Versions- Têkoșer, n°43 [Bruxelles, 1989]
- Dossier Kurdistan [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°42 [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°41 [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°40 [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°39 [Bruxelles, 1988]
- Têkoșer, n°38 [Bruxelles, 1987]
- Têkoșer, n°37 [Bruxelles, 1987]
- Têkoșer, n°36 [Bruxelles, 1987]
- Têkoșer, n°35 [Bruxelles, 1987]
- Têkoșer, n°34 [Bruxelles, 1986]
- Têkoșer, n°33 [Bruxelles, 1986]
- Têkoșer, n°32 [Bruxelles, 1986]
- Têkoșer, n°31 [Bruxelles, 1986]
- Têkoșer, bilan 1985 [Bruxelles, 1985]
- Têkoșer, n° 30 [Bruxelles, 1985]
- Têkoșer, n° 29 [Bruxelles, 1985]
- Têkoșer, n° 28 [Bruxelles, 1985]
- Têkoșer, n° 27 [Bruxelles, 1984]
- Têkoșer, bilan 1984 [Bruxelles, 1984]
Têkoșer, n°34
M. Nezih Yalçın
Têkoșer
Bi awakî vekirî xuya ye ku rejîma Begdadê her roj qelstir dibe. Ji alîkî êrîşên leşkerê Xumeynî li Başûrê Iraqê û ji aliyê din şerê hêzên Kurd ku li Kurdistanê dest dane hev (li Kurdistan Press, hejmar 5 binêre) rewşa rejîma Baas ji her alî qels dikin. Gelo çi dibe ger rejîma Baas bikeve? Di mehên dawîn de, bi awakî vekirî em dibînin ku dewleta Tirk dixwaze têkilî şerê Iran û Iraqê bibe. Heta dibe ku ew planên êrîşeke leşkerî bo Kurdistana Iraqê çêdike. Mebesta (meqsed) wê ew e ku berî hilweşandina Baas ji aliyê Kurdan û Xumeynî xwe bighîne navçeyên petrola Kerkûk û Mûsilê.
Dewleta Tirk, di dawiya Gulana 1983 de êrîşeke weha bi amanca "xelaskirina wilayeta Mûsilê" biribû ser hêzên pêşmergan li Kurdistana Iraqê. Hînga jî vê dewletê behana "tehlika Kurdan" ji bo wê amanca xwe bi kar dianî. Dewleta Tirk bi vê behanê dixwest ku xewna xwe a dîrokî bîne cî, petrola Kerkûk û Mûsilê işgal bike.
Di rojnama The Times a 28 Gulan 83 de nivîsarek li ser vê pirsê hatiye nivîsîn. Li gora vê nivîsarê xuya ye ku planên êrîşeke leşkerî ... |