La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdîstan û Kurd, lêkolînek sîyasî û aborî


Auteur : Multimedia
Éditeur : Jîna Nû Date & Lieu : , Bälinge
Préface : MultimediaPages : 328
Traduction : MultimediaISBN : 9188054-08-X
Langue : KurdeFormat : 140x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. L. 2271Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdîstan û Kurd, lêkolînek sîyasî û aborî

Versions

Kurdîstan û kurd, lêkolînek sîyasî û aborî

Abdurehman Qasimlo

Jîna nû

Beşe yekem

Behsa dîrok û coxrafyayê

Fesla yekem
Kurdistan û netewa kurd

1- Kurtîyek ji coxrafyayê
Kurdistan, welatê Kurdan(1) di Asya rojava de ketîye ser beşê Rojhilata navîn û dewletek serbixwe jê pêk nehatîye, ji ber ku axa Kurdistanê di navbera Îran, Iraq, Tirkîye û Surîyê de hatîye parvekirin. Gotina Kurdistanê bi resmî û bi awakî navnetewî îtîraf pê nehatîye kirin û di nexş û kitêbên coxrafyê de nakevin berçav. Gotina Kurdistan ji derveyî Îranê, ku tenê ji bo navça Sine ...



PÊŞGOTIN JI BO ÇAPA KURDÎ

Hemû kitêb xwedîyê dîrokekê ne, kitêba "Kurdistan û Kurd" jî di beşa warê xwe de xwedîyê serpêhatîyek dirêj e. Sala 1953'yan hevalekî xebatker ji dostekî nêzîk, pêşniyarê min kir ku ji bo ronîkirina hinek warên sîyasî yên mesela Kurd broşurekê binivîsim. Lêbelê, gelek zû derket ku ev gîrûgirifta han bi broşurekê nayê çareserkirin. Min soz da wî hevalî ku ez ê li ser gîrûgirifta Kurd kitêbtekê binivîsim. Gelek mixabin serkevtina derba sala 1953'yan, ku bû sebebê hilweşandina hukumeta netewî ya Musaddiq û serdestîya rejima dîktatorî û zordarî, min ji vî karî şûn de xist ku ez sozê xwe bicî bînim. Hel û mercên têkoşîna nehênî û nebûna serokanîyên pêwîst li ber dest ji bo nivîsandina kitêbek zanistî li ser mesela Kurd, çend salên din jî vî karê han bipaş xist. Lê her ji wê gavê şûn de berhevkirina malzemên pêwîst ji hemû navçên Kurdistanê min ji xwe re wezîfek zanî û gelek hevalên dilsoz jî di vî warî de alîkarîya min kirin.

Min ji sala 1957'an şûn de dest bi nivîsa kitêbê kir û sala 1962'an ew amadê çapê bû. Di navbera wan pênc salan de min gelek hewil da ku herçi serokanî li ser Kurd û Kurdistanê hatine nivîsandin bi dest bixim û îstîfade jê werbigrim. Bi rastî jî ez dikarim bêjim ku ez wisa dizanim qet kitêbek girîng û serokanîyek bi qîmet nebû ku peywendîya wê bi Kurdolojîyê ve hebe û çavê min pê neketibe. Ez dixwazim vê yeka han jî bêjim, ku piştî min nivîsandina kitêbê xelas kir ji ber berfirehbûnên tevgera rizgarîxwazî ya gelê Kurd (bi taybetî li Kurdistana Iraqê) kitêb û broşurên gelek zêde li ser hemû warên jîyan û xebata gelê Kurd hatin belav kirin, ku hinek ji wan bi rastî hêja bûn. Lê min nekarî ji bo nivîsîna kitêbê îstîfade jê bikim.

Ev kitêba han di eslê xwe de wextê ez li Pragê bûm bi Çekî hat nivîsandin. Sala 1963'an Binkeya Weşanên Akademîya Zanistî ya Çekoslovakî li Prag biryar da, kitêbê bi zimanê Çekî biweşîne. Lê her di wê navê re Binkeya Belavkirina Sîyasî li Bratîslava, da xuyakirin ku dixwaze kitêbê bi zimanê Slovakî belav bike. Bi vî awayî çapa Slovakî sala 1964'an wek yekemîn çapa kitêba "Kurdistan û Kurd" hat belav kirin. Ji bo ku zimanê Çekî û Slovakî gelek nêzîkî hev in û Çekî gelek bi hêsanî nivîsên bi zimanê Slovakî dixwînin, min daxwaz ji Binkeya Akademîyê kir ku ez rê didim wan kitêb bê wergerandin bi zimanê Ingilîzî da ku li derveyê Çekoslovakyê jî îstîfade jê bê kirin.

Binkeya Belavkirinên Sîyasî li Bratîslava ji bo ku kitêb zêdetir bê çapkirin û hem jî zêdetir dîqet bikşîne hinek cîyên beşê ji derveyî sîyasî ya kitêbê kêm kir û gelek nimûnên xweşik jî li ser jîyan û xebata gelê Kurd ji hemû perçên Kurdistanê li ser zêde kir. Çapa Ingilîzî ji ber wergerê paşket û ancax sala 1965'an derket. Ev çapa han bê destlêdan hemû hatîye çapkirin, hêjayî gotinê ye Binkeya Akademîyê serbestîyek temamî dabû nivîskar. Dema Akademî bi çapa Ingilîzî ve mijûl bû, Binkeya Koleja London pê re lihev kir ku çapek din jî ji bo vê Binkeyê amade bike. Yanî du çapên kitêbê yên Ingilîzî hene; yek a Binkeya Akademîya Prag û ya din jî ya Binkeya Koleja li London.

Çapa Erebî yekem car di sala 1967'an de li ber çapa Ingilîzî hatîye tercumekirin û weşandin. Sala 1970'yan çapek kurtkirî ya Erebî ji alîyê Daru'l Neşrî Lubnan ve li Beyrudê hatîye belav kirin. Bi vî awayî kurtkirin û çapa kitêbê bi bê agahdarîya nivîskar bûye.

Sala 1969'an li Varşovayê ji alîyê Binkeya Belavkirina Polonî (Lehîstan) "Kitêb û Zanist", "Kurdistan û Kurd" ji ber çapa Ingilîzî hatîye wergerandin ser zimanê Polonî û belav bûye. Ferqa çapa Ingilîzî û Polonî tenê ew yeka han e ku min pêşgotinek taybetî ji bo çapa Polonî nivîsandîye, ku ev pêşgotina han hewil dide hinek cîyên kitêbê ji hêla sîyasî de ji bo xwendevanên Polonî hîn zêdetir ronî bike.

Va ye niha çapa Kurdî ya kitêba "Kurdistan û Kurd" li ber destê we ye. Dîyar e, tiştek ecêb e kitêb ji alîyê Kurdekî ve li ser gîrugiriftê Kurdan hatibe nivîsandin û ji nû ve piştî ku bi çend zimanên bîyanî hatibe belav kirin û deh sal di ser nivîsa wê re derbaz bibe, şûn de bi Kurdî têt çapkirin. Lê çarenivîsa vê kitêbê 'eksek ji çarenivîsa nivîskar e, ku ew jî 'eksek ji çarenivîsa gelê Kurd e.

Daxwaza min ew bû kitêba min zûtirîn bi zimanê Kurdî bê belav kirin. Her çend deh sal jî di ser re derbaz bûbe, ez gelek dilxweş im ku daxwaza min bi cî hat.

Lê ez dixwazim hinek tiştan li ser çapa Kurdî ronî bikim. Çapa Kurdî di eslê xwe de ji çapa yekemîn a Erebî hatîye wergerandin. Gelek mixabin hinek cîyên çapa Erebî ya ji ber çapa Ingilîzî hatibû kirin, gelek vekirî nebûn, ji ber vê wergera Kurdî tûşî asteng û gelşên mezin bû. Ji bo vê yekê ez mecbûr mam hemû metnê Kurdî carek din di bin çav re derbaz bikim û gelek cîyan jî dest lêbidim. Çapa Kurdî niha her wek ji Ingilîzî hatibe wergerandin wisa ye.

Ev kitêba han di wextê xwe de ji bo bîyanîyan hatîye nivîsandin. Ji ber vê hinek tiştên wisa tê de ne ku ji bo xwendevanê Kurd wek tiştên zêde bên berçav. Lê cardin min rast nezanî di vî warî de dest lê bidim û guherandinê tê de bikim. Min gelek hewil da ku kitêb her wek xwe di destpêkî de çawan hatîye nivîsandin bi wî awayî bigihîje destê xwendevanê Kurd û tenê hinek cîyên gelek pêwist nebin min neguherandîye.

Dîyar e di navbera sala 1957'an û sala 1973'an de şanzdeh sal ferq heye û di van şanzdeh salan de gelek guherînên aborî, civakî û sîyasî bi ser hemû perçên Kurdistanê, bi taybetî Kurdistana Iraqê û Îranê de hatine. Wek nimûne peywendîya cotkaran li Kurdistana Îranê wek 20 sal berî niha nemaye. Lê, li gel vê jî li hinek cîyên gelek pêwîst nebe, wek zêdebûna hejmara nifûsa Kurdistanê, min pêwistî nezanî tiştekî bi ser de zêde bikim. Ew cîyên ku min bi ser de zêde kirîye jî metnê kitêbê her wek xwe maye û têbînîyên nû di perawêzên kitêbê de cîyên xwe girtine. Ew pera wêzên di çapa Kurdî de li ser hatine zêde kirin bi vê îşareta han (*) ji yên berê hatine cihêkirin.

Ez pê xweş im dîqeta xwendevanê Kurd bikişînim ser vê rastîya han jî, ku ne tenê werger belko nivîsîna kitêbên zanistî jî bi zimanê Kurdî gelek dijwar e, ji ber ku carek gotinên zanistî hîn cîyên xwe negirtine. Ji ber vê em naçar bûn yekemîn car hinek gotinên nû çêkin û bikar bînin. Armanca me ji vê ne ev yeka han e ku me (nivîskar û wergêr bi alîkarîya gelek kesên Kurdîzan) ev gotinên nû danîn û êdî temam e û nabe dest lê bêdan. Ji ber ku di milekî de em naçar bûn di milekî din de jî em li ser vê bingehê meşîyan ku em wiha datînin ku yekî din baştir bike. Hem di danîna gotinan de û hem di awayê bikaranîna ziman de me hewil da ku hem Kurdîyek saf û rewan binivîsin û hem wisa be ku xwendevan bi rehetî têbigihê. Bi taybetî hewil hatîye dan qet gotinek destkir û durustkirî ku ji zimanê Kurdî re xerîb e neyê bikaranîn. Ji bo rehetkirina karê xwendevan gotinên herî girîng ên me çêkirine li gel mana wan me cihê çapkirine.

Di vir de ez wezîfe dizanim sipasî wan hemû kesan bikim, ku ji bo çap û belavkirina vê kitêba han bi Kurdî, alîkarî dan me. Bi taybetî sipasê wergêr dikim ku bi kurî û dilsozî kitêb wergerand Kurdî û ji bo amadekirina çapê zehmetek zêde kêşa. Aşkera ye berpirsîyarê hemû bîr û baweriya ku di vê kitêbê de hatîye nivîsandin, tenê nivîskar bi xwe ye.

Nivîskar
Cozerdanê 1352
(Hezîran 1973)



PÊŞGOTINA ÇAPA ÎNGILÎZÎ

Kurdistan û Kurd ku heta van dawîyên han du gotinên nenas bûn, li hemû dinyayê ketine ser gotin û zimanan. Wezîfa vê kitêbê ev yeka han e, ku van herdu gotinên han baştir bi xwendevanan bide nasîn.

Ev kitêba han behsek aborî û sîyasî ye, lê ez naçar bûm beşa yekemîn ji bo behsa coxrafya û dîrokê amade bikim. Aşkera ye daxwaza min ew nîne ku coxrafya û dîroka Kurdistanê binivîsim. Armanca min tenê ev e ku xwendevan hemû alîyên jîyana gelê Kurd binase. Ev yeka han ji bo têgihîştina gelşa aborî û sîyasî tiştekî pêwîst e.

Beşê duyem ê vê kitêbê peywendîya çandinî ya Kurdistanê dikole. Wisa têt berçav ku hinek behs gelek bi dirêjî hatine nivîsandin, lê, ez di wê bawerîyê de me lêkolîna dûr û dirêj a çandinîya Kurdistanê, ku liqa mezin a aborîya welatê me ye, alîkarîya ronîkirina gelek gelşên aborî û yên din dike.

Di beşê sêyem de min xwestîye ez behsa van herdu gelşan bikim:

Yekem, ronîkirina rewşa netewayetî û sîyasî ya mesela Kurd di rîya teorîya zanistî de û anîna holê hinek pêşnîyaran ji bo çareserkirina wan.

Duyem, lêkolîna hinek gelşên pêşveçûnên aborî ku ew welatên di warê aborî de paş de mayîne tûş dibin û lêkolîna vê ku bi kîjan awayî pêşdebirin û geşkirina hêzên berhemdarî bi tevayî û zû mil dide ber.

Dîyar e min wek Kurdekî karîye hinek zanînên hêja di riya gelek serokanîyên cihê re ez bidest xim. Lê di vî warî de ez tûşî asteng û gelşên zêde bûm. Ji ber ku zanyarîyên aborî bi taybetî materyalên li ser Kurdistanê yan qet bi dest nakevin, yan ger bi dest kevin bi tevayî rast û deqîq nînin. Vêca ew zanyarîyên di warê çandinîyê de hatine nivîsandin û serokanîyên wan nehatine dîyarkirin, hemûyan min bi xwe û yan bi alîkarîya hevalên xwe di nav welat bi xwe de berhev kirin.

Di vir de ez heq didim vê têbinîya han jî, ku qet kes nîne li ser netewa xwe û di warê jîyan û xebata netewa xwe de binivîse û bikare bi tevayî bê teref bimîne. Ji ber vê min hewil da di lêkolîna gelş û astengan de ji çarçova nêrînek rasteqîn dernekevim. Armanca min ev e ku Kurd û Kurdistanê wek hene, bê kêm û zêdeyî nîşanî xwendevanan bidim. Daxwaza min ev yeka han jî nîne ku riya çareserîkirina hemû wan gelş û astengên ku ez behs dikim nîşan bidim, her çendîn di yekemîn nêrînê de wiha bê berçav jî. Bi gelemperî, li gor vê meseloka Kurdî ku dibêje: Xwendin wek wê ye ku çal bi derzîyê bê kolandin. Dîyar e dibe xwendevan bi xwe biryar bide ku ez heta çi derecê di vê daxwaza xwe de bi ser ketime.

Nivîskar
Adar 1965




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues