La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çend çirûsk, pengek ji kurte çîrokan


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1999-01-01,
Préface : Pages : 66
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x205 mm
Code FIKP : Br. Ku. 1724Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çend çirûsk, pengek ji kurte çîrokan

Çend çirûsk, pengek ji kurte çîrokan

Mehmûdê Eko

Compte d’auteur

Serşoka gunehan

Tê bîra te, wexta ku te ez di birînên xwe de vedşartim, û te lerzên min dilorandin.

Li ser çoga te ez û xewnên xwe yên xilmaşbûyî dibûn du termên bê liqandin û liv, û te borîna min di parastegehên destanî de haş dikirin.

Tê bîra ie, wexta zayîna derdên qedexkirî li hêvî yên me dibanîyan.

Tê bîra te, wexta ku koçên bêwarî yê ji bîranînên me re darbestek ji şoqil û pîvongan darvedkirin.

Tê bîra te, wexta ku em derbasî serşoka gunehan dibûn, û bi hevokên pîroz re canê me yê nazik li sûc û gunehan diqelibî, hingî poşmanî yên me hev dixwarin...


EZ JÎ ROJEKÊ EVÎNDAR BÛM

Xuşîna daran pirr bi guhên min xweş dihat. Dem payîz bû, dilopên baranê dîmenê guroveriya gola avê qulqulkî dikirin. Ez bi wê dîmenê pirr kêfxweş dibûm, nexasim dema ku dilopin jê bi ser pozê min de dişemitîn. Hino hino ba bi hêz dibû, libên baranê girtir dibûn, xurexura baranê ji canê min re dibû mîna kêfxweşiyeke nediyar. Ez jî mîna wan çûkên xwe dabûn ber sitara, di bin çuqlîkî de yan jî di bin perrê daran de, xwe ji baran û şiliyê diparastin, tevî ku payîzê tu şînî bi daran ve nehiştibû.

Dengê bê bi sistayî xwe ji guhê min qut dikir û baranê dilopên xwe kêm dikirin. Rojê bi payebûn sîtavên xwe dikirin diyarî û dengê çûk û çivîkan li wê daristanê dibû mîna sînfoniyekê. Her dever di evîna wê kurtedemê de dijiya. Bi wê sistayê re dar û sipîndar û hertiştê heyî ji jiyanê re dibûn qurban...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues