TÊMÛRÊ XELÎL
Di sala 1949an, li paytextê Ermenistanê, li bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî kutakirina fakûlteya fizîk - matematîkê, sê salan (1974 - 1977) li gundê Kurdan, Sîpanê, dersên matematîkê daye zarokên Kurdan. Salên 1977 - 1981 û 1984 - 1992, di redaksiyona rojnameya Kurdî ya Riya Tezeyê de xebitiye; pêşî, wekî nûçegihan, paşê jî, wekî serokê beşa çandê. Di salên 1981 - 1984an de, redaktorê Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992 - 1997an de, cîgirê rojnameya Kurdî ya Golos Kurdayê bûye, ku li Moskowayê bi zimanê Rûsî çap dibû. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên Ermenî û Rûsî de û her wiha hema bibêje hemû kovar û rojnameyên Kurdî yên bi nav û deng, ku li Ewrûpayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin de çap bûne.
Têmûrê Xelîl, çend salan endamê Komîteya Komeleya Xwendekarên Kurd bûye li Ermenistanê, paşê jî, bûye endamê Komîteya Şewra Rewşenbîrên Kurd li Ermenistanê. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Moskowayê ye. Ew yek ji endamên Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye, endamê redaksiyona kovara Roja Nûyê bû.
Têmûrê Xelîl, endamê Komelaya Nivîskarên Kurd ya li Swedê ye û niha di radyoya Dengê Rûsîyayê da beşa helbestvan û nivîskaran bi rê ve dibe.
Wergerên wî yên çapbûyi:
- Kutdên Tirkiyê di dema nû û here nû da, Profesor M. Hasratyan, 1994, Enstîtuya Kurdîya li Brûkselê
- Pirsa Kurdan, Profesor M. Lazarev, 1999, Weşanên Roja Nû.
- Împêriyalizm û Pirsa Kurdan, Profesor M. Lazarev, Weşanên Roja Nû
Têmûrê Xelîl ev pirtûk jî (bi her du keçên xwe, Mîdiyayê û Dîdarê re) ji Kirîlî kirine Latinî bo çapê:
- Mesele û Metelokên Cimaeta Kurda, Heciyê Cindî, 800 rûpel,
- Şaxêd Rostemê Zal e Kurdi, Heciyê Cindî, 400 rûpel,
- Folklora Kurmanca, Emînê Evdal û Heciyê Cindî, 1936, 640 rûpel.
- Hikyatêd Cimaeta Kurdiyê, Heciyê Cindî, 1300 rûpel (5 cild)
- Folklora Kurmanciyê, Heciyê Cindî, 1957
- Klamêd Cimaeta Kurda ye Lîrîkiyê, Heciyê Cindî, 1972, Yêrêvan. |