La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Azadî


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2009, İstanbul
Préface : Pages : 28
Traduction : | ISBN : 978-605-5585-00-6
Langue : KurdeFormat : 190x190 mm
Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Azadî

Navê te dinivîsim
AZADÎ

Şi’ra navdar a Paul Éluard "Azadî" bi kurdî çap bû. Azadî yek ji şi’rê herî navdar a sedsala 20an e. Di Şerê Cîhanê ê Duyemîn de balafirên ingilîzan bi dehezaran nisxeyên vê şi’rê avêtibûn ser Fransaya di şer de.
Liberté ji fransî bo kurdî ji aliyê Sacha Ilitch ve hatiye wergerandin.
Resamê kurd Ziya Aydin wêneyên wê çêkirine.


Paul ÉLUARD, bi navê xwe yê rastî Eugène Émile Paul Grindel, di 1895an de li Saint-Denis (nêzîkê Parîsê) ji diya xwe bûye û di 1952an de jî miriye.

Di 1931ê de li dijî pêşengeha koloniyal a Parîsê derdikeve, di belavokek de wiha dinivîse : « Ger hun aştiyê bixwazin, şerê sivîl amade bikin ». Ji Partiya Komunist tê avêtin lê şerê xwe yê ji bo şoreşê didomîne, ji bo hemû şoreşan. Berdevkê surréalismê, dostê Breton û Picasso bû.

Li ser bonbebarankirina Guernica şiîra xwe ya bi navê Victoire de Guernica (Serfiraziya Guernicayê) dinivîse. Di salên şerê Îspanyayê de Eluard û Picasso ji hev naqetin. Şaîr ji yê resam re digot : « Tu bi tiliyên xwe alavan digrî û agir dinexşînî » Belafirên îngilîzan bi dehezaran nisxê şiîra wî ya Liberté (Azadî) davêjin ser Fransaya di şer de.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues