La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şerê azadî


Auteurs : | |
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1956-01-01, Damas
Préface : Pages : 56
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Br. Ku. 1696Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şerê azadî

Şerê azadî

Qedrîcan
Rûgeş
Çîroknivîs

Compte d’auteur

Berzanî

Serdarê Kurdistanê yê Bilind

Berzanî! Berzanî!
Di cenga welat de,
Di meydana xebat de;
Pehlewan...
Qehreman...
Tuyî;
bûyî,
hîmê Kurdiştan...
......



PÊŞGOTIN

Xwendewarên hêja
Di vê kitêbokê de emê çend Şi'irên kurdî û çend wêneyên. şerevanên şûreşa Kurdistana Iraqê pêşkeşî we bikin. Didu ji van şi’iran, rast bi rast, behsa Mela Mistefa Berzanî dikin.

Yek ji wan, bi qelema Mamoste Qedrîcan, di sala 1947 an de hatiye danîn û di nav Kurdan de bi nav û deng bûye. Ev şi'ira ha, cengawerî û qehremanî ku Mela, heya hingê pê rabûbû dixe ber çavan.

Şi'ira didiwa, di sala 1958 an de, piştî ku Seyda ji Sovyetistan vegeriya Iraqê, ji aliyê Rûgeş, xortekî ji Kurdên Sûriyê, hatiye saz kirin. Tê de, nivîsevar, li ser vegera Melê, kêfxweşiya Kurd û Kurdistan bi hev re, bi hunermendî û bi zîrekî, dixe pêşiya milet.

Heçî ya sisiya, ew jî ji aliyê kurdekî Sûrî nûsrawe. Lê, şûna ku, bi tenê, li ser Melê baxêve, wî dixe nav dîroka xebata Kurdan a van salên dawîn ji bo azadî, serblindî û pêşketin. Berî her tiştî, em tê de, li ser dirêjahiya tarîxa wî, li ber dijminên rengareng, qehremanî, mêranî û xwe li ber ragirtina Miletê Kurd dibînin. Heçî têkoşîna Kurdên Iraqê ji zemanê Nûrî Seîd vir de, ev şi'ira ha xebata hemî Gelê Kurd li Iraqê, bi awakî ronak derpêşî xwendewaran dike.

Di vê têkoşînê de, dewra eşîra Berzaniyan bi xwe, bi awakî xas tête eşkere kirin.

Bê saziyeke siyasî, sê sala Şerê dewletekê nedihate kirin; ji lewre, di şerê Qasim û Basiyan de dewra Partî ya hêja jî nehatiye ji bîr kirin.

Heçî Mela Mistefa Berzanî bi xwe, di vê şi'irê de jî, bi laş û gewde bûna camêrî, fedakarî, cengawerî, dijwarî hilgirtin û xurtiya vîna Miletê Kurd bi xwe ye. Iro. di vê saetê de, Melê, ji her gav bêtir, Kurdên Iraqê civandine dora xwe û qiweteke welê pêk aniye ku dijminên me êdî wê newêrin zû bi zû, serê xwe lê bidin...

Em hêvîdar in ku îcar, Kurdên Iraqê, li bin serektiya Seyda, piştî çil şal têkoşîn, şer, perîşanî û kambaxî, wê bîgehin armanca xwe û di riya azadiyê de bibine rêber û parêzgerên Kurdên dîn. Lê, evana bî xwe, hez nakin ku ji têkoşîna Kurdiştana Iraqê bêxeber û dûr bimînîn. Wek Cezayirî dikîrin, ew jî dixwazin ku, li gora karîna xwe, arîkariya Şûreşa Iraqê bikin. Heya niha, Şerektîya Şûreşê pir guh neda vê pirsê. Em bendewar in ku ji îro bi şûnda ewê li vê meselê hûr be û xweş bala xwe bidiyê.

Bî hêviya ku ev kitêboka ha wê bi kêrî Têkoşîna Miletê Kurd bê, em wê pêşkeşî Şûreşa Kurdîştana Iraqê dîkin.

Kurdên derveyê Welêt




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues