La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Prometheusê zincîrkirî


Auteur :
Éditeur : Doz Date & Lieu : 2009, İstanbul
Préface : Pages : 86
Traduction : ISBN : 978-9944-227-57-5
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Prometheusê zincîrkirî

Prometheusê zincîrkirî

Esxîlos

Doz

Her çend di destana Prometheus a Esxîlos de lehengên ku cih digrin kesên xweda û xwedayî bin jî drama ku tê lîstin drama mirovahiyê tîne derê. Prometheus nûnerê mirovan e û bûyerên ku di nav de diperpite jî bûyerên polîtîk in û îro jî di nav civakên hemdemî de em rastê van bûyeran tên. Lê ji bo çi Prometheus nûnerê mirovan e û drama wî ji bo çi drama mirovahiyê ye?

Prometheus agir ji xwedayan diziye û daye mirovan, ji bo ku li hember pergela ku xwedayan ava kirî derketiye jî cezayakê pir giran dikêşîne. Mîna şervanên azadîxwazên mirovan û yê civakên bin dest, li cîhê ku hatiye zincir kirin bang li me dike, çalakiya xwe û vebizava (reaksiyon) ku çalakiya wî afirandiye tîne ziman, xwe û kesên li hember xwe rexne dike û dinirxîne.



PÊŞGOTIN

Esxilos, di salên 525 (B.Z) an de li herêma Elevsina ji dayika xwe dibe. Bavê wî mîrê Elevsînayê Evforiyonas, firsetên mezin dide kurê xwe. Wî li Atina mezin dike û perwerde dike. Demên ku Esxîlos mezin dibe, civaka Atînayê hîn di bin bandora ol, tore û edetên berê de ne. Baweriya wan ji Xwedayan re baweriyekê kor e. Ramanên zanîstî û toreyi hîn bi ol û xwedayan ve tên girêdan. Yani dogma di her warî de li ser jiyana civakê rolekî mezin dilizin. Diyalogên felsefeyi hîn nikarin cihê helbestên oli bigrin. Mîtoloji, bi şiwe û vegotina xwe hîn di bin bandora mîtolojî ya Misrê û Rojhilata Navin de ne... ûhwd. Lê li gel van hemî tiştan, civaka Atînayê despêka guhartin û pêşveçûnekê jî dijî. Di nav hewildana sazkirina dezgahên demokrasiyê de ne. Esxilos vî hewildanê dibine, nasdike û mîna hembajariyekê hestyar jî alîkariyê dide.

Ji berî Esxilos, helbestên trajediyê, lawjeyên oli bûn. Ev lawje di cejnên xweda Diyonisos de (Xwedayê şerab û derametê) de ji ali komek mirovan (Koro) ve dihatin pêşkêşkirin.Ev yek heya ku bigehe demên Tespîdos (Tespîs) jî bi vi rengi berdewam dike. Tespîdos (530 B.Z), şanoyekê ava dike û dest bi dersên drama û trajediye dike. Leyîzvanekê (aktor) di sahnê de bi Koro re dixe diyalogê. Leyizvan bi hareket û vegotinê mîtos zindî dikir û bi vi awayî ji firset dida temaşevanan ji bo ku mana lawjeyên Koroyê têbigihîlşin û bizanibin ku behsa kîjan mîtosê dikin. Lê dîsa jî di sahnê de rola herî mezin Koro dilîst û cîhê herî fireh ji lawjeyên wî digirtin. Em dikarin bi kurtasî bibêjin ku Tespidos, cara yekem rengekî sazûmanî dida şanoya trajediyê.

Paşê jî Esxilos, Di sahnê de rola mezin ku Koro dilîst û cîhê fireh ku digirt, biçûk dike. Hejmara Koroyê ji panzdeh kesan tîne li ser dazdeh kesan û lawjeyê wî kurt dike. Hejmara leyîzvanan jî ji yek kesî dike du kes û di sahnê de rola herî giring û cîhê herî fireh dide leyîzvanan û diyalogên wan. Bi vi awayi Esxilos rengekê pirtir şanoyî dide şanoya trajediyê. Trajedî êdî ne tenê lawjeyên kevneşopî ne. Hêdî hêdî politika, ramanên felsefî û hunerî, nakokiyên civakî ...û hwd. jî dikevin li nav trajediyê. Bêguman pêşengê vî nûbûniyê Esxilos e. Ji alî gelek lêkoliner û zanyaran ve jî mîna pêşengê şanoya trajediya nûjen tê navbirin.

Trajediyên ku Esxilos nivîsî nêzikê 73 heban tên zanin. Li gor hinek çavkaniyê din ev hejmar di navbera 79 û 90 i de tên nîşandan. Ji van berheman tenê heft heb iro gihîştine destê me û yê din ji wêndabûnê rizgar nebûne.

Ev berhema ku min bi navê «Prometheusê Zincîrkiri» wergerandiye kurdî, navê wî yê yewnanî «Prometheus desmotys» e, yani «Prometheusê bendkiri» ye. Esxilos, mijara Prometheus di sê trajediyan de pêk aniye. Ji van her sê trajediyan tenê «Prometheusê zincîrkiri», îro gihiştiye destê me. Herdû trajediyê din «Prometheusê rizgarbûyi» û «Prometheusê agir hilgirti» windabûne û tenê navên wan ji bo me mane…

Tahirhan Parlak




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues