La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zimanê çiya


Auteur :
Éditeur : Xanî & Bateyî Date & Lieu : 1990-01-01, Brøndby
Préface : | Pages : 36
Traduction : ISBN : 87-983307-2-1
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Br. Ku. 1921Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zimanê çiya

Zimanê çiya

Harold Pinter

Xanî & Bateyî


“... Ez xwe azad û serbest nahesibînim. Ji ber ku gelekî ji 20 milyona zêdetir, yanê gelê kurd li ser axa xwe, li welatê xwe nikare bi zimanê xwe bipeyive. Zimanê wî qedexe bûye... Mixabin ku dinya bûye cehennem... kirine cehennem. Di vê cehennemê de zebanî, mêrkuj, xwînrêj li milekî ne û em yên mayî jî li milekî ne. Em li ku dibin bila bibin, divê em li dijî xirabî û kirêtiyên wan dengê xwe bilind bikin. Aha berhemên min, nemaze yên dawîn, celebeke dengbilindkirinê ne...”

“...Cehennem û zebanî li wir, li Kurdistanê, li ber çavan in. Pir vekirî, aşkera û tazî... Min xwest, ez jî bi awayê xwe, vê yekê salix bidim...”

İlon 1989

Harold Pinter



PÊŞGOTINA WEŞANXANÊ

Harold Pınter bi nivîsîna vê kurtepîyesê, jesteke germîn ji nava dilê xwe nîşanî gelê Kurd daye. Eve tête mana piştgirîyeke xurt...

Ev aferîneka qedirbilind çawa hate çapkirin li qada edebiyata dinyayê dengekî xurt veda. Axiftinên pesindar li ser hatin kirin, nivîsazên baş hatin nivîsîn. Di demekî kurt da jî, di gelek tîyatroyên mezin û navdar da hate leyistin û baleke gemi û bilind kêşa.

Gelek grubên amator yên kurda jî, hêj niha ve vê pîyesê dileyizin. Hêvî û xwezîya me ewe ku ev pîyese li Kurdistanê, bi leyizeke profesyonel jî bête leyistin û raberî gelê me bibe. Ji vi alî ve em bibawerin ku gelê kurd qîmetê vê pîyesê û xizmeta nivîskarê wê dizane û dê her jî bizane germahîyeke ji dil nîşanî vê xizmetê da û karê çapkirina kurdîya wê hilgirte ser milê xwe.

M. Uzun ev pîyese ji çapa orijinal a ingilîzî ya ku weşanxana faber and faber (London - Boston, 1988) çapkirî, wergerandîye û pêşgotineke têrker jî danîye seri.

Ev kurtepîyese bi tirkî jî hatîye çapkirin. Wergêrîya pêşî ya tilki Bilgesu Erenus digel Candan Baysan kirîye û di kovara sêmehî ya "Dünya Solu" hejmara 1-a da (Bihar 1989) hatîye weşandin. Wergêra duyan jî Aziz Çalişlar kirîye û ji alîyê weşanxana "Kavram" li Adara 1989-ê hatîye çapkirin.

Hazım Kılıç, wergêra Mehmed Uzun redakte kir û li ber wan herdu wergêrên tirkî jî ji ber çav derbazkir.
Weşanxana Xanî & Bateyî, vê pirtûkê bi serbilindî raberî tiyatroya kurdî û xwendevana dike.

Gulan 1990
Weşanxana Xanî & Bateyî



Li ber dîwarekî girtîgehî

[Rêzeke ji jinan. Pirejinek, destên xwe diperixîne. Selikek li ber lingên wê. Jineke ciwan jî bi destekê xwe tê alandiye.]

[Çawişek tê li pey wî jî zabitek. Çawiş, bi tilî, Jina ciwan nîşan dide.]

Çawiş
Navê te?
Jina ciwan
Me navê xwe gotiye.
Çawiş
Navê te?
Jina ciwan
Menavê xwe gotiye.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues