La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dal


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1989-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 48
Traduction : ISBN : 91-87730-03-0
Langue : KurdeFormat : 130x205 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 6867Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dal

Dal

Penklubba Swêdê, di sala 1987-an de Şêrko Bêkes hêjayê xelata Tucholsky dît. Şêrko, di sala 1987-an di 14 ê meha te- baxê de li Swêdê xelata Tucholsky wergirt. Serokwezîrê Swêdê Ingvar Carlsson bi xwe xelatê pêşkêşî Şêrko Bêkes kir. Bi xelatgirtina navnetewî, Şêrko Bêkes serê helbest û wêjeya (edebîyata) kurdî gelek bilnd kir. Û nav û dengê wêjaya kurdî gehêştan her aliyê cîhanê. Herweha helbest û wêjeya Kurdî kete pêvajokê nû û bilind.

 

Weşanxane û çapxana me weha bawer û hêvîdar e ku bi wergêr û çapkirina Dal bi tîpên latînî, dê karek hêja û berjewendiyek çak bigehêne xwendevanên Kurd. Û ji aliyek din ve jî ew dîwarê ku di nav herdu alfabeyên kurdî de hene, heger neye rakirin jî, kevirek jê dikeve. Dîwar qul dibe. Me, helbestên Şêrko ji kurmanciya jêrîn nekir kurmanciya jorîn; ji ber ku me nexwest orjînala wan xira an wenda bibe.


Apec Tryck & Förlag


ÇEND PEYVÊN PÊDIVÎ

Li ser daxwaza havalên Kurd, yên ku bi tîpên latînî dixwînin, me ev "Çêroke Şî're"ya helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes, ku bi kurmanciya xwarê û bi tîpên erebî hatîye nivîsandin, wergerande ser tîpên latînî. Mebesta me ji vê çendê ew e, ku heval bikaribin vî berhemî bixwînin û sûdê jê werbigirin. Dîsan me bi pêwîst zanî peyvên giran şirovekîn. Hîvîya me ew e, ku xizmetekê pêşkêşî xwendevanên hêja bikîn.

Spas ji bo wan hevalên ku destê harîkariyê ji vê pirtûkê ra dirêj kirin.


Uppsala 1989
Xalid Xalid





"Aşûr Hemdan" le wilatî lim ucacewe (1) hat û
Îste danîştûy wilatî guêz û befre
Ber le îste
-Serîfeyek- ke wek danî kilor wabû
Hesîr rizîw, wek teley mişk
Tengeber û dirêjkole
Malî ew bû, mal rûtele
Desal pêştir..
Aşûr polîsî badiyey (2) rojawa bû
Wek deştî kakî be kakî (3)
Tep û toz umrî (4) qut dabû
Desal pêştir..
Teley "Efleq" le wê le naw
Qulley mexferêk da girtî

.....

(1):Hîr û reşeba
(2):Peyveka erebî ye, bi mana deşt
(3):Çol û beyar
(4):Peyvekî erebî ye, bi mana jî, temen




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues