La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Girtî


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1986, Stockholm
Préface : Pages : 348
Traduction : ISBN : 91-970865-0-9
Langue : KurdeFormat : 123x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 240Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Girtî

Versions

Girtî

Gava ku Zoro Axa ji hespê daket, Cindî bi serê hespa wî girt û bir tewiland.

Zoro Axa bûbû weke îsotê, zû di derencan de bi jor ket û ber bi oda banî çû. Li odê Çolo, Mîro û Bozo rûnişti bûn. Gava ku Axa kete hundir, hersê jî ji cihê xwe rabûn, destên xwe dane ser hev û serê xwe li ber Axê tewandin.

Zoro Axa çavên xwe li ser wan gerandin. Paşê hêdî destê xwe avêt simbêlê xwe û ba da.

Zoro Axa yekî dirêj û bi navmil bû. Ruyê wî gurover û çavin mezin û fereh li ser bûn. Simbêlê wî mezin û boq bû. Tim şelwer, êleg û gomlegê bi stûkur li xwe dikir; şewqe dida serê xwe û tezbîhek libgir û zer di dest de bû. Gava ku tiştek nehata hesabê wî, kanî bû agir bi erdê bixista; qermîçokên eniya wî dibûn weke cihokan û çavên wî sor dibûn...


Ouvrage complet
VisionneuseGirtî
Visionneuse n'a pas trouvé le document
PDFGirtî
5.87 MB
La réutilisation non commerciale de ces contenus est libre et gratuite dans le respect de la législation en vigueur et notamment du maintien de la mention de source.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues