La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Konferansa li ser zmanê kurdî


Auteurs : | | | | |
Éditeur : Komkar Date & Lieu : 2002, Köln
Préface : Pages : 136
Traduction : ISBN : 3-927213-22-5
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Konferansa li ser zmanê kurdî

Konferansa li ser zmanê kurdî

M. Emin Bozarslan,
Zerdeşt Haco,
Veysi Barak,
İlhan Kızılhan,
Mahmut Gergerli,
Kazım Özdemir,
Ahmet Akbaş

Komkar

Di Edebiyata Klasik û Folklora Kurdi da huner

M. Emin Bozarslan

Roj baş, xuşk û bırayên hêja.

Seri ku ez dest bı gotara xwe bıkım, mın dıvê ku ez bı taybeti, wek vêkxıstınek jı Komkar'ê ra, her weha ji jı serokê wê bırayê hêja Fettah Timar ra, jı hemi endamên wê yên Komita Kargêr ra û bı gışti jı hemi endamên wê ra gelek sıpasên xwe pêşkêş bıkım, ku ev konferansa gırıng lı ser zımanê Kurdi amada kırıne û jı kerema xwe mecal dane mın ji ku ez bêm dı vê konferansê da bıpeyıvım. Ez jı we hemiyan ra ji sıpas dıkım ku hun'ê jı kerema xwe lı mın guhdari bıkın.

Wek ku hatiye ragihandin, babetê me dı vê gotarê da, "Dı Edebiyata klasik û folklora kurdi da huner" e. Em'ê hêz bıdin ...



ÇEND GOTIN

Hewcetî tune, ku ez di vê rûpelê de dur û dirêj ser perçebûna Kurdistanê, pêpezbûna hemû maf û heyîyên gelê Kurd bikim. Dagirkeran mecal nedane û îro jî nadin, ku Kurd zimanê xwe baxivin, çand û hunera xwe, ziman û edebîyata xwe pêşta bibin. Ku mirov Kurdistana Başûr bide alîkî, Kurd li ser her sê perçên mayîn xwedanê tu mafan nînin. Herçî kar û xebatên ku têne meşandin dibe sedema hepsî bûn, lêdan û kuştina Kurdan. An jî talan bûna mal û milk, şewitandina gund û bajaran, nefî bûn û koçberîya sed hezaran.

Taybetî jî dewleta Tirk ya ku hetanî duh hebûna gelê Kurd inkar dikir. Kurd dikirin Tirkên çîyayî, îro nikare inkar bike, lê ne amade ye, ku mafên Kurdan yên netewî û demokratîk bide. Bo ku bikaribe inkarkirina xwe bidomîne, zimanê dayikê dike zimanê tradisiyonê. Mafê perwerdeyî di zimanê dayikê de û di dibistanan de nade Kurdan. Dil heye, ku vî mafê zarokên Kurdan bi qursan ve beravitî bike. Lê gelê Kurd yê ku ji bo van mafana ew qas bedel dane pê ne qayîl in û ewê mafê xwe bistîne. Ev gelekî eşkere ye. Kurdan di bin mercên gelek giran de serhildan pêkanîne, partî û rekxistin damezirandine, rojname, kovar û pirtûk çapkirinê. Folklor û zargotina Kurdan ya dewlemend berhevkirine û gîhandine destên qurna iro. Di piranîya berhemên ku hatine afirandinê de, zimanê polîtik û propagandayê ji bo hişyarkirina Kurdan, sazî û berpirsîyarên dagirkeran hakim e. Berhemên edebîyateke, rêzimaneke standart nîn in. Pirtûkên ku giştî di derheqa dîroka Kurdistanê de agandarîyê bidin nîn in. An jî gor dîroknasîyê, zimannasîyê, cîvatnasîyê, politiknasîyê û ferhengnasîyê berhemên ku ji bo hemû perçên Kurdistanê û cîvata Kurd wek delîl rolekê bileyîzin nînin.

Ya rasiyê ku bêjî, Komkar sazîyeke çandî, edebî an jî hunerî nîn e. Dil dixwaze, ku Kurdistan azad bûya. Kurdan mafên xwe yên netewî û demokratîk xistibûyan destên xwe. Me jî sazîyên xwe ji bo beşên cur be cur pêkanîbûyan û çalakîyên xwe jî bi bernameke profesyonalî bimeşandana.

Ji ber tunebûna sazîyên ku di beşên curbecur de, bi pisporî kar û xebatan bimeşînin, divê ev valahîya bihata tijîkirin. KOMKARê jî, wek rekxiraweke demokratik ji ber bernama xwe ya polîtîk re, xwastîye, ku vê valahîyê jî tijî bike. Ku em çend xalan nav bikin:

Karê çapemenîyê, pirtûk weşandinê, amadekirina semîner û konferansên ser ziman, edebîyat û diroka Kurd û Kurdistanê, mafên mîrovatîyê, danasîna kesên ku di dîroka Kurdistanê de roleke mezin leyîstine, daxwazîyên Kurdan yên ku dervayî welêt dijîn.

Lê em gîhîştine wê bawerîyê ku, divê em van berhemên qedirbilind yên ku hetanî îro hatine afirandin biparêzin û wan bidin nasîn. Divê em bidin nasîn û eşkere bikin, ku ev roman, çîrok, mesele û metelok, helbest, serpêhatî di binê kîjan mercan de hatine afirandin. Nivîskarên wan û xwendevanên wan kîjan bedel dane? Sedemên kêmasîyan çi ne? Lê divê em edî nebêjin, ev ji tunebûnê çêtirin.

Lê divê em wan afirandina wek destpêk û çavkanî bibînin. Ji vir ha, divê lêkolîn bi şiklekî zanyarî bêne meşandin. Babet çi dibe bila bibe, êdî divê em qalîtê berbi jor bikişînin.

Netewên ku ji 150 sal in xwedanê rêzimana xwe ne, iro li ser kêmasîyên xwe niqaş dikin û tevayî qeyde û quralên zimanê xwe nûjentir dikin. Rola zimên di beşên cuda de. Mînak: Ziman û Polîtîka an jî polîtîka dewletan ya zimên, ziman û psikoloci, an jî psikolojîya zimên, ziman û civat her usan rêzimana Kurdî û zarav û devokên zimanê Kurdî. Divê ev babetana êdî bi çavekî zanyarî bêne lêkolîn, pirs û pirsgrêkên zimanê Kurdî, sedemên paştamayîna zimanê me û kêmasîyên heyî bêne zelalkirin.

Ev konferansana divê di beşa edebîyat, helbest, folklor - zargotin û dîroka Kurdî de jî bêne sazkirin, da ji boy em bala nivîskar û zanayên xwe bikişînin ser kêmasîyan û berhemên standart pêkbînin. Bi vê konferansê ve jî me xwest, ku em jî gor mercên xwe platformekê pêkbînin û dor bi dor fersendê bidin pisporên xwe, ku ew xebatê xwe raxin ber çavên me. Bi van konferansan ve me xwest, ku em di navbera zanyarên Kurd û xwendevanan de têkilîyekê pêkbînin. Ez usan bawer dikim, ku em bi vê Konferansê ve gîhîştin armanca xwe. Heta ku sazîyên me yên taybetî bêne pêkanîn, emê wek Komkar vî karî bimeşînin. Ev kara karekî giştî û netewî ye.

Ez dixwazim bi navê hemû Kurdên dilsoz sipazdarîya xwe pêşkêşî zanyarên Kurdan yên hêja M. Emîn Bozarslan (zimanzan, lêkolînvan), Dr. Zerdeş Haco (zimanzan), Dr. Ilhan Kizilhan (Psikolog), Serdar Barak (zimanzan) bikim û kar û xebatên wan de serkeftinê dixwazim.

Bi silavên rêzgirtinî ve.

Fettah Timar
Serokê Komkarê




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues