La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gulûcinûkavil


Auteur : Osman Mehmed
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2002, Stenbol
Préface : Pages : 126
Traduction : ISBN : 975-8637-37-1
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gulûcinûkavil

Gulûcinûkavil

Osman Mehmed

Avesta


Osman Mehmed - Di behara sala 1978'an de li gundikekî bi navê Qudbê, li ser Nisêbînê ji dayik bû. Di 17 saliya xwe de dest bi nivîsandina siîrê kir. Siîrên wî di kovarên wek Jiyana Rewşen, Dugir û Nûdem de belav bûn. Sala 2001'ê albumeke siîran bi navê "Bêdengiya Te" tomar kir. "GulÛcinÛkavil", dîwana wî ya yekem e.



ez vegerim bin wê heyya zer cardin
ez xweliya ku min di cêrê rabirdûyê de hilandiye
ji nû ve bang bikimê
ew ê xwe ber lingên min daweşîne
ji hilma cinan evnika titûnê
ez ê wê li ber lingên Xwedê raxim
ji bo nimêja xwe ya pêşîn bike li ser
ji hişê xwe yê winda re
wê gavê matmayina melayketan
wê kîjan mar bikare bîne ziman
wê gavê ez ê ji kîjan enîşkê
dîq bikim ji mirinê re


gulên ku hinekî ji peyv li dor wan geriya
gulên ku cewhera jiyanê û pelên vê kitêbê
ramûsanên spaskirinê pêşkêşî wan dikin:
Diya min û Bavê min, Kalikê min Evdilhadî,
Xalê min Evdilsitar, Behar, û hê gelek gulên bênav
yên ku bîn û siya xwe ji ser giyanê min û şiîrê nedan alî...



"Ra, bi wê de ye zeman û li pêş e rûyê te
û her hatin çûyînek e."

Adonîs

bi peyvên gul û cin kavilan
Ji çemê Bûnisra çalên Bagokê



Gul û gul

tu ê gul gul derbas bibî
di borekî zemên re...



birêveçûna gulê

ji kavilê min
ji baweriya min
berxikên zarokatiyê
pê li hişê min kirin û çûn
zurçik li dil şîn hatibûn
dil -sor kavil-
li guherê

bi rê ve diçûn niha
şivanên li pêçekê hê
-nobedarên her dem ên qesr û gulê

min ê birêveçûna xwe bidîta
ji serê memikê ta bi toza eşqê
eger li şiyariyê bama
weke ?ivanekî
-heta bi şevan û şînan
li erzêla lêvan

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2020
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues