Versions- Nûbihar, n° 99 [İstanbul, 2006]
- Nûbihar, n° 100 [İstanbul, ]
- Nûbihar, n° 112 [İstanbul, 2010]
- Nûbihar, n° 114 [İstanbul, 2010]
- Nûbihar, n° 116 [İstanbul, 2011]
- Nûbihar, n° 119 [İstanbul, 2012]
- Nûbihar, n° 117 [İstanbul, 2011]
- Nûbihar, n° 127 [İstanbul, 2014]
- Nûbihar, n° 135 [İstanbul, 2016]
- Nûbihar, n° 138 [İstanbul, 2017]
- Nûbihar, n° 139 [İstanbul, 2017]
- Nûbihar, n° 141 [İstanbul, 2017]
- Nûbihar, n° 142 [İstanbul, 2018]
Nûbihar, jimar 138
Suleyma çevik
Pak ajans
Havîn bû, meha tîrmeha sala I980an, ez bi hewarî çûbûm gundê Êzdîayî Hekko, ser nehiya Telînê. Rizgoyê Eto li bajarê Tibîlîsiyê emrê Xwedê kiribû. Hewarî ji gelek gunda û bajara hatibûn. Hekko diximximî, gundiya mêvan pareve dikirin ser mala û ber wana bi qedir û hurmet radibûn. Şîn ne rokê, ne duda dikişand. Xwarin, xewkirina mêvanên ji ciyê dûrhatî, xema gundiya gişka bû.
De Rizgoyê Eto merîkî biçûk nîbû, nava Êzdiyên Tibîlîsî û xelqê êlê navê wî giran û bi hurmet bû. Di pirsên giran da, dew û dozên ku di navbera Êzdiyan da diqewimîn, timê bi şêwr û qirarên vî camêrî safî dibûn. Bi gilîkî, gotinê wî li erdê nediman.
Ewî salên dirêj, ji destpêka bingehdanîna qayde-qanûnên Sovyetyê, li gundê Hekko derbas kiribû û paşê cîguhêzî Tibîlîsiyê, paytexta Gurcistanê bûbû. Gava temenê wî gihîşte... |