Nûsînî kurdî be latînî
Cemal Nebez
Çapxaney Mearif
Hawnîștmanî beșeref:
Demêke bew awatewem êmeș wek gelezênduwekanî cîhan nûsînêkî rêkûpêk û elfûbêyekî yekgrtûyî bêgrê û golman bibêw êtir lem pașa gerdanêy nûsîn û her kes bo xoye rizgarman bibê. Berastî zor nengû șûreye pyaw hest be natewawî xoy bkaw ke çî çawî lê daxaw le beramber yadeste westan da nîșê, bê ewey hewlê bda bo nehêștinî kemû Kurtî û rast kirdinewey barçawtî. Îmro ême eger serncêkî serpêyî bedenîe jiyanî gelekeman gelêk kelên û bo șayî tya ebînîn ke çawerwanî pirrkirdnewen. Nek le rûy zmanewe, belkû le hemû sûc û goșeyekewe... çe komelayetî - çe abûrî - çe siyasî - çe xwêndewarî... Hetad! Dyare çar krdinî emaneș wenevê le wûzey taqe kesêkda bê; belkû pêwîstî be herewezêkî giștlayî û tê koșanêkî têkrayî heye. Pyawî dlsozî têgeyștûș eweye ber lewey dest bidate her îșêk hêz û deslatî xoy lêk bdatewew be terazûy bîr û hoșî yekêtî û ewxele biçête ew meydanewe ke etwanê têya rembazên bkat, weke pêy naye meydanewe ebê hergîz le nawdan û xo pêșxistin piștî sard nebêtewe û ... |