Șêx Mehmûdî Qareman û Dewletekey Xwarûyî Kurdistan
Mihemed Resûl Hawar
Blakroz
Nûsînêkî têr û tesel derbareyî Șêx Mehmûdî nemir û șorișekanî mêjûyî Silêmanî û basî nawçeyî xarûyî Kurdistan basêkî êcgar dûr û dirêj e û gelek çimkû likî lê dibêtewe eger biwîstrê be tewawî basî hemû helwêst û rûdaw û beserhatekanî ew serdeme bikrê ke pir in le kwêrewerî derdeserî xem û xefet û pir in le beserhat û rûdawî pêkehelçûyû alozka û pir in le girê kwêre û basî nexșew planî nehênî û așkirayî emperyalîzim û dezgakanî welatanî sermayedarî çawçinok û têrnexwar ke maweyekî dûr û dirêj bû çawyan birîbwe xêr û bêrî naw wilatî Kurdawarî û salaha bû nexșeyî dûr û dirêjyan kêșa bû bo ewey netewey kurd û xakî Kurdistan le naw çarçeweyî sinorî deshilatî xweyan be lawazî çep û çirî bihêlinewe rêgey ewey lê bigrin ... |