La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bayê Bakur


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2006, İstanbul
Préface : Pages : 86
Traduction : ISBN : 9944-382-02-7
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1182Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bayê Bakur

Bayê Bakur

şewatên xwe di çermê min de
vemirîne bila gewdê min rizgar bibe
zengil di barînê de
lêdikevin...
bakur di destên te radibe ser piyan
şaxekî kesk li ser milê min e
tavel baran di destên te de
û têra hemêzekirineke germ
bayê bakur bêdeng dimîne


Jimartina roj û şevan

Roj û şevan dijmêre...
herwiha tiliyên xwe yên yek bi yek
di porê wê de diweşin.
hemû tiliyên nazik di deh rojan de winda kirin
roj bi roj porê wê
ji rê û çîrokên zivistanê dirêjtir dibû.
bê nav, bêyî ku tiştekî li şûn xwe bihêle
hat û winda bû.

tenê rê xûdana wî ya şor vedixwin û gavan dijmêrin...
nabêjin çima kenir nema tu îşê xwe ji axê tînin !

ku bê tu îşê xwe ji êgir nanîba î êgir tu îşê xwe
ji argunên dil nanîba
wê porê wê yî ji çemekî dirêjtir,
hemû qeyîkên zaroktiyê bigihandana beravan
babelîşk bişkandana û ba biloranda...

sal û birînan dijmêre, herwiha tiliyên nû şîn dibin
û porê wê ji barana wan salan tevan dirêjtir
ji tîrêjên rokê bi şewqtir
bi ser milên wê diherike.

nêzîk de wê ji guneh û giraniya gewdê xwe rizgar bibe
wê ewr di pêşwaziya giyanê wê de ji hev vekişin,
û ezman firehtir bibe
nêzîk de wê ji xwe rizgar bibe û bifire."




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues