La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dara hinarê


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1998-01-01, Järfälla
Préface : Pages : 118
Traduction : ISBN : 91-88592-37-5
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 7068Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dara hinarê


Dara hinarê

Yaşar  Kemal

Nûdem


Çukurova çavkaniya çîrok û romanên Yaşar Kemal e. Hem Çukurovayê Yaşar Kemal kiriye nivîskarekî cîhanî, hem jî Yaşar Kemal Çukurova cîhanî kiriye. Dara Hinarê jî ji çavkaniya Çukurovayê dizê. Yaşar Kemal di vê romana biçûk de serpêhatî û qedera çend çiyayiyan bi êş û elem, bi xemgînî û dilşahî, bi reşbînî û hêviyên wan ve, bi zimanekî herikbar û destanî radixe her çavan.



ÇEND GOTIN

Min ev romana ha di sala 1986an de bi navê Dr. Poloço wergerandibû kurdî. Paşê gava me di destpêka salên 90î de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir, me di du hejmarên Nûdemê de; di hejmarên 2 û 4an de beşe pêşî ji romanê weşand. Hingî kêfa xwendevanan jê re hatibû û wan xwestibû ku em hemû romanê li dû hev biweşînin. Lêbelê, her ku çû hejmara nivîskarên kovara Nûdemê zêdetir bûn û loma her ku çû cih jî di Nûdemê de tengtir bû. Ji berdêla weşandina romanê, me maqûltir dît ku em cih bidin nivîskarên nû û em bêtir berhemên nivîskarên zimanê kurdî biweşînin. Ji ber vê sebebê ev romana ha wilo ma. Ji ber ku min ew bi destan wergerandibû û ji ber pirbûna kar, min di xwe re nedidît ku ez wê derbasî komputerê bikim. Lê gava di sala 1996an de min Yaşar Kemal li Stockholmê dît û soza çapkirina pirtûkê dayê, êdî ji min re bû barek û min xwe mecbûr dît ku ez wê derbasî komputerê bikim û mîna pirtûk çap bikim. Mîna tê zanîn min berê bi navê Dr. Poloço hem werdigerand hem jî dinivîsand. Lê min niha dev ji navê Dr. Poloço berdaye û ez bi tenê navê Firat Cewerî bi kar tînim.
Bi hêviya ku wê bi dilê we be...

Firat Cewerî
Stockholm, 1998



Jina Memed li deşta bê ser û bin li ser lingan rawestiyabû. Dû re ew daqûl bû û wê bi destan erd veda. Piştî demekê, çend tov dîtin. Wê ew tov di nav destên xwe de birin û anîn.

Paşê xistin nav diranên xwe û dawiyê xistin bêrika xwe. Wê dû re xwe bi xwe got:

— Wey li min be, wey li belengaziya min be. Hemû jî riziyan e. Wey li min be.

Ew dîsan bi destan li nav axê geriya, wê çend tovên din jî dîtin. Ew jî xistin nava diranên xwe. Paşê bi hêrs tif kir, avêt û got:

— Wey, weey keda min.

Di nava erd de tu hêşinayî tune bû. Ji serî heta binî erdekî rût dixuya.

Em ê bimirin, wê got. Em ê îsal bimirin... Wey, wey li serê min ê bi derd be.

Dû re ew rûnişt û bû qomik. Li wê deşta bê dawî dinihêrî, li wî erdê mirî dinihêrî. Ji êşê serê wê kirî biteqiya. Carê di nav re jî digot:

Axx, ax keda min.

Ew heta danê êvarî nikarîbû ji cihê ku rûniştibû rabûya ser xwe.

Di cihê xwe de sar mabû. Wê wilo li ber xwe dida, ku te...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues