welêt... dûrxistin. Ev di rojên berê de jî û îro jî her bi kar tê. Ev polîtîkayek e û li her deverê dunyayê jî bi kar tê. Lewra li gor wan dewletên xwediyê vê polîtîkayê, ev metoda ha metodeke maqûltirîn e û nemaze li hemberî rewşenbîran bi kar tînin. Rewşenbîrên ku bi ber vê xezeba dewletên xwe dikevin, ji war û welatê xwe dûr bê pî û bask di xwe de dişewutin û ji bêgavî tiştina dikin. Karûbarên polîtîkî, edebî, kulturî dikin û li ber xwe didin. Pirî caran jiyana dûrxistinê li ser hunermendan bandoreke geleke hêja vehewandiye û ev bandor jî jê re bûye sedem ku berhemên hêja bide afirandin.
Lê ku em vegerin ser kurd û jiyana dûrxistinê, em ê têbigêhîjin ku jiyana dûrxistina me û xelkê jî ne wek hev e. Du cudayiyên girîng hene: Yek, wek entelektuelekî, wek karmendekî an jî tenê wek hunermendekî, kurd ji welatê xwe ne hatine dûrxistin. Pirî caran ew tev zarûzêçên xwe, wek malbat, wek eşîr ji warên xwe bûne. Ya duyemîn jî, ji bilî çend berhemên kevn û bi dizi, kurd ne xwediyê literatureke niviskî ne. Wan nivisandina zimanê kurdî li derveyî welatê xwe, li jiyana sirgûnê (exil) ava kirine. Ku em li ser jora Kurdistanê bipeyivin, ev gotinên min ê baştir ciyê xwe bigire.
Lîteratura kurmancî îro li derveyî welêt di dema xwe ya geştirîn de ye û şax dide. Herçiqas di vê demê de meriv pîvanên berhemên hêja di lîteratura kurmancî de nebîne jî, ew berhemên ku heta nuha derketine, bi me didine zanîn ku hêviyek heye. "Tilûrê Bêgane" vê mizgînê dide meriv. Wek stil, form û hûnandina xwe mizgîniyekê dide meriv ku ew ê bi kurmancî jî berhemên hêja derkevin.
Redwanê Alî bi hunermendiya pênûsa xwe, bi awayekî realîst jiyana maciriya me kesên ji welêt dûr, di formeke noveleke modern de bi lêv kiriye. Ji ber vê yekê jî, niviskar hêjayiyê hemî giramî û berhema wî jî hêjayiyê hemî pesindayinê ye.
Ku di pêşerojê de dewleteke kurd ava bibe, instîtut û akademiyên kurdî dîroka gelê kurd binivisînin, ew ê beşekî xweser jî li ser maciriya kurd binivisînin: Di vî beşî de ew ê ciyekî taybetî bidin "Tilûrê Bêgane" ku tê de zehmetî, qiriktalî û dijwariyên jiyana maciriyê di şexsiyeta «Mircan» de bi ruh û can bûye û hatiye zimên.
M. Ali K.
"Di jiyanê de meriv tenê tiştê ku jê tê dike, yên mayî ji xwestokên xwe bi xwe re dibe gomê."
Îvan Turgenyev
Tilûrê bêgane
-I-
Li ber duriyaneke ji duriyanên jiyanê westiyayî, baskşikestî, rawestiya ku hilma xwe bîne ber xwe. Çiqasî bi endîşa xwe dûr nerî û bilind rêsa, ewqasî jî asoyê jiyana serfiraz dûrtir ket û bilindtir bû... Pêwîst bû ku li ciyê xwe nemîne. Pêwîst bû ku bide ser rêyekê ku çerxa demê di ser re derbas nebe. Lê jiyan! Ev hilovka ku bi milyonê salan di dil û hişê merov de meyaye, qet tu kesî hemû rewiştên dahatûyên wê bi nav ne kirine. Mircan, ne bi dil ne bi can rêya bêganetiyê, ya ku li ser wê, asoyê xwe di rewrewkek şikestî de didît, hilnebijarti bû. Ew, weke qirş û qafê mirî, pûç û bêgiyan, li ber bayê xezeba bahoza çavsoriyê hilweşiya bû û li zemîneke bêgane termê wî hişk bû bû.
Zuwabûna wî ne weke zuwabûna giliçeke dara mirî bû û ... |