La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kultur, Huner û Edebiyat


Auteur : Firat Cewerî
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Firat CewerîPages : 423
Traduction : ISBN : 91-88592-251
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3692Thème : Littérature

Kultur, Huner û Edebiyat

Kultur, Huner û Edebiyat

Hê di destpeka salên 80'ê de min dixwest ez bi nivîskarên kurd re bipeyivim û heypeyvînên bi wan re mîna pirtûkekê çap bikim. Min di destpêka 1984'an de ji Qanatê Kurdo re nameyek nivîsand û pêşniyaza amadekirina pirtilkeke wilo jê re bir. Wî pêşniyaza min maqûl dît û bi xebateke wilo kêfxweşiya xwe anî ziman. Lê ji ber zehmetiya şerdên Sovyetê, min îmkana peyivandina bi wî re nedît, piştî demekê wî wefat kir û di dîroka rewşenbîriya kurdî de cihekî mezin vala hişt.

Firat Cewerî

NAVEROK

Sedsaliya Celadet Ali Bedir-Xan / 7
Mûsa Anter / 22
Nûredîn Zaza çirokên wî / 4o
Li mala Cegerxwîn / 49
Li mala Osman Sebrî / 52
Li mala Rewşen Bedir-Xan / 55
Şoreşgerê kurd Edîp Karahan / 60
Alfred Nobel û xelata wî / 63
Şaîrê kurd kî ye? / 76
Cend gorin li sera zimanê kurdî / 80
Divê em edebiyateke kurdî ya neteweyî biafirînin / 86
Em hewcedarî rojnameyeke kurdî ya rojane ne / 90
Çîroka kurmancî di kovarên Hawar, Ronahî Roja Nû de / 94
Edebiyata kurdî ya sirgûnê / 110
Edebiyata kurdî / 134
Rewşa edebiyata kurdî / 147
Tosine Reşîd: "Dêmê her edebiyat bi pexşana wê diyar dibe» / 151
Şerefxan "Felsefe evîn bi xwe ye" / 159
Nacî Kutlay: "Ez ji ber pêşeroja edebiyata kurdî ne xemgîn im" / 166
Şahînê Bekirê Soreklî: "Edebiyat divê di nava xelkê de bijt" / 173
Rojen Barnas: "Pêşeroja edebiyata kurdî girêdayî pêşeroja gelê kurd e" / 179
Rohat Alakom: "Edebiyat ji nû ve afirandineke estetîk e" / 184
Hesenê Metê: "Edebiyata kurdî xwe serast nekiriye" / 188
Mahmûd Baksî: "Her straneke kurdî romanek e» / 192
Mehmed Uzun: "Roman hunera civatên peşketî û modern e" / 194
Teyrikê çemê Xerzan / 210
Hevpeyvîn bi Osman Sebrî re / 221
Hevpeyvîn bi xortekî 75 salî re / 231
Enstîtuyên kurdî / 238
Serokê Enstîtuya kurdî ya Parîsê; Kendal Nezan / 240
Berpirsiyarê Enstituya kurdî ya Brukselê; Denvêş M. Ferho / 256
Kovar û rojnameyên kurdî / 260
Berpirsiyarê rojnameya Armancê; M. Elî / 263
Sekreterê çapemeniyê yê kovara Newrozê; Remzî Bilget / 268
Xwedî û berpirsiyarê rojnameya Azadî; Îkrarnettîn Oguz / 272
Berpirsiyarê giştî yê kovara Nûbiharê / 277
Cumhûriyeta kurdî ya Mehabadê / 281
Hesenê Qazî: "Qazî Mihemed û hevalên xwe şerefa serbixweyiya biryara kurdan parastin" / 286
Kerîm Husamî: "Avakirina Komara Kurdistanê berhem û têkoşîna gelê kurd bû" / 289
Mahmût Mola Ezat: "Zimanê kurdî bûbû zimanê xwendinê' / 292
Can Yücel: "Ez ji mêj ve nêzîkî pirsgirêka kurdî me" / 295
Senarîst û romannivîs; Vedat Türkali / 312
Arif Damar: "Ez dostê Mûsa Anter bûm" / 322
Avakirê Kurdish Rock; Ciwan Haco / 329
Seîd Yusuf: "Ez aşiqê tiştên xweşik im" / 345
Riza Topal: "Ez gelekî ji lêkolîn û lêgerînê hez dikim" / 355
Edîp Polat: "Divê bi hezaran nivîskar bi deh hezaran jî xwendevanên kurd bigihên" / 361
Kemal Burkay: "Edebiyat dinyayek delal dixwaze" / 367
Şerko Bêkes "Divê ji şaîr re sinor neyên danîn" / 374
Ferhad Shakely: "Şi'ra baş li ser hundurê mirov dipeyive" / 389
M. Malmîsanij: "Celadet Bedinxan yek ji pêşengên kultura kurdî ye" / 409
Haviz Qazî: "Şahsiwarê qada zanênê Celadet Bedir-Xan" / 412
Rojen Barnas "Zanayê mezin Mîr Celadet" / 414
Çîroka jiyana min / 417

ÇEND GOTIN

Hê di destpeka salên 80'ê de min dixwest ez bi nivîskarên kurd re bipeyivim û heypeyvînên bi wan re mîna pirtûkekê çap bikim. Min di destpêka 1984'an de ji Qanatê Kurdo re nameyek nivîsand û pêşniyaza amadekirina pirtilkeke wilo jê re bir. Wî pêşniyaza min maqûl dît û bi xebateke wilo kêfxweşiya xwe anî ziman. Lê ji ber zehmetiya şerdên Sovyetê, min îmkana peyivandina bi wî re nedît, piştî demekê wî wefat kir û di dîroka rewşenbîriya kurdî de cihekî mezin vala hişt. Hingî Cegerxwîn li Swêdê dijiya, dîsa di 84'an de ez li mala Cegerxwîn bûme mêvan û min bi niyeta naskirina wî çend saetên dirêj pê re derbas biribû. Min hingî pêşniyaza xwe ji Cegerxwîn re jî kiribû, wî jî peşniyaza min di cih de ditibû. Hema di wê navê de Cegerxwîn jî weft kir. Di wan salan de min jî alîkariya kovara Enstîtuya kurdî ya Parîsê Hêvî dikir. Ji ber ku têkiliyên min yên bi nameyan bi Nûredîn Zaza re hebû, me di civîna redaksiyona Hêvîyê, di salan 1984'an de, biryar girt ku ez bi Nûredîn Zaza re li ser pêşgotina wî ya ku wî ji Memê Alan re nivîsandiye, hevpeyvînekê çêbikim. Min peşniyaza xwe bi nivîskî ji Nûredîn Zaza re şand Swîsreyê. Piştî kurtedemekê bersîva wî hat û peşniyaza min bi kêfxweşî qebal kiribû. Lê hê berî ku ez bigihîjim pirsên xwe amade bikim, wî jî ji nava me koç kir. Ji ber tirsa ku hê Rewşen Bedir-Xan û Osman Sebrî jî ji nav me koç bikin, min hebekî lez da xwe û ji bo dîtina wan ez di sala 1987'an de çûme Sûriyê. Min Rewşen Bedir-Xan li Baniasê û Osman Sebrî jî li Şamê dît. Herçiqas heypeyvînên bi wan re ne bi rêk û pek bin jî, ji bo min dîtina wan rûlmeteke mezin e. Wan bawerî û tecrûbeyên jiyanê dane min. Lê min ji wan re soz da ku ez ê dîsan herim seredana wan, seredana duwemîn ji min re nebû qismet, ew jî li dû hev di sala 1990'î de, piştî deh salan, ez li bajarê xwe yê xortaniyê, li Nisêbînê vegeriyam û min Apê Mûsa (Mûsa Anter) dit. Min heypeyvînek bi wî re çêkir û di eynî salê de ew heypeyvîn di Kurdistan Pressê de weşand. Di 92'an de Apê Mûsa bû hedefa gulleyên hovan û şehîd ket.

Her yek ji van şexsiyetek bû, dîrokek bû, cildan pirtûk bûn. Ev xezîneyên kurdan li dû hev çûn, bêî ku em tiştekî mezin ji wan re bikin. Ev rastiyek e, ku kurdan zêde qîmet nedane şexsiyetên xwe. Celadet Bedir-Xan, Kamuran Bedir-Xan, Nûrî Dêrsimî, Îhsan Nûri Paşa, Faîq Bûcak, Kemal Badilî û bi dehan nivîskar û rewşenbîrên kurdan di nava bêdengî, tenêtî û belengaziyê de ji nava me koç kirine. Ji ber ku tavilê şûna wan nehatiye dagirtin, birîna civata me girantir bûye, bidestxistina mafê me bi salan derengtir maye û çirûskên rewşenbîriya kurdî vemirîne.

Gava di sala 1992'an de min dest bi weşandina kovara Nûdemê kir, min xwest ez hevpeyvînên bi hunermend û nivîskarên kurdan re bidomînim. Ev pirtûka di destê we de, ji nivîs û hevpeyvînên deh-panzdeh salên dawî pêk hatiye, lê resimekî sedsalane yê hunerî, kulturî û edebî radixe ber çavan.

Bê hêviya ku wê bi dilê we be.

Firat Cewerî Gulan 1996

Firat Cewerî
Kultur, Huner û Edebiyat

Weşanên Nûdem: 25
Kultur, huner û edebiyat

çapa yekem: Stockholm 1996
Weşanên Nûdem

Pergala berg û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Rembrandt
ISBN 191 88591-251
Navnîşan: Termes, 52
176 76 Sweden
Tel û fax: 8-583 564 68



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues