La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Awaza serpêhatîyan I


Auteur :
Éditeur : Pêrî Date & Lieu : 2004-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 120
Traduction : ISBN : 975-8245-93-7
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 1049Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Awaza serpêhatîyan I

Versions

Awaza serpêhatîyan -I-

Evîn Çîçek

Pêrî

Çûçika zer

Çûçika zer, tu dixwînî dixwînî
Qey cîh tunebû?
Hatî ser tayê ser serê min disekinî
Ez dibêm, te jî fêm kir
Tu xerîbî û bêkesîya min dibînî
Hêlîna te
Bê malîya min Azadîye te
Girtîbûna min şahîya te
Xemgîrîya min
Dor tijîbûna te
Tenêbûna min
Bêmînetîya te
Alîkarî hêvîkirina min
.....



XWENDEVANÊN DİLSOZ!

Ev pirtûka Evîn Çiçek Xanimê, wekî rêz bi avayekî "Awaza serpêhatîyan-I-, -II- û -III-" hatiye nivîsîn û amadekirin. Em bi çapkirin û weşandina wan serbilind in.

Naveroka her sê pirtûkan jî ji kul, keser û evînîya welat hatîye hunandin. Zext û zilma dagirkeran û derbederiya penaberîyê, ceger û dil peritîya parçebûna ji malbatê bigre heya welat, belko gelên cîhanê û zikreşîya xwînxwarên mezîn devletan, bi dilê jinek, dayîkek û welatevînekî kurd bi penivîsa zêrîn hatîye şermezarkirin.

Ji tênegîhiştina cahiltiyê, hesûdîya nav xwe, heyanî fend, fêl û fitneya xêrnexwazan û desthilatdarî û xedarîya mêrên hovî jî daye ber rû û rûçikên wan. Ji mîskîntîya kevneperestîyê ku xwe gihandîye nav civaka me bigre, heyan polatîya şervanên ku canfîdane dane ber hev. ji neqişbûyî û erdnigarîya welatê şêrin, heyan ev potîna reşa ku li ser sînga me ye, bi berfirehî rewşa me bi piralîtî dîtîye, wêneyê me kurdan bi şêweyek helbestî derêxistîye ser kaxezê û nakokîyên me yên civatkî anîne danîne ber çevên me. Da ku bila xwendevanên hêja van pirtûkan bixwînin û xwe tê de bibînin!

Bila deste te sax, çavên te ronî, jiyana te dirêj, malbat û civata te bi bawer, bextewar û xwedî dewlet be. Her çi gor dile te û kurdewarî her para te be. Dostên te dilgeş û dilşad, dijmine te kor be. Ji bana wan xebat û keda te mala te bi hezaran carî ava be. Civata me/te li ser axa xwe, her bi aqil, serfîraz, serkeftî û bi ken, kêf, aştî û şadî be!

Weşanên Pêrî



Çûçika zer

Çûçika zer, tu dixwînî dixwînî
Qey cîh tunebû?
Hatî ser tayê ser serê min disekinî
Ez dibêm, te jî fêm kir
Tu xerîbî û bêkesîya min dibînî
Hêlîna te
Bê malîya min Azadîye te
Girtîbûna min şahîya te
Xemgîrîya min
Dor tijîbûna te
Tenêbûna min
Bêmînetîya te
Alîkarî hêvîkirina min
Xwedibûna çêlikên te yên azad
Bêxwarin mana berxên min
Çûçika zer tu çi xweş difirî û dixwînî
Bila dinê de koçberî nemîne
Bêmal û bêwarîya min dilê min disojê
Berxê ber dilê min dengê te bihîst
Alîkî ve serê xwe hedî hedî zivirand ezmanan
Hêla din ve pancikên xwe yên şilbûyî dadiweşînî
Here here kêfxweşîya te bala wî jî dikişine
Dibê; "daye xwezî ez jî wekî wan çûçikan azad bûma
Min ê welat gund bi gund tevdana"
Guhdarîya te dike
Azadî û xwe bawerîya te dilê wê heland
Bê minnetîya te ew qarand
Nikare çavên xwe li te bigirê, ji jor ve serdike
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues