Ez vê pirtûkê pêşkêşî bîranîna bavê xwe Hecîye Cindî û dayîka xwe Zeyneva Îvo dikim.
Pirtûk tê weşandinê bi alîkariya serokê Enstîtûya kurdî ya Parîsê, dostê qedirbilind Kendal Nezan. Em sipasiya xwe elamî Wî dikin.
PEŞGOTIN
Ronakbireke me kurdan li paytextê Ermenistanê-Yêrêvanê dimîne, keça kurdzanê mezin Hecîyê Cindî, ya bi nav pasnavê Firida Hecî Cewarî. Zemanê dewî da, bi çend cara ew min, xerîbê li Bêlçîkayê bi hedîya, dîyaryên giranbiha dilxwes dike yên bi sikilê pirtûkên du meznayên me kurdan: yê Hecîyê Cindî bi giranî wek berevokên berhemên zargotina kurdî û lêkolînên li ser wan û yên mêrê wê - Fêrîkê Ûsiv yên bi giranî wek berevokên helbest û destanên wî. Û gava ez pirtûkên wan herdu gorbuhuştan distînim-dest xwe de bi îmêlê yanê jî bi têlêfonê sipasya xwe jêra dibêjim. Van roja jî min du pirtûkên Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv, ku Firîdê ji min ra bi rê kiribûn, stendin: ya Hecîyê Cindî bi semavê Folklora Kurdan û ya Fêrîkê Ûsiv jî Pampa min. Vê carê min biryar danî sipasya xwe û bi ser da jî ya hemû hogirên xwe yên pênûsê, hemû ronakbîrên kurd jî jê ra bêjim, hilbet, ku ewê jî yalê xwe da vê destûrê bidin min pistî xwendina vê agahdarya min di malperên kurdî da.
Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv kedeke dewlemend kirine û dû xwe hîstine: ji bona gelê xwe. Her çiqasî jî wana zêndîtiya xwe da gelek pirtûkên xwe dane weşandinê, lê dîsa jî hinek ji wana neçapkirî, destnivîsar mane. Ewên wesandî jî bûne degmetiyên bîblografîk, dijwar ji dest dikevin. Bilî vê yekê, ew bi giranî bi tîpên kirîlîk (rusî) hatine çapkirinê û ber vê yekê jî ew hema hema nebûne mal û milkên xwendevanên kurd li dervayî Sovêtstana berê, li Kurdistanê û besên dîaspora kurdî yên dinê. A, ji bona ji holê rakirina van kêmasyan û astengyan Firîda Hacî ya bi pêsê xwe va mamosta matêmatîkayê, van salên dewî xwe da li ber karê kurdzaniyê û çanda kurdî bi gistî û edebyetzaniyê bi tayîbetî ji bona ji nû va wesandina pirtûkên Hecîyê Cîndî û Fêrîkê Ûsiv yên çapbûyî û neçapbûyî.
Bi awayê xwegîhandinê, xweperwerdekirinê Firîda Cewarî xwe amade kir ji bona wergerandina berhemên gorbuhuştan ser tîpên latînî u bi ser da jî bi kompûterê daktîlokirina wan. Lê eva hela hê despêka bi cîanîna kar û barê pêwîst bû. Wê gotî ji qulç û bûcaxên arsîva berhemên wan yên hetanî niha yên neweşandî derxistana yên bi destnivîsarên li ser rûpelên kaxazan yên nava zemanê dirêj da zerbûyî, betrengbûyî. Eva jî sûna xwe da. Wê gotî ew berhem ji bona çapkirinê amade bikira bi pêsgotin, komêntar û pênasînên pêwîst va.
Û bi xweperwerdekirinê û ji ber wê yekê, ku haja wê ji kar û barê bavê û helalê xwe hebû, ewê ev asteng jî ji ber xwe da rakirinê. Û bi serda jî Firîda Hecî agahdaryên usa ser jîyan, kar û barê Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv di pirtûkên berhemên wanda yên ji nû va û cara yekemîn çapbûyî da bi cî kirin, yên ku bilî wê belkî kesekî dinê nikaribûya ew agahdarî bi destxistana, her çiqasî jî ew kes zane û şereza bûya. Belê, wek nefer û mirova ji malên herdu gorbuhuştan haya wê ji hemû kesan bêtir ji jîyan, kar û barê wan heye. Eva yeka gelek agahdaryên Firîdê jî bona me xwendevanan dike yên ûnîkal, destnekeftinê û ber wê yekê jî yên giranbiha.
A bi vî awayî, Firîdê navbera heft-heyşt sala da weke 20 pirtûkên gorbuhuştan dan wesandinê û ne ku bi tenê wesandinê, lê bi dîtina zehmet û mesrefa mezin gelekan ji wana digihîne ber destê xwendevanan, bilî yên li Ermenistanê û welatên Yekîtiya Sovêtê ya berê, lê hetanî yên li Kurdistanê û beşên dîaspora kurdî yên dinê.
Berya ji yalê xwe da bi awayê dewîanînê tamkirin û temamkirina kar û barê Firîda Hecî ezê nirxandina hogirê xwe yê pênûsê, sayîrê kurd yê navdar Eskerê Boyîk ya li ser eynî kar û barî bînim navê, ber ku ewê pir pêwîst dibînim. Gava min carekê bi têlêfonê derheqa vî kar û barê Firîdê da sabûna xwe Eskerê Boyîk ra pare vedikir, ewî, ku haya wî jî weke min ji vê yekê hebû, her bi tenê bi sê peyvan ew kar da nirxandinê: "Firîdê şoris kir".
Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv yên welatparêz ev keda zengîn ji boy gelê xwe û bi tayîbetî ji bona pêsxistina çanda kurdî kirine. Ber vê yekê jî em xizmetkirina Firîda Hecî di warê amadekirina berhemên wan da ya bona weşandinê wek ya himberî edebyet û çanda kurdî da dibînin, her çiqasî jî ewê wezîfe, berpirsyarya xwe himberî bav û malxwe xwe da jî bi cî anîye. A ji ber vê yekê bû, ku min despêka vê nivîsa xwe da ji navê hemû hogerên xwe yên pênûsê, hemû ronakbirên kurd jî sipasî Firîda Hecîra ra got. Ne axir xwedîderketina li keda wan herdu mezinên çanda me wezîfa me hemû ronakbirên kurd jî dihesibe. Bi karkirîna xwe ya êgin, jêhatî, bêwesta wê dota gelê me ya sîrhelal barê me ronakbirên kurd, dezgeh û rêxistinên çanda me sivik kir. Ber vê yekê jî ez weke ronakbirekî kurd Firîda Hecî Cewarî bi mafê temam ji bona bi cîanîna vî karê mezin û pîroz dixim rêza ronakbirên kurd yên berhemdar û lêkolîndarên hêja di warê edebyet û çanda kurdî da û bi serda jî jê ra dibêjim: "Destê te xwes xweyînga me hêja. Te bi kar û barê xwe her wa mêrxwesî, qehremanyek jî kir û bi temamî hêjaye em vê mesela gelê me yê kurd himberî te bi kar bînin: "şêr şêre, çi jin-çi mêre"...
Wezirê Eşo
|